Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya NPG’ê de wiha hat gotin: “Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dikeve sala 40’î. Di vê salvegerê de, hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku bi vê çalakiya bi wate sekn û rûmeta mirovahiyê ya dîrokî parastin, encamgirtina bi berxwedanê hînî me kirin û xeta berxwedanê ya PKK’ê afirandin, di şexsê van hevrêyan de şehîdên Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku ew xet û feraset afirandiye ku xwe timî li pêşberî gel deyndar dibîne, têkoşînê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne û welê ji jiyanê hez dike ku di oxira wê de canê xwe feda dike. Em, ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û sekna mirovahiya azad a Rêber Apo silav dikin ku 23 sal in li sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê nîşan dide. Em soz didin ku di serî de li çiyayên Kurdistanê li her cihî xwedî li vî ruh û seknê derkevin û di xeta şehîdan de ber bi serketinê ve bimeşin.
Hevrê Mazlûm Dogan ku hevîrê hişmendiyê yê partiya me afirand û bi çalakiya xwe ya dîrokî ya 21’ê Adara 1982’an çirûska Berxwedana Zindana Amedê pê xist, 17’ê Gulana 1982’an li bedena Çaran veguherî agirê azadiyê yê mezin, bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ev sekna bi rûmet li dijî cûntaya dewleta tirk a faşîst bi ser ket. Biryara partiya me PKK’ê ya sala 1982’an a vegera li welêt û Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku sala 1984’an pêk hat, ev sekna bi rûmet a dîrokî veguherand rastiya têkoşîneke mezin û rastiya gelekî şerker ê ku ber bi serketinê ve dimeşe. Gelê Kurdistanê ku 14’ê Tîrmehê weke ‘Roja Rûmetê’ pêşwazî dike, Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji xwe re kiriye kevneşopiyek û têdikoşe. Gerîlayên azadiyê 37 sal in li ser vê xetê şer dikin. Kevneşopî û rastiya têkoşînê ya 40 salî çawa ku heta niha bi rûmetî hat temsîlkirin û ber bi serketinê ve hat birin, ji niha û pê ve jî dê hîn mezintir têkoşîn bê meşandin, serketinên mezin bên bidestxistin û serketin teqez bê misogerkirin.
Tevger û xeta PKK’ê ku 40 sal in kêlî bi kêlî têdikoşe, bi ser dikeve, nirxan diafirîne û bi gelê Kurdistanê dide qezenckirin, îro bi êrîşên mezin re rû bi rû ye. Hêzên hegemonîk, dewletên netewe yên faşîst ên li herêmê û nokerên wan ên ku nekarîn bi komploya navneteweyî bigihêjin armancên xwe, dest ji armanca xwe ya ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Apoyî û êrîşên xwe yên îdeolojîk, çandî û leşkerî bernedane. Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji îdeolojiya Apoyî, ji helwesta berxwedêr û sekna bi rûmet a mezin a 14’ê Tîrmehê, ji rastiya jiyana PKK’ê û xeta şerê gel ê şoreşgerî tawîz nedan û di vê oxirê de bi şerekî mezin bersiva pêwîst didin. Berxwedana Garê ku 10-14’ê sibata 2021’ê bi fermandariya fermandarê me yê mezin hevrê Şoreş Beytuşşebab hat kirin û veguherî destana serketinê, Berxwedana Mamreşo ya 23’ê Nîsanê-3’ê Gulana 2021’ê bi fermandariya hevrê Serhat Giravî û Sarya Diyar, Berxwedana Aris Faris a 6-8’ê Gulana 2021’ê ya bi fermandariya fermandarên me yên YJA Starê hevrê Diyana Marîa û Amara Cûdî, şerê gerîla yê li Heftanîn, Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û tevahiya bakurê Kurdistanê ispata herî mezin e ruhê 14’ê Tîrmehê bi ser dikeve.
Ev hevrêyên me yên hêja, her yek ji wan bi sekna xwe ya mirovahiyê ya mezin weke sembolê cihê xwe di nava dîrokê de girtine. Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa van hevrêyên xwe yên hêja bimeşin, têkoşîna pîroz a paşeroja ronî, demokrasî, wekhevî, azadiyê ya gelên herêmê û gelê Kurdistanê bi ser bixînin û van lehengan veguherînin nemiran. Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em bi bawerî û biryar in ku ala bexwedanê ya ji şehîdan wergirtine bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin. Bi baweriya serketinê em gelê xwe yê welatparêz silav dikin.”
HBDH: Roja xwedîderketina li ruhê 14’ê Tîrmehê ye
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) jî bi heman wesîleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt anî ziman: “Dîktatoriya faşîst leşkerî ya 12’ê Îlonê hewl da ku bi zilm û hovîtiyeke mezin fikir û armancên ji bo paşerojê têk bibe, çokê bide tewandin û teslîm bigire. Welat kirin girtîgeh, her avahiyeke dewletê jî veguherandin îşkencexaneyê. Zindan veguherîn cihên welê ku vegotin û pênasekirina wan zehmet bû. Li zindanên Metrîs-Mamak-Amedê bi îşkenceyên giran û hovîtiyê hewl dan ku girtiyên şoreşger teslîm bigirin. Bi taybetî li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an hat xwestin ku têkoşîna azadiyê ya kurdan bê bêdengkirin û armancên ji bo Kurdistana azad bên fetisandin. Xwestin ku her kesên li ser pêyan mane, her kesên li ber xwe didin teslîm bigirin.
Li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an di navbera teslîmiyet û berxwedanê, xiyanet û dilsoziya bi şoreşê re, koletî û azadiyê di asta herî bilind de şerê îradeyê hat meşandin. Li dijî xiyanet û teslîmiyetê Mazlûm Dogan li refên herî pêş ê têkoşînê cih girt. Agirê Newrozê yê ku hevalê Mazlûm pê xist, pêl bi pêl li her aliyên zindanê belav bû. Bersiv dereng neket; ji Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik hat. Agirê berxwedanê êdî mezin dibû.
Ev berxwedana rûmetê ya ku dîwarên zindanê dihejand, 14’ê Tîrmeha 1982’an bi biryara hevalê M. Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr gihîşt asteke bilindtir. Av wê êdî ber bi aliyê zaliman ve neherikîbûya. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin herikîna avê guhert. Sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê yên ku dîktatoriya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê kir, ji aliyê girtiyên şoreşger ve li zindanan, li dadgehan hatin darizandin û hatin avêtin. Polîtîkaya bêkesayetîhiştina girtiyên şoreşger û xiyanetkirinê êdî îflas kiribû. Di rewşekê de ku gelê kurd bi her cûre êrîşan dihate tunekirin, girtiyên şoreşger bi berxwedana rojiya mirinê ya mezin dest bi darizandina dîktatoriya faşîst kirin. Mazlûman û girtiyên şoreşger, faşîzm li dadgehên 12’ê Îlonê darizand. Lanet li îşkenceyê anîn.
Ji wê demê heta niha, polîtîkaya zext û mêtingeriyê ya çîna serdest, êrîşên ji bo tunekirina kurdan qet neguherîn. Îro jî dewleta tirk bi dagirkirina başûrê Kurdistanê dixwaze kurdan qir bike. Lê belê hewldanên wan belasebep in. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji zû ve li çiyayên Kurdistanê gihiştiye gerîla. Tu xiyanet û polîtîkaya nokeriyê nikare têkoşîna azadiyê ya kurdan rawestîne.
Ji her demê bêhtir divê em bibin mîna fermandar Kemal Pîr, kadroyê pêşeng M. Hayrî Dûrmûş, şervanên pêşeng Akîf û Alî. Îro ew kêlî ye ku li her qada jiyanê çemên biçûk bigihînin hev û li dijî faşîzmê şer bê kirin. Ew dem e ku di têkoşîna yekbûyî ya gelan de bibin fermandar.”
KOMAW: Em ê şopdarê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bin
KOMAW’ê jî berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz, M. Hayrî Durmuş bi bîr anî û got ku şehîdên Rojiya Mirinê bûne ruhê berxwedanê yê gelê kurd û têkoşîna neteweyî.
KOMAW’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedaneke wiha ye ku encamên xwe yên dîrokî hene. Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan nirxandinek wiha kiriye, ‘Heke ne ji berxwedana 14’ê Tîrmehê bûya, belkî jî wê berxwedana 15’ê Tebaxê nebûya. Gelê kurd bi şanaziyeke mezin û bi serbilindî salvegera 39’an a berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê pêşwazî dike. Heke têkoşîna navneteweyî gihaştibe vê astê bêguman rola berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê de heye.”