Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rozerîn Kemanger: Jin Jiyan Azadî li her derê tê gotin

Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger diyar kir ku Şoreşa Jin, Jiyan Azadî tenê bi jinan re sînordar ma û wiha got: “Vê şoreşê karîbû sînorê temen derbas bike, ji zarokên heft salî bigire hetan dibistan, zanîngeh, karker, zindan, dayikên şehîdan û li her derê Jin Jiyan Azadî dihate gotin.”

Piştî  ku Konferansa Jin, Jiyan û Azadiyê ku di 20 û 21’ê çileya 2024’an de li bajarê Stockholmê yê Swêdê hat lidarxistin, Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya Civaka Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger li ser sedemên Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî nerînê xwe anî ziman. Rozarîn Kemanger diyar kir ku her çend di sala derbasbûyî de Şoreşa Jin, Jiyan û Azadiyê gelek caran hatibe nirxandin jî, ji sedemên şoreşê û rêyên parastina wê bigire heta ev şoreş çawa dikare ber bi serkeftinê biçe û wiha got: “Divê em vê şoreşê binirxînin û bixwînin da ku em bikarin çarerêyekê jê re bibînin . Bi dirêjahiya dîroka têkoşînê li rojhilatê Kurdistanê em dibînin ku rojhilatê Kurdistanê ji berxwedan, têkoşîn û serhildanê dûr nebûye, lê çi bû sedem ku vê serhildanê navê şoreşê wergirt? Ew sê peyvên efsûnî (jin, jiyan, azadî) çi bûn ku ev şoreş heta îro anî û karî bibe sê peyvên giring ku di hemû merasîman de bêne gotin?”

‘Jin li dijî desthilatdariya wê berxwedan û têkoşînê bimeşînin’

Rozerîn Kemanger di wê baweriyê de ye ku ev şoreş bi hişmendî û pêşengiya jinan tê meşandin û sînorên neteweyî derbas kirine û wiha domand: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî dest bir pirsgirêka herî bingehîn a civakê ku pirsgirêka jinan e ku îro jî em behsa wê dikin. Ji bo ku êdî jin tenê wek zayendekê neyên dîtin, azadiya jinan wek pirsgirêkeke civakê hate binavkirin û bû pirsgirêka hemû beşên civakê. Her netewe-dewlet bi awayekî cuda êrişî jinan dike. Jin dibin hedefa zihniyeta baviksalar a ku em gelek caran behsa wê dikin. Jin li rojhilatê Kurdistanê û li civaka Îranê gihiştine wê baweriyê ku ev êriş ji aliyê zîhniyeta desthilatdar a baviksalar a Îranê ve tên kirin, jin di bin siya vê zîhniyetê de dimînin û rojane rastî zextan tên. Di sala 2023’yan de gelek jin hatine kuştin, gelek jin hatine îdamkirin, gelek jinan dawî li jiyana xwe aniye, di girtîgehên Îranê de çi diqewime; ev hemû nîşan didin ku Îran ne tenê jinan marjînalîze dike, her wiha ji ber ku jin li dijî desthilatdariya wê berxwedan û têkoşînê bimeşînin, jinan li pêşiya xwe jî wek asteng dibîne. Ji ber vê yekê, Şoreşa Jin, Jiyan Azadî di eslê xwe de bi pêşengiya jinan dest pê kir, lê gelo tenê bi jinan re sînordar ma? Na, vê şoreşê karîbû sînorê temen derbas bike, ji zarokên heft salî bigire hetan dibistan, zanîngeh, karker, zindan, dayikên şehîdan û li her derê jin jiyan, azadî dihate gotin. Dirûşma jin, jiyan, azadiyê ketibû devê hemû kesan ku xema wan a azadiyê heye û hemû bi awayekî xwe di nava şoreşê de dibînin û dikarin bi awayekî di vê şoreşê de cih bigirin.”

Piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî hêvî bilind bûye

Di berdewamiya axaftina xwe de Rozerîn Kemanger anî ziman ku xaleke gelekî girîng a şoreşê ew bû ku beşdarbûna mêran gelekî berbiçav bû û wiha got: “Jinan mêr jî vexwendibûn vê têkoşîn û şoreşê. Di vê şoreşê de mêr gihîştin wê encamê ku ev sîstem ne tenê jinan, mêran jî mexdûr dike. Ji ber vê yekê şoreşa jinan di esasê xwe de şoreşeke civakî, rewşenbîrî û çandî bû. Desthilatdariya Îranê nekarî şoreşê serkut bike, ji ber ku hêvî çêbû. Hevokeke zêrîn a Rêber Apo heye ku dibêje “Hêvî ji serkeftinê binirxtir e!” Dema ku civakek bibe xwedî hêvî, têkoşîna wê berdewam dike; lewma desthilatdar bi gelemperî dixwazin wê hêviyê bişikînin da ku civak nekare têkoşînê bike. Piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ev hêvî bilind bûye, li her derê bi rengekî têkoşîn tê meşandin, li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li bakurê Îranê, li başûrê Îranê, li Belûçistanê û li Efxanistanê em dibînin û berdewam e.

‘Zêdeyî saleke Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî berdewam dike’

Kemanger têkildarî derfeta ku bi Şoreşa Jin, Jiyan, Azadi derketiye holê de ev tişt anîn ziman: “Em wek Civaka Jinên Azad ên Kurdistanê bi salan e li Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan de tê dikoşin. Paradîgmayek e ku gelek şehîd dane, gelek ciwanên rojhilatê Kurdistanê beşdarî vê paradîgmayê bûne û heta niha jî tê dikoşin û têkoşîn li çiya, bajar û di hemû warên civakî, leşkerî, siyasî de bi her awayî didome. Me wek KJAR gelek hewl da ku gelek jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û tê dikoşin, em bi wan re têkiliyê daynin. Şoreş her tim derfeta têkoşînê dide, me ev şoreş ji xwe re wek firsendeke gelekî zêrîn dît, rasterast têkiliya me bi gel re hebû. Têkoşîn li başûrê Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê û li Ewropayê tê domandin. Yek ji wan xebatên ku di van rojên dawî de hat kirin jî xebata bi navê Konferansa Jin, Jiyan, Azadî bû. Zêdeyî saleke Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî berdewam dike. Di vê heyamê de li gelek deverên cîhanê şoreş û naveroka wê hatin nirxandin û kêmasiyên wê hatin nîqaşkirin, bo nimûne diviyabû çi bihata kirin û çi nehata kirin û di paşerojê de divê çi bê kirin, piştre pêwîst hate dîtin ku platformek çêbe da ku ji her neteweyekê jin bên û behsa pirsgirêkên xwe bikin.”

Rozerîn Kemanger der barê konferansê de wiha got: “Gelek jin hatin, ev konferans zemîneke gelek baş bû, ji hemû netewe û erdnîgariya Îranê jin beşdar bûn, heta ji Efxanistanê jî jin beşdar bûn. Her wiha ji Swêdê jî jin beşdar bûn û helbestek pêşkêşî têkoşera Kurdistanê heval Sakîne Cansiz û hevalên wê kirin. Di konferansê de çar panel hatin lidarxistin û gelek mijar hatin gotûbêjkirin. Di panela yekem de jinan qala dîroka têkoşîna xwe kir, di panelên duyem, sêyem û çarem de behsa rêxistinbûnê û behsa wan faktorên derveyî û hundirî hatin kirin ku dikarin şoreşê bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar