Hin dîrok hene tu car nayên jibîrkirin. 14ê Tîrmehê yek ji wan dîrokan e. Serkaniya 14ê Tîrmehê, dîroka sereberjêrçûna gelekî, jinûverabûna serpiyan, ruhê berxwadanê, daxwaza azadî û rizgariyê ye. Ev nirx bûne xercê 14ê Tîrmehê. Di piştperdeya van nirxan de rêxistin û îdeolojiyeke nûjen hebûn ku ruhê xwe didan kaniya vê berxwedanê.
14ê Tîrmehê tu car nayê jibîrkirin. Şert û mercên berxwedana 14ê Tîrmehê derxistin holê, ewrên reş ên li ser Kurdistanê girtibûn, di hovîtiya 12ê Îlonê de di şexsê girtîgeha Amedê de man û nemana kurd û Kurdistanê hedef hatibû girtin û di nav bêdengî, bêlivûlebatiyê de pêk hatibû. Di vê bêdengiya qetrehm de meşaleya Xeyrî Dûrmûş li rûyê dadgeha faşîst pê xistibû, ev dengê weke çendanî jar lê di ruhiyet û cewhera xwe de xurt di zindana Amedê de li hev zêde bûbû. Ala Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek rakiribû jor, di dawiyê de weke destpêka şoreşekê tirs, tarî, bêdengî, înkara kurdan, îxanet çirandibû, hêvî û dxwazên gelê kurd ragihandibû serê çiyan, deşt, gund û bajarên kurdan, weke guleya pêşî di 15ê Tebaxê de di serê dijminê gelê kurd de teqiyabû.
14ê Tîrmehê berxwedana Mazlûm Dogan, Agirê Çaran geş kiribû û li ser keleha zilmê zindana Amedê ronî dabû her derê welêt û dîroka kurdan jî bi şewqa xwe ronî kiribû.
Berxwedana 14ê Tîrmehê hêz û hêrsa gelê kurd li Erûh û Şemzînanê kir îradeyeke çekdar, li her derê welêt bû serhildan, meşa azadiyê, hesabê qetliyam û dîroka xwînxwar ji dijminê devbixwîn pirsî.
Li her derê Kurdistanê gel bûbû lehî, ji bo azadî û rizgariya xwe weke lehiyê diherikî. Qadên Newrozan dixemilîn, gund û bajar bi agirê Newrozê geş dibûn, têkoşîn silav û pîroz dikir. Mêr, jin, kal û pîr rabûbûn dîlana şoreşê. Şoreş bilind dibû. Dijminê xwînxwar di nav xwe de dikeliya û diheliya. Rewşa Awarte nedibû çare, qanûnên nû, piştgiriya qoriciyan nikaribû herka lêhiya şoreşa kurdan bide sekinandin.
Dijmin dest bi şerê qirêj, revandin, kuştin û qetliyamên herêmî kir. Revandin û qetilkirina Wedat Aydin destpêk û fîşeka vê pêvajoyê bû. Wedat Aydin xwedî sekneke welatparêz û berxwedêr bû. Li hember dijmin serî neditewand. Di rojên zor û zehmet de serokatiya DEPa Amedê dikir. Şeveke tarî û bi awayekî qehpe ji mala wî derxistin û birin îşkencexaneyên hov, xwestin serî lê bidin tewandin. Bi riya vê qetliyamê gelê kurd ji şoreşê biqetînin, tirsa têkçûyî careke din biçînin nav baxçeyê azadiyê.
11ê tîrmehê de cenazeye wî, bi awayekî îşkencekirî, dest û piyên şikestandî avêtin bin pireke xalî. Qetilkirin û kuştina Wedat Aydin berevajî qetandina gel ji têkoşîna azadiyê, bû sedemê lêhiyeke din li nav sûkên Amedê. Dijminê xwînxwar dîsa har bû, dîsa dest avêtê şîdetê û sûkên Amedê xwîna sor weke avê herikî. Ev têkoşîn bi têkoşîneke din mezin bû, qetliyam jî pê re. Gelê kurd ji tewla tirse filitîbû, li pey azadî û mafên xwe yên siyasî bi biryar dimeşiya.
Ruhê 14ê Tîrmehê carekê haveyn girtibû. Gihîştibû sûkên Amedê, Cizîrê, Nisêbînê û her koşeyê welêt. Tenê kuştin, girtin û îşkence ji destên wan dihat. Ev jî dihate wê wateyê ku êdî hukmê dewletê li Kurdistanê nemabû. Otorite û desthilatdariya xwe ancax dikaribû zilma tazî bi rê ve bibe.
Îro jî ew ruhê ku li Zapê, Heftanînê, Garê û seranserê Kurdistanê namus û rûmeta kurd û Kurdistanê diparêze, weke kelehên berxwedanê riya Îskenderên îroyîn ên hov asê dike.
Ruh û tovê ku Tevgera Azadiyê û 14ê Tîrmehê çandiye Kurdistanê îro li her derê misogeriya berxwedan û parastina nirxên kurd û Kurdistanê ye.
Di salvegera 14ê Tîrmehê û 11ê Tîmehê de em minetdarên şehîdên xwe ne. Di şexsê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek û Wedat Aydin de em li ber bîranên hemû cangoriyên Kurdistanê bejna xwe ditewînim. Bîranînên wan weke meşaleyên ku tariyê ronî dikin, riya me ronî, hêza me xurt, rûmeta gelê kurd bilind dikin.