Navenda Nûçeyan |
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora azadiya çapemeniyê ya sala 2020’an aşkera kir. Li gorî raporê, 387 xebatkarên çapemeniyê di girtîgehê de ne.
Li gorî raporê li Çînê 117, li Erebistanan Siûdî 34, li Misrê 30 û li Sûriyeyê jî 27 xebatkarên çapemeniyê di girtîgehê de ne. Hate diyarkirin ku li dinyayê bi giştî 42 rojnamegerên jin girtî ne. RSF’ê diyar kir ku 54 rojnameger hatine revandin û çar rojnameger jî winda ne.
Li gorî raporê li temamê dinyayê 130 rojnameger ji ber nûçeyên li ser şewba korona vîrusê çêkirine, hatine girtin.
Li gorî raporê Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 154’an de ye.