Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rûken Ehmed: Dewleta tirk ji bo têkçûna xwe veşêre êrîş dike

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li hemberî van êrîşan dinya alem bêdeng e û wiha got: “Dewleta tirk di vê demê de li hemberî şervanên azadiyê têk çû, ji bo têkçûna xwe bide veşartin, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji bo malbatên leşkerên ku hatine kuştin re bibêje waye em tola wan radikin, êrîşê me dike.”

Dewleta tirk a dagirker li ber çavên cihanê ji 4’ê cotmehê vir ve bi awayekî aşkera êrîşî binesazî û qadên civakî yên rojavayê Kurdistanê dike. Herî dawî ji 23’yê kanûnê ve bi rojane binesaziya herêmê ji petrol, ceryan, fabrîkayên nîsk, pembû, zeytûn, çapxane, nexweşxane, rêbend û gelek cihên xizmetguzariyê bombebaran dike. Li hemberî vê yekê hêrs û berteka gel bilind e û bi rojane şêniyên herêmê her roj li qadan e.  Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed têkildarî armanca êrîşan û armancgirtina binesaziya herêmê, berxwedana gel û êrîşên heyî axivî.

‘Dewleta tirk tehemulî sekna gel û îradeya wan nekir’

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku cihên wekî nexweşxane ku di şeran de hedef nayên girtin ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hat bombebarankirin û wiha got: “Em di serî de sersaxî ji gelê kurd û malbatên kesên ku di êrîşa herî dawî de şehîd bûne re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Ne tenê niha, beriya niha jî dewleta tirk êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrîşan de binesaziya herêmê hat armancgirtin. Gelê me bi îmkanên herî kêm xisara ku li ser herêmê heyî, bi îmkanên xwe careke din dikaribû binesaziya ku hatibû armancgirtin sererast bike. Êrîşa yekem a ku hat kirin armanc pê koçberkirin, bêçarehiştina gel bû. Her wiha xwest gel li hemberî Rêveberiya Xweser rabe lê gelê me hem xwedî li şehîdên xwe derket hem jî destek da sazî û dezgehên xwe ku careke din bikevin xizmetê. Dewleta tirk tehemulî sekna gel û îradeya wan nekir, lewma êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dubare kir, cihên ceryan û binesaziyê armanc girt ku ji bo mirovahiyê şerma herî mezin e cihê xizmeta tenduristiyê yên civakê armanc girt. Cihên gurçik şûştinê ku Rêveberiya Xweser ji gel re vekir bû armanc, ev yek cihê şermê ye. Cihên ku hatin hedefgirtin hemû cihên ku civak xwe bi rê ve dibe ye.”

Sekna gel wê van êrîşan vala derxe

Rûken Ehmed desnîşan kir di vê demê de dewleta tirk li hemberî şervanên azadiyê têk çûye û ji bo ku vê têkçûnê veşêre êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye û wiha domand: “Dewleta tirk di vê demê de li hemberî şervanên azadiyê têk çû, ji bo têkçûna xwe bide veşartin, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji bo malbatên leşkerên ku hatine kuştin re bibêje waye em tola wan radikin, êrîşê me dike. Sekna gelê me careke din van êrîşan vala derxist ku cihê ku hatine armancgirtin gel li pêş wan kon vegirtiye û diparêze û li cihên sazî û dezgehên ku xizmeta civakê dikin kom bûne.”

‘Jin li hemberî çeteyên dewleta tirk xwedî sekneke mezin e’

Rûken Ehmed qala şoreşa Rojava ku bi navê şoreşa jinan tê naskirin kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan e. Di van demên dawî de çalakiyên jinan li hemberî hemû tundiya ku tê kirin, li hemberî zihniyetparêziya ku civak êrîşî jinan dike kuştin, koçberkirina jinan, şerê taybet, madeyên hişbir ku ji van ên herî zêde êş dijîn jin û ciwan in, li hemberî hemû kiryarên xirab ên dewleta tirk û çeteyên dewleta tirk, jin xwedî seknek mezin in. Piştî 13 salan careke din jin ji nû ve pergala xwe ava dikin. Bi taybetî di dema dawî de hevpeymana civakî derket ku rola jinan di wir de wê çawa be, wê di wekheviya gelan de seknek çawa nîşan bidin, li hemberî şer û koçberkirina gel, wê xwedî seknek çawa be diyar bû. Ji bo di warê azadiya fizîkî ya Rêbertî de roleke mezin lîst û beşdarbûna gelek bi hêz sekna xwe nîşan da. Rêber Apo ji bo jinan gelek ked da û wan kir pêşengên civakê lewma jinan biryar dane ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, di asta pêşengî de rolê bilîzin. Lewma dewleta tirk bêtehemuliya xwe li hemberî şoreşa jinan û gelan careke din di vê êrîşê de nîşan da. Ji bo em xwedî li keda jinan derkevin, wê ev êrîş me netirsînin û em gav di paş de navêjin.”

‘Mirov dikare li ser axa xwe xwebûna xwe nas bike’

Di berdewamiya axaftina xwe de Rûken Ehmed bal kişand ser armancgirtina welatiyan di êrîşan de û wiha pê de çû: “Dewleta tirk ne tenê niha  welatiyan armanc digre, di destpêka şoreşê de bi riyên mîna Ceşil Hûr, Cebhet El-Nusra, DAIŞ, êrîş pêk anî. Paşê di sala 2018’an de û heta niha êrîşên dewleta tirk li ser sivîlan nehatine rawestandin. Kesayetên pêşeng di Rêveberiya Xweser de, Hêza Parastin, Komîn, Meclis, Kongra Star û gelek kesan kirin armanc. Heta niha jî civakê dike armanc û dixwaze mirovan bitirsîne. Mirov dikare mînaka bakurê Kurdistanê bide ku dewleta tirk li bakurê Kurdistanê di salên 90’î de xwest civakê bitirsîne, cerdevan derxistin, koçber kirin û li zindanan gelek îşkence li wan kirin, ji bo ji welatê xwe dûr bikevin êrîş dikir ku îro van êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dide meşandin. Îro kargehên ku gel kar dike mîna kargehên nîsk, zeytûn, ard, sawar kir armanc, çima kir armanc? Ji ber bingeha esasî ya tevgera azadî li ser civakê ye. Civakek ku nikaribe xwedî li xwe derkeve, ji komkujiyê re vekiriye, faşîzma dewleta tirk ku bi pêşengiya Erdogan tê birêvebirin, ji bo ku rehê civakê zuha bike, bê îrade bihêle, bê pêşeroj bihêle, koçber bike, êrîş dike. Di dîrokê de gotinek heye dibêje ku ‘Koçberî birayê mirinê ye’ dema civakek koçber bû, ji axa xwe dûr ket, dibe birayê mirinê. Koçberî tu caran avakirin, îrade û xwebûnê ava nake. Mirov dikare li ser axa xwe xwebûna xwe nas bike. Êrîşên herî dawî û ya beriya wê jî sekna gelê me bi taybetî jin û ciwanan di asta herî bilind de bû ku xwedî li ax û welatê xwe derketin.”

Hevpeymana Civakî tirseke mezin xist dilê dewleta tirk

Rûken Ehmed modela jiyana wekhev, azad û aram a Rêveberiya Xweser, di heman demê de herî dawî derxistina hevpeymana civakî û lidarxistina Kongreya MSD’ê nirxand û diyar kir ku şerê ku niha dimeşe di navbera desthilatdar û civakan de ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hevpeymana Civakî li Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda. Hevpeymana civakê çi îfade dike û dewletên qewmî çi îfade dikin derxist holê. Dewletên qewmî yek ziman, al, reng û siyasetê didin meşandin lê hevpeymana civakî û Rêveberiya Xweser hemû rengan di hundirê xwe de dihewîne. Di hevpeymanê de mafên hemû pêkhateyan heye ku hemû kes dikare xwe birêxistin bike, bi zimanê dayikê perwerde bibîne, mafê her kesê heye xwe di pergala Rêveberiya Xweser de di komîn, meclis de xwedî cih be. Di dibistanan de Suryanî, Erebî û Kurdî tê xwendin. Ev yek hem bandorê li pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hem jî li Sûriyeyê dike. Mînaka wê Siwêydayê ku ev çend meh in li hemberî rejîma Şamê ya ku dorpêç kiriye û mafên wan nade, bang dike û dibêje em jî tevlî modela Rêveberiya Xweser bibin. Di warê hevserokatî, desteyên hatine avakirin, ji tenduristî heta xizmetguzarî, ji jin heta ciwanan hemû bûn model. Ji bo ku ev model bibe modela tevahî Rojhilata Navîn, pêwistî bi têkoşînek mezin heye, ji ber pergalên desthilatdar modela me ji xwe re wek mirin dibînin. Ger ev pergala civakî pêk were, dê dewlet winda bibin, dewletên destilatdar desthilatdariya wan namînin, ji ber xwe li ser şeran didin jiyîn. Îro şerê ku tê kirin di navbera desthilatdar û gelan de ye. Civak banga azadî, hebûn û têkoşînê dike, dewlet ji bo desthilatdariya xwe biparêzin li hember civakê şer dikin. Hevpeymana civakî di demek pir girîng de bû ku di heman wextê de MSD’ê kongre çêkir û gelek biryarên girîng girtin.”

Bêdengî hevkariya dewleta tirk nîşan dide

Rûken Ehmed banga rayedarên Tirkiyeyê û Erdogan ku ji bo hedefgirtina binesaziya gazê weke sûc didîtin bi bîr xist û got ku îro dewleta tirk eynî sûcê li dijî axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne nirxand û wiha got: “Di aliyekî de dewleta tirk bi pêşengiya Erdogan êrîşî axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir, ne zarok, jin, welatî û binesaziya herêmê nas nekir. Îcar niha ji bo şerê ku di navbera Hamas û Îsraîlê de tê meşandin, banga cîhanê dike dibêje êrîşa binesazî û sivîlan kirin derveyî mirovahî ye. Ji bo Xezayê ev yek tê gotin lê li hemberî êrîşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiyek mezin pêk hat, li vir êrîşî nexweşxane, xizmetguzarî û avahîsazî kir. Li hemberî van êrîşan dinya alem bêdeng e, kesên ku xwe parazvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin û bi HSD’ê re bi çeteyên DAIŞ’ê re şer kirin mîna Rûsya, Amerîka bêdeng in. Gelê me jî dewletên ku îro xwe wek garantor dibînin, bi hêrs in û qebûl nakin. Divê erkên xwe li hemberî vê gelê pêk bînin, bêdengiya wan nîşan dide hevkarên dewleta tirk in û hevkarên vê sûcê ku li hemberî mirovahî tê kirin e.”

‘Divê em li hemberî qirkirinê têbikoşin’

Rûken Ehmed berxwedana gel li hember êrîşan wiha anî ziman: “Sekna gelê me di êrîşa 4’ê Cotmehê de jî niha jî bê rawestandin berdewam dike. Li kêleka êrîşan pêngavek ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest pê kiribû, gelê me ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî êrîşan xwedî seknek pir mezin e. Dewleta tirk biryara qirkirin, tunekirin û ji bo sîstema me neyê rûniştandin, êrîşî îradeya civakê dike. Divê gelê me ji vê xurtir û bi hêztir bin. Çalakiyên gelê me cihê pîrozî ye û li pê şervanên xwe ne. Dijminê me pêngavek topyekûn a tunekirinê dest pê kirine, em ê jî wek gel li hemberî vê qirkirinê xwedî sekn bin. Hedefa dewleta tirk ji bo qirkirina gelê kurd û qelskirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye lewma divê gelê me bi hêzeke mezin beşdar bibe ku em bikaribin vê êrîşî têk bibin.”

Bi desteka hev, welatê xwe biparêzin

Rûken Ehmed herî dawî bang li ciwan û jinan kir ku pêşengiya vê pêvajoyê bikin û wiha bi dawî kir: “Banga me ji hemû kesan re ew e ku xwedî li şehîdên xwe derkevin û bi axa xwe ve girêdayî bin. Li hember şerê taybet ê ku dijmin dide meşandin divê gelê me xwedî sekna mezin be. Em ê li ser axa xwe, cih û warên xwe azad bibin. Hêviya me ji gelê me heye ku em ê bi desteka hev, welatê xwe biparêzin. Em bang li gel, bi taybetî ji jin û ciwanan dikin ku di vê demê de pêşengiyê bi awayê herî bi hêz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar