Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rûniştina ewil a konferansa Lozanê ya li Amedê bi dawî bû

Konferansa bi ser navê “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li Amedê destpêkir. Di rûniştina ewil a konferansê de ev tişr hat gotin: “Tu mafên hevpar hebin divê bên dayîn. Divê 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Azadî, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Însan û Azadî (PÎA) li Amedê konferansa “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li dar dixin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, serokên giştî û berdevkên partiyên din tev li konferansê bûn.

Konferans dê ji 3 rûniştinan pêk bê û rûniştina yekemîn bi moderatoriya Serra Bûcak dest pê kir. Axaftvanên vê rûniştinê nivîskar û lêkolîner Kerem Serhatli, Namik Kemal Dînç û Faîk Bûlût in.

‘Avakirina netew-dewletan di Rojhilata Navîn de bûye înkar’

Serra Bûcak diyar kir ku Peymana Lozanê weke peymaneke aştiyê û destpêka netewe-dewleta Tirkiyeyê tê pênasekirin û wiha got: “Avakirina netew-dewletan li tevahiya Rojhilata Navîn veguherî pergala înkar û asîmîlasyona gelan, baweriyan, mezheban, zimanan û çandan.”

‘Kurdistan bi Peymana Qesr-i Şirînê bû du parçe’

Piştre jî lêkolîner û nivîskar Kerem Serhatli axivî. Serhatli, belgeyek nîşan da û got ku Lozan ew belge ye. Serhatli, bi bîr xist ku Kurdistan bi Peymana Qesr-i Şirînê kirine du parçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî şerê di navbera Îran û Rûsyayê di salên 1904-1913’an de, dewletên weke Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê li parçeyên Kurdistanê hatin avakirin. Bi Peymana Sewrê re ji Dîlokê heta Rihayê di nav Îtalyayê de hat parvekirin. Akçakale ji bo Fransayê, Mûsil, Dihok, Silêmaniye jî dane ingilîzan. Ji Bêrecûkê heta Êlihê ji kurdan re ma.”

‘Em mafên xwe dixwazin’

Bi domdarî Serhatli, da zanîn ku Peymana Lozanê bi 10 zimanan hatiye nivîsandin û got ku tu madeyên wê yên veşarî nînin. Serhatli, anî ziman ku xala 37-38-39’an a peymanê dibêje ku ‘tirk çiqas xwedî mafên xwendin û nivîsandinê bin, gelên din jî xwedî wan mafan in’ û wiha pê de çû: “Em li vê axê şirîkên hev in. Tu mafên hevpar hebe divê bê dayîn. Ji ber vê yekê divê em di nava xwe de Peymana Lozanê nîqaş bikin. Divê ew 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin. Em tiştekî din naxwazin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê mijarê bidome.”

‘Ji bo kurd nebin xwedî maf emperyalîstan her tişt kir’

Namîk Kemal Dînç jî da zanîn ku kurd di cotmeha 1918’an de li Mondrosê û di tîrmeha 1923’yan de li Lozanê bûne çar parçe. Dînç, ev tişt anî ziman: “Ji bo ku kurdên bi Peymana Qesr-i Şirînê bûne du parçe nebin yek, çi ji destê emperyalîstan hatibe kirin. Fransiyên ku ji 1919’an ve li Sûriyeyê serwer in, ji bo ku kurd nebin xwedî maf, gelek hewl dan. Bi peymana Enqereyê mal û hemû tiştên kurdan bûne du parçe. Tirkmenên ku li aliyê Sûriyeya di destê Fransiyan de ye, gihiştin mafên xwe yên weke zimanê zikmakî lê heman tişt ji bo kurdan pêk neanîn û tu maf nedan kurdan.”

‘Aktorên rasteqîn Ingilistan û Tirkiye ne’

Dînç, anî ziman ku tevgera kurd piştî sala 1908’an pêş ket û bal kişand ser girîngiya Tevgera Bedlîsê ya beriya Şerê Cihanê û tevgerên din. Dînç, anî ziman ku Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê mehek piştî Mondrosê li Stenbolê hatiye avakirin û bi demê re nîqaşên vê komeleyê çêbûne û tu têkiliya pêkhateyên li wir bi Kurdistanê re nîne. Dînç, bal kişand ser rewşa kurdên li Sûriye, Îran û Iraqê û wiha derbirî: “Bi Peymana Lozanê re kurd bêstatû û bênasname hatin hiştin. Aktorên rasteqîn Ingilistan û Tirkiye ne. Lozan ji bo kurdan û ermenan tenê şanoyek e. Li Lozanê kurd ne weke aktor nehatin dîtin. Di Lozanê de di bin sernaveke cuda de cih girtin û nûnertî nedan kurdan.”

‘Pêwîste kurd bi awayeke rexneyî ji nû ve li Lozanê binêrin’

Nivîskar Faîk Bûlût jî anî ziman ku her du dewletên mezin bi Peymana Sykes-Pîcotê Kurdistan perçe kirin û wiha got: “Çawa ku partiyên sîstemê li ser mijarên ku me hemûyan eleqedar dikin dibêjin ‘ev tişt ser partiyan re ye’, divê kurd jî weke vê gotinê nêzî vê mijarê bibin. Pêwîste bi awayeke rexneyî ji nû ve li Lozanê binêrin.”

Rûniştina yekemîn a konferansê bi dawî bû. Dê rûniştinên din jî ji çapemeniyê re girtî berdewam bikni.

Deklarasyona konferansê dê sibe saet di 11:00’an de li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat bê ragihandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar