Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rûspiyên eşîrên kurd banga avakirina yekitiyê kirin

Rûspiyên eşîrên kurd ên Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta tirk ji bo qirkirina kurdan, bi xeyala avakirina osmaniya nû êrîşî Rojava dike. Rûspiyan got ku dema yekitiya kurdan hatiye û divê partiyên kurd li dijî dagirkeran bibin yek

Dewleta tirk a dagirker di 9’ê cotmehê de bi çekên giran êrîşî herêmên rojavayê Kurdistanê kir û komkujî kirin. Di encama van êrîşan de bi sedan welatî hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar bûn û bi sedhezaran jî koçber bûn. Têkildarî mijarê rûspiyên eşîrên kurdan ên Dirbêsiyê ji ANHA’yê re axivîn.

Ji rûspiyan êzidiyên herêmê Delef Delef anî ziman ku dewleta tirk û çeteyên wê di êrîşên xwe de hemû pêkhateyên herêmê hedef girtine û wiha domand: “Dewleta tirk hewl dide dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Di êrîşên xwe de DAIŞ’ê bi kar tîne. Tenê al û navê wê guherandiye. Me kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî civaka êzidî ya li Şengalê dîtin. Niha jî dewleta tirk hewl dide heman senaryoyê li Rojava bike.”

‘Em ê her tim piştgiriyê bidin HSD’ê’

Delef anî ziman ku HSD’ê ew ji êrîşên dewleta tirk parastine û wiha got: “Em ê her tim piştgiriyê bidin hêzên xwe. Ez bang li hemû partiyên kurd dikim ku bi lezgînî yekitiya xwe ava bikin. ENKS ne ji bo berjewendiyên gelê xwe, tenê ji bo ajandaya xwe dixebite. Lê ev xelete û divê ji bo gelê xwe bixebite.”

Helwesta ENKS’ê

Ji rûspiyên eşîra Sarûxanê Mûsa Sînor jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Êdî dema yekitiya kurdan hatiye. Tevî ku bi ENKS’ê re gelek civîn hatin kirin jî, her tim bi hincetên derew diaxivin. Dewleta tirk bi xeyalên vejandina Osmaniya nû êrîşî Rojava dike. Em şahidin bê ka wan li Serêkaniyê û li herêmên din çi kir. Ji bo qirkirinê êrîşî herêmê dikin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî. Em bi HSD’ê bibawerin ku dê dagirkeran têk bibin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar