Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

RSF: Hin rojnamegerên tirk ji rê derketine

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Christophie Deloire diyar kir ku li Tirkiyeyê di çapemeniyê de pirdengî hatiye tunekirin û hemû medyayên mezin ji aliyê Erdogan ve bi darê zorê hatiye standin

Sekreterê  Giştî yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Christophie Deloire tev li bernameya ROP a Euronews Tirkî bû û têkildarî binpêkirinên mafên azadiya çapemeniyê ya cîhanê û Tirkiyeyê axivî. Deloire ku çapemeniya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, di axaftina xwe de behsa çavdêrî, xebatên xwe û binpêkirinan kir.

Deloire bîlançoya azadiya çapemeniyê ya sala 2018’an a hatibû weşandin, nirxand û diyar kir ku xebatên wan li ser binpêkirina mafên rojnamegeran bûye. Deloire da zanîn ku wî li ser rojnamegerên ku rastî sîuqastê hatine, bi darê zorê hatine windakirin, dîl hatine girtin û rastî gefan hatine lêkolîn kirine û destnîşan kir ku ev nîşaneyan dide xuyakirin ku rewş ber bi nebaşiyê ve diçe.

Di axaftina xwe de Deloire bal kişand ser axaftina serşêwirmenda serokkomarê tirk Gulnur Aybet ku digot li Tirkiyeyê di girtîgehan de tu rojnamegerên girtî tune ne û kesên girtî jî ne ji ber karên rojnamegeriyê ji ber hin sedemên din girtî ne û wiha domand: “Li Tirkiyeyê li ser 33 rojnamegerên girtî lêkolînên micid hatin kirin û di encama lêkolînê de derket holê ku ev rojnameger ne ji ber kiryarên sûcên terorîzmê, bi temamî ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin.”

Deloire destnîşan kir ku rojnameger bi awayekî neheq hatine sûcdarkirin û şêwirmenda Erdogan bi awayekî aşkera derewan dike.

Deloire ragihand ku li Tirkiyeyê pirdengî hatiye tunekirin, medyayên mezin ji aliyê Erdogan ve hatine standin û hin rojnamegerên nêzî hikûmetê ji bo reşkirina hempîşeyên xwe bi hikûmetê re hevkariyê dikin.  Herî dawî jî Deloire rewşa van rojnamegerên ku li gorî rejîm û demê dibin alîgir wek jirêderketinê pênase kir û ev rojnameger şermezar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar