Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Ruhê berxwedanê mezin dibe

Dewlet tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê di 23’yê nîsanê de dest bi êrîşek dagirkeriyê kir. Ev êrîşên dagirkeriyê herî zêde li ser herêmên herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê çêbûn.

Li dijî van êrîşên qirker û dagirkeriyê di gava ewil de gerîlayên Kurdistanê berxwedanek mezin nîşandan. Gerîlayên bi taktîk û hişmendiya sedsala 21’emîn xwe modernîze kiriye nehişt hêzên dagirker pêş bikevin. Ev berxwedana gerîla di gelek mijaran de ji bo gel, aliyên demokrtîk û enternasyonal jî bû çavkaniya moralê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê kêlî kêlî pêşketin û pevçûnên li herêmê diqewimin bi raya giştî re par vekir. Her meh li gor defetên li qada şer jî bîlançoya rojane vê rastiyê aşkera kir. Herî dawî çend rojev berê bîlançoya du mehan a vî şerî hat aşkerkirin.

Di bîlançoya ji 23’yê Nîsanê heta 23’yê Hezîranê de bi awayekî berfireh bahsa çalakiyên gerîla yên bi bandor tê kirin. Artêşa dagirker a ku li dijî van êrîşên gerîla bêçare mayî her roj bi obusên sotîner, bombeyên mîsketê, hawan, helîkopter û balafirên şer bi sedan carî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.

Bêgûman mijara ku divê herî zêde li ser bê sekinandin mijara bikaranîna çekên kîmyewî ye. Di vê mijarê de jî HPG di daxuyaniya xwe de dibêje artêşa dagirker ya ku 62 caran hewl da bikeve tunelên şer û li dijî berxwedana gerîla nikarî pêşve biçe  17 caran gazên kîmyewî û bi jahr bi kar aniye.  Li gor normên navneteweyî ev sûcekî mezin e û divê demildest di mahkemeyên navnetewî de dewleta tirk ji bo vê bikaranîna çêkên kîmyewî bê darizandin.

Lê ji ber ku bi erêkirina hevkarên xwe yên di qada navneteweyî de xwedî bandor in van êrîşa organîze dike û pêş dixe ji xwe bawer e ku wê neyê darizandin jî. Jixwe Almanya di vê mijarê de rengê xwe bi awayekî aşkera danî holê.  Di 12’ê Hezîranê de 27 kesên di nava wan de siyasetmedar, parlamenter û rojnameger jî hebûn li Balafirgeha Dusseldorfê ya Almanya hatin binçavkirin.

Ev kesên ku dixwestin ji bo rê li ber şerekî muhtemel ê di navbera PDK û gerîla de bigire, dixwestin biçin başûrê Kurdistanê ji aliyê polîsên alman ve bi hinceta ku ‘hûn têkiliyên di navbera dewleta alman û tirk de xira dikin’ nehişt biçe. Derheqê 17 kesên endamên şandeya Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê de biryara qedexeya derketina derveyî welêt hat dayîn.

Tevî hemû astengiya hin endamên şandeyê gihaştin Hewlerê. Lê heman muamele ji aliyê PDK’ê jî hat kirin. Gelek endamên şandeyê hatin dersînorkirin. PDK’ê nehişt endamanên Înîsiyatîfa Paratina Kurdistanê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî bide. Ev nêzîkatiya PDK’ê jî hevkariya wê ya bi dewleta tirk re aşkera dike. Ji aliyekî din ve berfirehiya êrîşên li ser tevgera azadiyê radixe holê.

HPG bi aşkerakirina bîlançoya du mehan a şer ve bal kişand ser dijwariya şer. Lê qasî di qada leşkerî de di qada siyasî û civakî de jî êrîşek berfireh li ser îradeya kurdên azad heye. Bi van êrîşan dixwazin vê îradeyê teslîm bigirin.

Ji bo di vê mijarê de jî bigihêjin armancê bi hin hêzên herêmî yên berjewendiyên malbatî û şexsî ji yên neteweyî meztir dibînin re di nav hevkariyek mezin de ne. Bêgûman serê vê hevkariyê jî hin rayedarên PDK û serkêşiyan wan Neçîrvan û Mesrûr Berzanî dikin heye.

Bi kurtasî ev du meh in li dijî dagirkeriyê û êrîşên tunekirinê gelê kurd bi dostên xwe yên demokrat û enternasyonal ve têkoşînek girîng didin meşandin. Bi saya vê têkoşîna mezin dagirker nikarin di planên xwe yê qirker de bi ser bikevin. Ji bo serketina mezin û rakirina ala azadiyê jî divê bi girîngî û baldariya gerîla her kurd li qada lê ala têkoşîna azadiya Kurdistanê bilind bike.

Nûçeyên Têkildar