Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ruhê serhildanê ya jinên kurd; Bêrîvan

Binevş Agal (Bêrîvan) a ji bo jinên kurd bû sembola serhildana li dijî zilmê, tevî ku sal derbas bûn jî berxwedana wê ya dîrokî tê gotin û agirê ku pêxist ji aliyê jinan ve hat geşkirin

Agirê Newrozê dê îsal li gelek navendan bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişikînin’ bê pêxistin. Wek 8’ê Adarê dê Newroz jî diyariyê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin bê kirin.  Jinên ku li dijî zilma li hember kurdan bûn sembola serhildanê, agirê Newrozê bi bedenên xwe gur kirin û ji salên 90’î heta niha wek sembola Newrozê hatin roja me ya îro.

Yek jê jina ku bû sembola Newrozê Binevş Agal (Bêrîvan) e. Binevş di 1966’an de li Beşîrî ya Êlihê wek zarokek malbata êzidî hat dinê. Navê xwe ji destana kurd ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ girt. Binevş û malbata wê di 1980’ê de piştî darbeya 12’yê Îlonê ji ber êrîşên li Kurdistanê koçî Ewropayê dikin.

Berê xwe dide çiyayan

Binevş nîşeyekê ji malbata xwe re dihêle û berê xwe dide çiyan. Binevşê li Geliyê Beka ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne û piştre derbasî Botanê dibe. Binevş faaliyetên rêxistinbûna Cizîrê dimeşîne û gelê Botanê gelek ji Bêrîvanê hez dikin. Binevş li vir mîlîsên jin ava dike û perwerdeyê dide wan.  Ji bo jin çalak bibin dikeve nava hewldanan. Jin êdî bi Bêrîvanê re bûn hêviya rizgariya gel. Bêrîvan jinek gelek jîr û berxwedêr bû. Çend nasnav bi kar dianî û nedihat deşîfrekirin. Demek dirêj dewletê digot qey gelek jinên PKK’î li vir in. Di 16’ê Çileyê 1989’an de xaniyê ku lê dima hat îxbarkirin û operasyon li malê hat kirin. Lê Binevş teslîm nebû û heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Piştî Bêrîvan jiyana xwe ji dest dide bi gel re hêrsek mezin çê dibe. Êdî dema Cizîr tê gotin Bêrîvan dihat hişê her kesî.  Navê Bêrîvan li zarokên keç hat kirin. Berxwedana Newroza Cizîrê Bêrîvan rêxistin kiribû. Jinên ku Bêrîvan wan birêxistin kiribûn, piştî wê li kolanan û Newrozê pêşengtiyê kirin.

Di civaka êzidî de gelek pêşdarazan şikand

Tevlibûna Binevş a nav refên têkoşîna azadiya kurd bandorê li ser civaka êzidî jî kir. Daxwaza wê ya meşandina têkoşînê gelek pêşdarazan jî hejand. Di civaka êzidî de ku jin nikaribûn ji malê derkevin, Binevş ketibû nava têkoşînê û matmayînek mezin afirandibû.

Rastiya jinek e pêşeng

Binevş di dilê gel de cihê xwe çêkir û gelek girîngî da rêxistinbûna jinê. Bi taybet ji bo jinan çalaktir bike hewl da.  Terza xebat, tempo, têkiliyên bi gel re, hezkirina ji zarokan, rêzdariya li hember kal û pîran bandorek mezin li ser gelê Botanê kir. Gel cara yekem bû şahid ku jinek ji wan re pêşengiyê dike.

Navê zarokên keç bûn Bêrîvan

Jinên Botanê Bêrîvan wek jinek ji herêma xwe dîtin. Piştî Berîvan jiyana xwe ji dest da her malbatekê zarokên wan ên hatin dinê navê wê kirin Bêrîvan. Bêrîvan û jinên bûn sembola Newroza Cizîrê, li kolanan pêşengiya xwe berdewam kirin.

‘Çawa li çiyayan hat wisa li gel jî hat’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya der barê Binevş de wiha dibêje: “Berîvan a me şand Cizîrê keçek êzidî bû. Xwişka wê ji bo li zarokên wê binêre, dibe cem xwe Ewropayê. Me jî ew anî refên xwe, em gelek jê bi bandor bûn. Di esasê de me hewl da hezkirinê pê bidin fêrkirin. Dema gihaşt Cudiyê di nameya ku nivîsî de, behsa heybeta çiyayan dikir û digot divê gel bê destgirtin.  Wisa ket nav. Çawa evqas li çiyayan hat, li gel jî hat. Gelê Cizîrê pir jê hez kir. Di şiyarbûna gelê Cizîrê de bandora vê hevalê gelek zêde ye. Keçek me ya wisa bû ku bi xweseriyek mezin tev li perwerdeyan bû. Zêde xwendina wê jî tune bû. Li gundekî mezin bûbû. Pir samîmî bû. Em wisa guhdar dikirin, me çi bigota hema dikir. Heta ev di astekê de pratîze dikir.”

Berxwedana wê hîn li kolanan e

Piştî pêvajoya çareseriyê bidawî bû şûnde gelê Cizîrê li dijî polîtîkayên şer ên dewleta tirk bi ruhê Bêrîvanan berxwedanek mezin nîşan dan.  Piştî pevçûnên bi mehan berdewam kirin, gelê ku xwedî li vê berxwedanê derket ma. Rêya Bêrîvanê bi hezaran jinên kurd şopand. Ji salên 80’ê heta niha, ji Bêrîvanan heta niha ev agirê berxwedanê bi Asya, Roza, Pervîn û Zeryayan berdewam kir.

Çavkanî; JINNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar