Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rûniştina li ber deriyê AKP’ê qedexe ye!

Yek ji dayikên li ber AKP’ê xwestin çalakiyê lidar bixin Fatka Okka diyar kir ku polîsan bera wan da û wiha got: “Li Amedê dayik rûdinin, li ber CHP’ê karker rûdinin lê em nikarin li ber AKP’ê rûnin. Gelo em ê bi ku ve biçin. Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin.”

Malbatên xwendekarên Dibistana Hêza Hewayî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya Stenbolê yên di dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatin girtin, pêr bi daxwaza edaletê xwestin li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Stenbolê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Lê polîsan destûr nedan malbatan ku biçin ber avahiya AKP û li ber barîkatên polîsan heya demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan ji malbatên ku daxwaza edaletê kirin re gotin “Cihê mûxatabê we ne vê deriyê. Herin serî li rêyên darazê bidin.” Malbatên ji ber avahiya AKP’ê hatin qewirandin, dûre çûn ber Edliya Çaglayan a Stenbolê û daxuyanî dabûn çepmeniyê. Dayika xwendekarê Dibistana Hêza Hewayî Bûrak Okka Fatma Okka ya 44 salî darbarê tiştên jiyan de axivî.

Dayik Okka diyar kir ku berî 3 salan di bin navê “Tetbîqat heye” bangî kurê wê kirin û wiha got: “Kurê min piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hat gitin û wî şandin Girtîgeha Hejmara 2 a Sîlîvrî. 3 sal û 2 mehin kurê min girtiye. Wî terkî nava 4 dîwaran kirin. Bi awayekê bêmaf û bêhiqûq tê girtin. Kes xwedî li zarokên xwe dernakeve. Ev 3 sale li edaletê digerim û cihek nemaye ku ne çûmê. Êdî ez fedî dikim derkevim pêşberî kurê xwe. Cezayê muebeta giran dan zarokên me. General û leşkerên paye bilid ên şeva 15’ê Tîrmehê zarokên me birin wê derê, ji xwe re digerin. General ji girtîtgehan derxistin û zarokên me jî bi cezayê muebetê darizandin.”

Em ji ber avahiya AKP’ê qewirandin’

Okka da zanîn ku wan zarokên xwe teslîmî TSK’ê kirin û wiha bilêv kir: “Ji bo vê du roj berê em çûn ber avahiya AKP’ê ya bajêr. Me xwest em li vê derê dengê xwe dibin bihîstin. Nîv saet şûnde, nasnameya me di GBT’ê re derbas kirin. Dûre em ji ber avahiyê qewirandin. Gelo emê bi ku ve biçin? Polîsan nehiştin ku em li parkê jî rûnin. Amîrê polîsan got ‘ji vir bi qewirin.’ 10 polîsan heya metrobusê em birin. Ma em ne mirovên vî welatîne? Ma em biçin ku derê.”

Ji herkesî re serbest e ji wan re qedexe ye!

Okka, bal kişand ser rewşa dayikên li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rûniştine jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Amedê dayik rûdinin, li ber CHP’ê karker rûdinin lê em nikarin li ber AKP’ê rûnin. Gelo çima ji dayikên li wê derê re serbest, ji me re qedexe ye? Gefa binçavkirinê li me xwarin. Polîsan bi zorê xebatkarên çapemeniyê ji wir dûr xistin. Heya ku rayedarek dernekeve û daxuyanî nede, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Em bi malbatî di girtîgehê dene. Em bi saxî kirine gorê. Hemû dayik dixwazin ku zarokên wan azad bijîn. Em dayik dixwazin zarokên xwe bidin jiyîn. Ji bo vê em edaletê dixwazin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar