Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

RSF: Di sala 2019’an de 49 rojnamevan hatin kuştin

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku di sala 2019’an de li tevahiya dinyayê 49 rojnamevan hatin kuştin û niha 389 rojnamevan jî girtî ne. Hate ragihandin ku 57 rojnamevan jî dîlgirtî ne

RSF ku navenda wê li Parîsê ye, rapora sala 2019’an a der barê binpêkirina mafên rojnamevanan weşand.

Li gorî raporê di nava sala 2019’an de 49 rojnamevan hatin kuştin.

Li gorî salek beriya niha bi rêjeya 44 ji sedî kêm bû. RSF’ê bi bîr xist ku di nava 20 salên dawî de salê bi qasî 80 rojnamevan dihatin kuştin.

Di raporê de hate gotin, “Qadên şer Sûriye, Yemen û Afganistan ji bo rojnamevanan bi du qatî kêmtir metirsîdar bûn. Li wan her sê welatan di sala 2019’an de 17 rojnamevan hatin kuştin ku sala derbasbûyî 39 rojnamevan hatibûn kuştin.”

RSF’ê ragihand, li welatên ku îdîa dikin di nava ‘aştiyê’ de ne hejmara rojnamevanên tên kuştin sal bi sal zêde dibe. RSF’ê diyar kir ku li Meksîkayê 10 û li Latîn Amerîkayê jî 14 rojnamevan hatin kuştin.

RSF’ê her wiha ragihand ku heta dawiya sala 2019’an 389 rojnamevan ji ber pîşeyên xwe girtî ne û ev yek li gorî sala derbasbûyî bi rêjeya 12 ji sedî zêde bûye.

Li gorî RSF’ê Tirkiye yek ji welatên ji bo rojnamevanan mîna girtîgehên herî mezine. RSF’ê diyar kir ku li Çînê 120, li Misrê 34, li Erebistana Siûdî 32, li Sûriyeyê 26 û li Tirkiye û Vîetnamê jî 25 rojnamevan girtî ne.

Halbûkî li gorî saziyên mafên mirovan û rêxistinên çapemeniyê li Tirkiyeyê herî kêm 100 rojnamevan girtî ne. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê di ser 200 kesî re ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar