Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Ruhê fedaî yê Apoyî ê 14’ê Tîrmehê afirand ruhê serkeftinê ye’

NPG'ê di salvegera 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de ew bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Ew ê bi vê feraset, hişmendî, ruh û rêbazê şer bikin, doza azadî û hebûnê ya gelê kurd teqez bi ser bixînin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di salvegera 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de, di şexsê pêşengên me yên nemir ên vê berxwedana dîrokî hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Vê çalakiya pîroz a ku feraset, xet û ruhê berxwedanê yê têkoşîna me ya azadiyê ya nîv sedsalî afirand, Rêber Apo yê ku hevrêyên berxwedana mezin afirand û sekna mirovahiya azad ku 25 sal in li Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê bi berxwedanê nîşan dide, bi rêzdarî silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku vê sekn û berxwedanê, ruh û ferasetê, rêbaza jiyan û têkoşînê di her kêliyê de li her deverê bijîn, bidin jiyîn û bi ser bixînin.

‘14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî ye’

Dewleta tirk a faşîst di şexsê kadroyên PKK’ê yên li Zindana Amedê de bi îşkenceya herî giran a li dijî mirovahiyê teslîmiyet li kurdan ferz kir, ji bo dûrxistina ji nirxên xwe û nasnameya xwe êrîş kir. Li hemberî vê êrîşê jî berxwedaneke mezin hate nîşandan. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di nava zext, zilm û îşkenceya li dijî mirovahiyê de ya li Zindana Amedê, ji bo parastina nasname û rûmetê bi feraseteke ji fedakirina canê xwe hate kirin. Berxwedaneke gelekî mezin û dîrokî ye ku rêbaza berxwedanê û ruhê fedaî yê Apoyî nîşan da û kir xetek. Di nava bêderfetiyê û îşkenceya hovane de sekna serkeftinê ye ku ruhê fedaî yê Apoyî destnîşan kir. Ev berxwedana dîrokî ku di şexse kadroyên pêşeng ên partiya me de hate nîşandan, rûmeteke gelekî mezin da hevrêyan hemûyan û gelê kurd. 14’ê Tîrmehê di heman demê de weke Roja Rûmetê ya Neteweyî bi wate bû. Em Roja Rûmetê ya Neteweyî li gelê kurd ê welatparêz, hevrêyên li zindanan û hemû qadên têkoşînê pîroz dikin.

Gerîlayên Azadiyê îro jî bi rêbaza 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide’

Xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ku bû wesîle Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li welêt vegere û Pêngava 15’ê Tebaxê bê kirin, 41 sal in rê nîşanî me dide, xeta me ya têkoşînê diyar dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku têkoşîna bi ruhê fedaî yê Apoyî ji xwe re kiriye rewşeke jêneveger a jiyana şoreşgerî, îro jî bi rêbaza 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide. Sekna gerîla ya li bakurê Kurdistanê, berxwedana destanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metînayê bi ruh û hişmendiya 14’ê Tîrmehê tê kirin. Li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan hevrêyên me bi vî ruhî têdikoşin, bi îradeyeke ku têk naçe li ber dijmin radibin, heta nefesa xwe ya dawî tawîzê ji sekna lehengiyê nadin û şehîd dibin. Di şexsê hevrê Xebat Kop û Zana Rojda de berxwedaneke destanî hate nîşandan ku du gerîlayan artêşek rawestandin, li ber her cûre teknîkê rabûn, stargehek kirin keleheke mezin a berxwedanê û li ber dijmin û mirinê rabûn. Ev sekn weke nûnerên dawî yên sekna lehengiyê ya gerîla ya teslîm nayê wergirtin û dewama vê xetê, derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Dijminê qirker mêtinger bi teknîka şer a li dijî mirovahiyê, bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş bike jî, hêzên xayin û noker bi kar bîne jî heta ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi vê feraset, hişmendî, ruh û rêbazê têbikoşin, doza azadiyê û hebûnê ya gelê me wê bi ser bikeve ku ev yek hatiye ispatkirin.

‘Em ê heta dawî li ser xeta rêka rêhevalên xwe bimeşîn’

Mîna ku me heta niha kir, ji niha û pê ve jî em ê li ser şopa şehîdên xwe yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bimeşin, bi rêbaza ku wan afirandine têbikoşin, soza xwe dubare dikin ku armancên şehîdên xwe bi ser bixînin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em diyar dikin ku ala berxwedanê ya ji şehîdên xwe wergirtiye, bi Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin, bi baweriya serkefinê em gelê xwe yê welatparêz hemûyan silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar