Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rûken Ehmed: Jin dikarin dawî li desthilatdariyê bînin

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku Rêber Apo ruhê berxwedanê ava kir û wiha axivî: “Li hemberî polîtîka û kiryarên li dijî jinan pêwîstî bi yekitiya jinan heye. Bi taybetî jî em çiqasî pengava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd di warê siyasî de xurt bikin em ê ewqas bikaribin nêzî azadiyê û wekheviyê bin. Jin gihîşt heqîqeta ku dikare dawî li desthilatdariyê bîne.”

Li seranserî Kurdistanê jin di nav salê de li dijî polîtîkayên mêr-dewletê yên li dijî jinan, polîtîkayên şer, dagirkerî, talan û qetilkirina jinan di nav têkoşînekê mezin de bûn. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed li ser têkoşîna jinan ya li Kurdistanê axivî. Rûken Ehmed destnîşan kir ku jin di nav salekê de li dijî her cûre tundî û dagrikeriyê, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê yê mêr-dewletê têkoşînek mezin dane û bûne xwedî destkeftiyên mezin û ji bo serxistina têkoşînê bal kişand li ser girîngiya yekîtiya jinan.

Rûken Ehmed a bi pîrozkirina 8’ê Adarê dest bi axaftina xwe kir qiha got: “Di serî de ez 8’ê Adarê li jinên tekoşer, jinên ku li qadan ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikim. Bi taybetî jî li gerîlayên YJA-Star’ê ku îro li hemberî dagirkeriya dewleta tirk di nav berxwedanekê mezin de ne, li şervanên YPJ’ê ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriyê yê Tirkiyeyê têkoşînek mezin dane meşandin û heta niha jî li ser lingan e û li hemû jinên Kurdistanê ku salekê tijî bi têkoşîn derbas kirin pîroz dikim. Car din vê rojê li Rêber Apo ku riya azadiyê da pêşiya jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”

Felsefeya Ji Jiyan Azadî li cihanê deng veda

Rûken Ehmed a got “Sala 2023 salekê tijî bi êş û li hemberî wê bi berxwedanekê mezin derbas bû” li ser têkoşîna jinan a li Rojhilatê Kurdistanê wiha got: “Ger em serhildanên li rojhilatê Kurdistanê ya bi dirûşma Jin Jiyan Azadî destpê kir bigirin dest, li hemberî her cûre dagirkeriya Îranê ku bi sedan jinên têkoşer di girtîgehan de ne. Li van girtîgehan jî gelek kiryarên xirab pêkanîn û gelek kesên di van serhildanên Jin Jiyan Azadî de hatibûn girtin hatin darvekirin. Lê mirov dikare bêje ev dirûşm deng veda. Tenê li Kurdistanê nema û bandorê li hemû cîhanê kir. Ev dirûşim bi Kurdî belav bû. Ruxmê êriş û zextên rejîma Îranê jin gav paş ve neavêtin û li qadan bûn.”

Dewleta tirk êrîşî jinên berxwedêr dike

Rûken Ehmed bal kişand li ser zextên dewleta tirk ên li ser jinên li bakurê Kurdistanê û anî ziman ku tevî her tiştî jin dev ji daxwazê xwe yê azadiyê bernedane. Rûken Ehmed wiha got: “Li bakurê Kurdistanê dema em lê dinihêrin zindan bi jinan tijî bûye. Lê tenê li qadan na li zindanan jî berxwedanekê bêhempa dan meşandin. Heya niha jî greva birçîbûnê ya ji bo dawîkirina tecrîdê hatiye destpêkirin 100 roj li pêy xwe hişt. Li qadan jin li hemberî dagirkeriyê, destavêtinên li ser jinan têkoşiyan. Li ser jinên siyasetmedar ên ji bo azadiya jinan têkoşîn dikin, dewleta tirk bi girtin, binçavkirinê êrîşî wan kir. Ji ber her ku jin azad dibe desthilatdarî dikeve nav tengasiyekê mezin. Li bakurê Kurdistanê ne tenê kurd, hemû pêkhateyên ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn li hemberî vê dagirkeriyê di nav berxwedanekê mezin de bûn.”

Başûr kirine cihê komkujiya jinan

Derbarê têkoşîna jinan a li başûrê Kurdistanê jî Rûken Ehmed wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê jî tevî feraseta PDK’ê ya dixwaze li Kurdistan xeta xiyanetê bimeşîne, li dijî têkiliyên di navbera dewleta tirk û PDK’ê li hemberî tevahî civakê li hemberî jinan jin têkoşiyan. Bi qasî vê yekê jî qetilkirina pêşengên jin li başûrê Kurdistanê çêbûn. Siyasetmedara ji rojavayê Kurdistanê heval Zelal bi 8 guleyan hat qetilkirin. Lê tevî van êrişên li ser hebûn û nasnameya jinan berxwedanekê mezin hat nîşandan. Beriya vê dîsa endama Akademiya Lêkolînên Jineolojî heval Nagîhan hatibû qetilkirin. Di vê wateyê de êrişek mezin li başûrê Kurdistanê li dijî pêşengên jin mijara gotinê ye. Lê li dijî van êrişan jî berxwedana jinan mîna hemû qadan li başûrê Kurdistanê jî berdewam kir. Li hemberî destavêtina civakê, li hemberî dewleta tirk ê dixwaze dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê bimeşîne, demografya heremê biguherîne jin li ser lingan e û li hemberî wê têkoşînê dike.”

Rastiya şoreşa Rojava bi navê jin hat pênaserkirin

Rûken Ehmed bal kişand têkoşîna jinan a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 11 sal in şoreş destpê kiriye. Ji xwe şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî di pêşengiya jina kurd de, bi navê jin ev şoreş hat pênasekirin. Ev rastiya ku şoreşa li vê derê bi navê jin hat pênaserkirin ne tenê dirûşmek bû, têkoşînek bêhempa hat meşandin. Di şexsê heval Arîn Mîrkan de li hemberî feraseta DAIŞ’ê ku beriya wê êrîşî Musil û Şengalê kiribû û bi hezaran jinên êzidî dîl girtibû, tekoşînek mezin hat meşandin. PDK’ê û hikûmeta Iraqê van dera berda û ji DAIŞ’ê re hişt. Paşê çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Rojava. Li rojavayê Kurdistanê jî çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî êrişî Kobanê kirin.”

Rûken Ehmed derbarê hedefgirtina Kobanê yê çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana li Kobanê ya bi pêşengiya jinan hat meşandin wiha got: “Kobanê çima cihekî girîng bû? Ji ber yekem cih bû ku Rêber Apo dema ji Bakur hat gav avêt, her wiha Kobanê cihê ku şoreşa 19 Tirmehê lê destpê kir e. Lewra xwestin li Kobanê şikestinê çêbikin. Lê bi destê jina kurd û bi taybetî di kesayeta Arîn Mîrkan, Zozan, Rêvan, Zehrayan de DAIŞ li Kobanê têk çû û ev serkeftin belavî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di dawiya 2019’an de li Baxozê DAIŞ di encama vê têkoşîna jinan de têk çû. Ev hemû serkeftin di bin pêşengiya jin de pêk hat. Ev êrişên DAIŞ’ê tevî êrîşên hovane bûn jî jin gav paş de neavêtin. Ev tenê di warê leşkerî de nema.”

Jin di navenda parastinê de cih digirin

Rûken Ehmed anî ziman ku li herema şoreşa jinan lê pêk hatiye jin him di warê siyasî him jî di warê leşkerî de bûne xwedî destkeftiyên mezin û got: “Di warê siyasî, perwerdekirin, dîplomasî, xwe birêxistinkirinê de, di warê pergala Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye mînaka tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê. Yanî jin hem di qada leşkerî de parastinê dikir, hem jî di siyasetê de bû. Li hemberî polîtîkayên netew-dewletê ku dixwestin naveroka siyasetê vala bikin û jin dûrî siyasetê bixin jin di nav siaysetê de cih girtin. Xwestin ku jin ji parastinê dûr bixin lê jin di navenda parastinê de cih girt. Xwestin jinê ji civakê qût bikin lê jin di warê avakirina komîn, meclis, malên jin, akademî, navendên Kongra Star jinan perwerde kirin, di avakirina pergala Rêveberiya Xweser de, pergala hevserokatiyê de jin cihê xwe girtin.

Berê di pergala me de ji sedî 40 kotaya jinan hebû, ger têkoşîna mezin a jin nebûya îro bi Hevpeymana Civakî ev kotaya jin nedibû ji sedî 50. Heta mirov dikare bêje ku hebûna jinan di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji sedî 50 jî derbas dike. Di warê leşkerî de bi pêşengiya kesayetên mîna Jiyan Tolhildan a fermandartiya rizgarkirina Reqayê kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re weke peytext didîtin, xwe bi  pêş xistin. Heval Jiyan Tolhildan jî di êrişên dewleta Tirk de hat hedef girtin.”

Têkoşîna jinên Kurdistanê bandorê li cîhanê dike

Rûken Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Her ku jin ber bi azadiyê ve gav davêje, pergala desthilatdarî dikevin nav tengasiyê” wiha pêl da axaftina xwe: Dirûşma jinan a ‘Em ê bi vîna jina azad dagirkerî û tecrîdê têk bibin’ ji xwe ve nehatine avêtin. Dagirkeriya ku hemû civakê hedef digre, tecrîda girankirî ya ku di şexsê Rêber Apo de tê xwestin hemû jin û civak bê tecrîdkirin bi giştî qirkirina civakê armanc digrin. Ji ber wê naveroka dirûşima îsal têkbirina dagirkerî û qirkirinê û him jî şikandina tecrîdê ye. Ev têkoşîna jinan a li Kurdistanê jî bandorê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Berê 8’ê Adarê tenê bi rojekê dihat pêşwazîkirin. Jin di wê rojê de dadiketin qadan. Dibe ku gelek cih jî ji 8’ê Adarê ne haydar bû. Lê bi fikr û felsefeya Rêber Apo ku got 8’ê Adarê ne tenê bi wê rojê divê sal 12 meh jin li ser lingan bin û têbikoşin, jin hemû rojên xwe kirin 8’ê Adarê li Kurdistanê.”

Rêber Apo ev ruhê berxwedanê ava kir

Hevserok Rûken Ehmed got, “Têkoşîna jinan li Kurdistanê tenê bi dirûşm ve sînordar nema, tenê bi daketina qadan ve sînordar nema.” Bi berdewamî anî ziman ku li seranserî Kurdistanê jin hem xwe birêxistin kir hem jî barê civakê hemû girt ser xwe û pêşengiyek bi vê rengê kir û wiha got: “Ger em bala xwe bidinê li hemberî feraseta ku îro zilam dimeşîne, ger zilaman perwerde dike, akademiyan vedike, ilmê jin bipêş dixe, partiyên jin ava dike, artêşa jin ava dike ev nerehet bûn. Li Rojhilata Navîn ferasetek wiha hatibû rûniştandin ku jin tune dihat hesibandin. Di asta cîhanê de jin weke amûrê reklamê dihat dîtin, bazar li ser dihat kirin. Rêber Apo di paraznameya xwe de wiha dibêje ‘di şexsê jin de hemû parçeyên laşê wê ketibûn bazaran. Her yekê fiyatek lê dihat birîn.’ Lê dibêje kesekî nepirsî ev ruh li ku derê ye. Rêber Apo ev ruh ava kir.”

Li zindanan li hemberî faşîzmê li ber xwe da

Rûken Ehmed got ku jinên kurd bedelek mezin dan ji bo azadiyê û wiha berdewam kir: “Ger em behsa têkoşîna heval Sara bikin ji qadekê mîna Dersîmê ku di 1937-1938’an de dewleta Tirk a qirker qetlîamên mezin li ser da meşandin, mezin bû. Belkî heval Sara nebû şahidê vê komkujiyê lê yên ku bûn şahidê vê komkujiyê heval Sara bi wan re mezin bû. Weke jinekê Dêrsîmê heval Sara dizanibû ku komkujiyên bi çi rengê li wir hatine meşandin. Ji heremek bi vê rengê hat û pêşengiya têkoşîna azadiya jinan kir. Li zindanan li hemberî faşîzmê li ber xwe da, tif li rûyê faşîzmê kir. Di sala 2013’an de bi komkujiya Parîsê hat qetilkirin tevî du rêhevalên xwe. Kesayetên mîna hevala Sara bûn bingehê artêşbûna jin, partîbûna jin. Bu bingeha ilmê jin a îro em bi Jineolojî behsa wê dikin. Îro jinên Amerîkaya Latîn, jinên alman, afgan tên ji bo girtina vê tecrubeya ku bi têkoşîna hevala Sara bipêş ket li Kurdistanê. Rêbertî di 1993’an artêşbûna jin ava kir. di 1998’an de rêgezên azadiya jin pêşkeşî jinan kir. Piştî 2000’an jî ilmê jin bipêş xist. Ev hemû destkeftiyên mezin ên jinên Kurd in.”

Têkoşîna azadiyê ne tenê karê jinan e

Rûken Ehmed anî ziman ku têkoşîna azadiyê ne tenê berpirsiyariya jinan e, di vê wateyê de bal kişand li ser paraznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê û  wiha got: “Li gelek deverên cîhanê şoreşên mezin çêbûn. Lê dema ku şoreş pêk hat û şûnde rewşa jinan me hemû dît. Lê Rêber Apo viya bi vê rengê nepejirand. Got divê jin bibe xwedî artêş, xwedî partî û xwedî ilm da ku bikaribe pêşengiyê bike. Îro jî Rêber Apo vê erkê daye jin ku pêşengiya hemû civakê bike. Erka guhertin û veguhertina zilam jî da jinan. Bêguman divê zilam jî têkoşînê tenê li ser jin nehêle. Têkoşîna azadiyê ne tenê karê jinan e. Rêbertî di Sosyolojiya Azadiyê de pîvan danîne. Pîvanê ku ger zilam dixwaze azad bibe dê têkoşînek çawa bimeşîne, jinek ger dixwaze azad be dê têkoşînek çawa bimeşîne. Ger zilamek dixwaze azad be wê li hemberî koletiyê têbikoşe, wê bi jina kole re nemeşe. Ger jinek jî dixwaze azad be wê bi zilamek desthilatdar re nemeşe, wê li hemberî feraseta desthilatdariyê têbikoşe. Ev erkê zilam e jî.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed anî ziman ku bi qasî destkeftiyên mezin ên jin bi dest xistine hê jî ji bo guhertina hişmendiya mêr pêdivî bi têkoşînek berfirehtir heye. Rûken Ehmed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têkoşînek bi vê rengê tê meşandin. Lê gelek kêm û kurtî hene. Weke jin ji bo em jî bikaribin bi erka xwe ya pêşengiyê rabin, têkoşîna zayendî bimeşînin, zilam bikşînin xeta azadiyê di warê perwerdekirinê de kêm û kurtiyên me hene. Di vê warê de jî divê em giranî bidin pêşengiya ku divê em pêk bînin. Bi rastî bi tiştên ku hatin bidestxistin bandorek mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Lê hê jî têkoşînek mezin li pêşiya me heye, di warê zihnî de. Rêber Apo qala şoreşa zihnî kir. Ango ne tenê şoreşa çekdarî ku em bi têkoşîna çekdarî dagirkerî û desthilatdariyê têk bibin.”

Pengava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê were xurtkirin

Rûken Ehmed a got “8’ê Adarê roja têkoşîna li dijî bê edaletiyê daketina qadan e” anî ziman ku ji eniya jinê ve ji bo têkoşîneke bi xurtî pêdivî bi yekîtiya jinan a cîhanî heye û wiha got: “Bedela 8’ê Adarê şewitandina laşê jinan bû. Îro jî jin li qadan tên qetilkirin. Ger ewqasî êrîş di roja me de jî li ser jinan heye wê demê tê xwestin ku têkoşînek xurtir bimeşînin. Jin gihîşt wê heqîqetê bê ferq û cûdahî yekitiya jin dikare dawî li desthilatdariyê bîne. Jin li her derê tên qetilkirin. Li hemberî polîtîka û kiryarên li dijî jinan pêwistî bi yekitiya jinan heye. Bi taybetî jî em çiqasî pengava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd di warê siyasî de xurt bikin em ê ewqas bikaribin nêzî azadiyê û wekheviyê bin.”

Rûken Ehmed bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Banga min li hemû jinan ew e ku hemû roj roja têkoşînê ye lê 8’ê Adarê rojek cûda ye. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de li qadan bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar