Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rûspiyên gelê êzidî: Berpirsê êrîşên li dijî Şengalê Kazimî ye

Li Şengalê rûspî û bawermendên êzidî bi daxuyaniyekê polîtîkayên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku berpirsên êrîşên li dijî Şengalê Mistefa Kazimî ye

Li Şengalê rûspî û bawermendên êzidî bi daxuyaniyekê bang li raya giştî û civaka êzidî hat kirin da ku li dijî planên li hemberî gelê êzidî derkevin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên li ser Şengalê hatin şermezarkirin û destnîşan kirin ku Mistefa Kazimî berpirsê êrîşan e.

Rûspiyan hatina Artêşa Iraqê ya Şengalê rexne kirin û diyar kirin ku ew ê bi tu awayî nehêlin kes dest li warê wan werde, war û perestgehên wan dagir bike. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heke hikûmeta Iraqê rika xwe bidomîne û leşkeran bişîne çiyayê Şengalê ew ê jî bi hemû hêza xwe li dijî vê derkevin û Şengalê biparêzin.

‘Dev ji ax û gelê xwe bernadin’

Bang li êzidiyên cîhanê û Iraqê hat kirin ku li hemberî van planên Iraqê sekna xwe nîşan bidin. Her wiha bang li ciwan, jin û mêran jî hat kirin, çek hilgirin da ku Şengalê li hember hemû êrîşan biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî planan li ser Şengalê çêdikin û hewl didin ku civaka êzidî tune bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berpirsê êrîşên li ser Şengalê Mistefa Kazimî ye. Em ê weke rûspî û bawermendên êzidî bi her awayî li hember van êrîşan bisekinin. Em bang li qada navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin ku li dijî planên Kazimî derkevin. Kazimî dixwaze êzidiyan careke din bikuje û tune bike. Em ê bi tu awayî dev ji parastina ax, şeref, gel, xwîna şehîdên xwe û vîna xwe bernedin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar