Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Rondikên dayikan li ser simbilên genim dibare

Jin, zarok, kal û pîran bi rondikên çavên xwe û xwêdana eniya xwe şev û roj dixebitîn, da ku dikarîbûn tov bikirin ango ji Saziyên Aborî werbigirin û biçînin. Di heman demê de kêmbûna avê demekê û zêdebûna barîna barana îsal bandoreke mezin li zeviyan kir. Kurm ketin zeyiyan. Dîsa cotkaran bi derfetên xwe yên kêm derman kirîn û li ser wan reşandin da ku hilbirîneke baş di demên pêş de jê were.

Êdî dem hat ku patoz dakevin nava zeviyan û erd cot bikin kêfxweşiya cotkaran û malbatên wan wê demê nedihat ravekirin. Ji aliyekî din jî Şaredariyên Gel da ku bi her patozekê re tirmbêleke agirkujê hebe da ku ger agir bi zeviyên cotkaran ket bikaribe di zûtirîn dem de vemirîne û zirarê nede zeviyên derdora wê, eyar kirin û navên patoz û ajokaran qeyd kirin. Ji aliyekî din jî Trafîka Rojava hişiyarî da bû ku di dema çandiniyê de her kes hişyar be û çixareyên xwe li ser rêyan navêjin da ku agir bi zeviyan nekeve.

Lê rêjîma Baasê bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê dafek ji cotkar û malbatên wan re veşartibû ango amade kiribû. Ji roja destpêkê ya daketina patozan li nava zeviyan rejîma Baasê bi hevkariya DAIŞ’ê dest bi şewitandina zeviyan kirin. Yekem şewat li Eyn Îsayê dest pê kir û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta roja me ya îro dewam dike.

Kêfxweşî ango dilşadiya gel bi zeviyên wan ku di xeyala wan de bû ku dê hilbirîneke gelekî baş li ser barîna barana îsal bîne, veguherandin girî û rondikên dayikan, zarok, kal û pîran. Rondikên dayikan li ser simbilên genim de barîn, wê dayikê ji xweda pirsî ma gunehê me çi ye da ku ev bûyer bi serê me de tên? Lê pirsa wê li hewayê ye û li benda bersivdayîna yezdan e.

Li derdora zeviyan şewatên pir mezin rû dan û bi hezaran hektar ceh û genim şewitandin ev alav li Kantona Girê Spî a Herêma Firatê, hate dîtin. Bi şewata zeviyan agir bi dilê cotkaran xistin, gelek cotkar jî bi nexweşiyên dil, tanîsyon û hwd.. rû bi rû dimînin.

Derveyî şewata zeviyan agir bi dîregên elektirîkê jî ketin û bi sedan gund niha bê elektirîk in di şeva reş de dimînin, şewqa çavê zarokan ku hêvî jê dibarin ango tê derkirin û gerhamiya dilê wan ronahiyê dide şeva wan a reş. Bi sedan gundên ku bi sedan kes tê de dijiyan hatin şewitandin jê di nava 2 rojan de ewqas e Til Ruman, Til Rumana Jêrîn, Til Mixas, Til Xerqan, Til Cezîra, Qebir Şamiya, Til Baz, Til Werdîyat, Til Sekra, Til Erboş, Til Birîc û yên duh jî ev in El-Medan,  Salhiyê, Hiwêş, Hiwêş El-Neîm, Risêm El-Hecer, Mişêrfa Remo, Sûsa, Siwêsa, El-Mexrim, El-Ferhiya, El-Nufeliyê û Şibliyê di nav de gelek mezra, hatin şewtandin. Di şewata duh de bêtirî 60 hezar donim zevî û pirêze hatin şewitandin. Niha ewqas gund êdî ji hemwelatiyên wê re nabe, divê werin sererastkirin û paşê bikaribin tê de bijîn.

Ne tenê elektirîk û gund şewitîn bi sedan dar ên zeytûn, sinewber, hinar, tirî ku temenê wan bi sedan sal bû, para xwe ji şewatê girtin. Rengê axê ber bi rengê reş ve çû, bêhna gul û gulistanan êdî bêhna şewatê jê tê. Gelên ku çawa li çavê xwe ji tozê miqatebûn û diparastin li dar û zeviyên xwe jî miqatebûn lê destên xiyanetê dirêjî wan hate kirin. Dîtin ango bihîstin û jiyankirina van kêliyan ne hêsan e, kesê nejiyabe dê nikaribe têkeve wê rewşê.

Di şewata zeviyan de her kes şervanên HSD, Endamên Asayîşa Hawarî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş), zarok, jin û kal û pîr hemû di nava zeviyan de bûn bi hevkariya xwe hewl didan ku agir vemirînin û rastî jî bi hevkariya wan gelek agir hatin vemirandin beriya ku li zeviyên derdorê belav bibe. Lê ya girîng ew e ku di vemiradina agir de çiqas kes ango şervan jiyana xwe ji dest dan. Hin şervanên HSD’ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn(Asayîş), Endamê Fuca Agirkujê şehîd bûn û jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Bûyera herî dawî li gundên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê dayikek dema dixwest agirê bi zeviyê wê ketî vemirîne tevî 2 zarokên xwe dişewite û jiyana xwe ji dest dide.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên xwe, qederek pere dê li cotkarên ku ziyan gihaştiye zeviyê wan, di demên pêş de belav bike.

Çavkanî: JINNEWS / Sorgul Şêxo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar