Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rûdaw ne tenê exlaqê rojnamevanî, exlaqê mirovahî jî ji dest daye!

Qenala Rûdaw a qaşo xwe weke eynekeyeke êş, jan û kêfxweşiya gelê kurd dibîne û qaşo li ser vê weşanê dike, lê mixabin pir û pir ji vê îdiayê dûr e. Li pey weşangeriyeke populer û pişta xwe da teknîk û xebatkarên bê rêz û bê pîvan.

Çima vê dibêjim; berî çend rojan Komîteya Navendî ya PKK’ê şehîdbûna endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn ragihand û bi vê re li her derê ku kurd lê ne, ketin xemgînî û êşa vê. Lê li gel vê yekê hinek hebûn kêfxweş bûbûn û dikeniyan dema ev nûçe pêşkêş dikirin! Ev jî bêjera Rûdaw Tv Şahyan Tehsîn a dema şehîdbûna endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn radigihand dikeniya bû.

Mixabin pêkanîna kiryarekî wiha ya di televîzyonekî kurdî de bi serê xwe karesatek e. Nexasim ji aliyê jinekê ve pêkanîna kiryareke wiha şermeke mezintirîn e û mirov bêtir diêşîne. Heyfe ku jineke wiha bibe amûrê polîtîkayên dijmin û bi mirina şoreşger û pêşengên gelê xwe kêfxweş bibe û bigihêje wê astê ku bikene. Di serî de ev derveyî pîvanê mirovahiyê ye, heta dûrî pîvanê rojnamevanî û etîka karê rojnamegeriyê ye!

Çi dibe bila bibe, mirov bi mirina kesekî/ê nexasim têkoşer, rewşenbîr, fermandar û lehengekî ku ji bo doza kurdî 35 sal in xwe dabe azadiya gelê kurd be, ev dike ku mirov çi bêje kêm bimîne. Vê pirsê dikim: PKK’ê yan jî Tevgera Azadiya Kurdistanê çi kiriye ku jinên wiha kêfxweş bibin û nexasim bi şehîdên rûmeta gelê kurd bikenin û kêfxweş bibin? Di serî de Şahyan Tehsîn û Rûdaw Tv çi bidest xistin ku li hemberî rûmeta gelê kurd bêrêziyê dike? Vê cesaretê ji ku digire û li pişt wan çi heye?

Ev kiryara Rûdawê û xebatkarên wê ne ya yekem e, wer xuya ye ku wiha biçe wê ne ya dawî jî be! Em bînin bîra xwe, nûçegihana wan Vîvyan Fetah li şehîdgeheke rojavayê Kurdistanê ku malûvaniya bi hezaran şehîdan dike, bêrêzî kiribû. Her wiha jixwe dîroka Rûdawê ya li beramberî Tevgera Azadiya Kurdî û dîsa nûçeyên derew ji xwe her kes zane, hewce nake mirov ji nû ve bêje. Di wê mijarê de ew bi xwe jî bi xwe hesiyane ku tu îtibarekî wan nîne.

Bi taybet di mijara Şoreşa Rojava û dîsa çeteyên DAIŞ’ê de têra xwe karnameya Rûdaw Tv lewaz e. Nimûne dinya alem ji bo DAIŞ’ê çete bikar tînin Rûdaw qaşo bêalîtiya xwe di vir de dixwaze nîşan bide û dibêje ‘çekdarên DAIŞ’ê’. Dîsa ji bo şervanên YPG/YPJ, HSD û hêzên li Rojava şer dikin û gerîlayên şehîd dibin hê van peyvan ‘şehîd’ bikar neaniye. Gelo çima ji bo şervan û gerîlayan peyva ‘şehîd’ bikar naynin? Gelo bikar bînin wê bibin PKK’yî? Bi dehan mijarên wiha hene, mirov lêkolîn bike û li ser bigihêje encamên zelal…

Lê di vê mijara dawî de, hed pir hatin derbaskirin û divê di serî de Rûdaw Tv û Şahyan Tehsîn lêborînê ji malbata şehîd û tevahî gelê kurd bixwaze. Her wiha Rûdaw ku li gorî exlaq û etîkên rojnamegerî tevbigere, divê dawî li karê Şahyan Tehsîn bîne. Ji ber ku hedê kesê/î nîne ku li rûmeta gelekî bêrêzî bike. Eger Rûdaw vê neke wê demê tê wateya ku Rûdaw Tv li pişt vê bêrêziyê ye û ew jî bi qasî Şahyan Tehsîn sûcdar e û divê gel jî li gorî vê nêzîkî vê mijarê bibe. Eger Rûdaw Tv dawî li karê Şahyan Tehsîn neyne, divê di serî de gelê Başûr û hemû gelê welatparêz, xwedî rûmet û keramet temaşekirina Rûdaw Tv boykot bike û her cihê ku xebatkerên wê lê ne, ji televîzyona wan re neaxivin û bertekên xwe yên mirovî nîşan bidin.

Lewre mafê tu hêz û kesî/ê nîne ku li nirxê herî pîroz ê gelekî bêrêzî bike. Gelê kurd ê bi berdêlên giran û bi hezaran şehîdên li çar parçeyên Kurdistanê gihayî roja îro û eger îro kurd tê nasîn jî bi wan şehîdan e. Ji bo wê pêkanîna kiryarekî wiha sûcê mirovahiyê ye û der exlaqî ye. Ya herî zêde mirov pê diêşe jî televîzyonek qaşo kurdî weşanê dike û bi îdiayên eyneya gelê kurd e kirina karekî wiha, tê wateya ziman û dengê dijminên gelê kurd. Bi vê kiryarê ferqa wan jî televîzyonên dijmin ên tirkî qet nîne.

Careke din diyar dikim, ên keramet û rûmeta gelê kurd ji tunekirinê rizgar kirine şehîd in û ji bo wê ye divê tu gotinek biçûk jî ya bêrêziyê ya li hemberî şehîdan neyê qebûlkirin û bi tundî bertek li ber vê bê raberkirin. Ev kî/ê dibe bila be. Çi nêzîk û çi dûr, divê ev yek neyê qebûlkirin. Ji bo vê ye gelê kurd vê bêrêziyê ji dijmin qebûl nekiriye dê ji kesayetên wiha ketî û bê îrade jî qebûl neke.

Bi vê nivîsê bang li rêveberiya Rûdaw Tv dikim ku xwedî pîvan û etîkên rojnamevanî be divê der barê vê jinê de biryareke zelal bigire û demildest dawî li karê wê bîne. Heta bi weşaneke taybet di serî de ev jin û rêveberiya Rûdaw Tv lêborînê ji malbata şehîd Kasim Engîn, PKK’ê û hemû gelê welatparêz ên çar parçeyê Kurdistanê bixwaze. Berovajî vê yekê tê wateya heman kiryar Rûdaw Tv kiriye û dikeve çarçoveya sûc û etîka rojnamevan. Bi wê hêviya ku Rûdaw nekeve şaştiyên berê û li gorî pîvan û exlaqê mirovahiyê tevger bike.

Nûçeyên Têkildar