Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rûspiyên eşîran bersiv dan daxwaza rejîmê ya parçekirina HSD’ê

Rûspiyên eşîrên ereb ên li herêma Dêrazorê bersiva serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Rejîma Sûriyeyê Elî Memluk ku dixwest eşîrên ereb ji HSD’ê veqetin, da. Rûspiyan ev daxwaz red kir û gotin; ‘Em bi HSD’ê re ne. Ger rejîm ji xwe bawer be bila biçe paneberekî qanih bike ku li pergala wan vegere.’

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê ku di bin konê çalakiyê yê li Eyn Îsayê li dijî dagirkeriya dewleta tirk de hatiye vedan tev li çalakiyê bûn, têkildarî hewldanên rejîma Sûriyeyê ya ji bo parçekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ANHA’yê re axivîn.

Rûspiyên eşîrên herêmê qala serdana serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Rejîma Sûriyeyê Elî Memlûk kirin. Rûspiyan diyar kir ku Memluk çend roj berê di serdana xwe ya bi rûspiyên eşîrên herêmê re ji serokeşîran xwestiye ku ji HSD’ê veqetin. Rûspiyan bersiva vê daxwazê dan û wiha gotin; ‘Em bi yekitiya xaka Sûriyeyê re ne. Em dixwazin herêmên me yên xweser bi di nava Sûriyeyeke hevgirtî de be. Em bangawaziyên ji bo derxistina nakokiyan a di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red dikin.’

‘Ger rejîm bi xwe bawer be bila biçe penaberan qanih bike’

Rûspiyê eşîra Begarayê Hisên El Leteh destnîşan kir ku bangên mezhebperestan tu têkiliya xwe bi welatparêziyê re nîne û wiha pê de çû: “Ev hişmendî bi xwe re ji Sûriyeyê ne tenê wêrankirinê, nakokî, gendelî û qetilkirinê jî tîne. Yên ku bangewaziya parçekirina HSD’ê dikin, ger ku jê were bila di serî de deh penaberên sûriyeyî yên li derveyî welat qanih bikin ku tev li pergala wan bibin.”

El Leteh diyar kir ku HSD parçeyeke ji şêniyên herêmê ye û bi hemû pêkhateyên xwe, parastina gund û bajarên xwe dike. El Leteh wiha domand: “Niha jî li dijî artêşa tirk a dgirker şerê rûmetê dide. Piştgiriya me ya bi HSD’ê re dê bidome.”

‘Em parçekirina HSD’ê red dikin’

Ji rûspiyên eşîra El Igêdadê Îbrahîm El Ewed jî ev tişt destnîşan kir: “Em parçekirina HSD’ê heta dawiyê red dikin û piştgiriyê didin HSD’ê. HSD parastina xaka me dike û destkeftiyên me yên li dijî DAIŞ’ê diparêze.”

‘Em ê bi HSD’ê re xaka xwe biparêzin’

Rûspiyê eşîra El Fehedê ku beşek ji eşîra Şemeranê ye, Şakir Salih jî nêrînên xwe wiha parve kirin: “Em parçekirina HSD’ê red dikin. Em ê bi HSD’ê re bin. Em ê bi HSD’ê re li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer bikin. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin berxwedana HSD’ê ya li dijî dagirkeriyê.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar