Di dawiya meha tebaxê de Wezîrê karê derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov ji Kanala RT ya Rûsya re qale rewşa li Sûriyeyê kir. Lavrov bi taybet qale bakur û rojhilatê Sûriyeyê û kurdan kir û tê de dîsa wekî berê axivî û got ku bila kurd bala xwe bidin Afganistanê ka çawa Amerîka ew di nava lepên Talîban de hiştin wê we jî wiha bihêle. Ger mirov siyaseta Rûsya li herêmê neşopîne, wê bibêje ku ew li gorî berjiwendiyên xelkê herêmê tevdigere û dixwaze demokrasiyê bîne. Lê ev daxuyanî dem bi dem ji bo tehrîkkirina dewleta tirk li hemberî Rêveberiya Xweser tên dayîn. Carne serkirdeyên Rûsya qala vekşîna Amerîka dikin û carna jî tînin ziman ku Amerîka li bakurê Sûriyeyê amadekariyên dewleteke serbixwe dike. Ev daxuyanî bi taybet jî ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsya ve tên ziman. Gelo Rûsya çima van daxuyaniyên ku berê her yekê li aliyekiye dide?
Derbarê vê daxuyaniya Lavrov de, seroka Desteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji televizyona El-Arabiya re axivî û bersiva Lavrov da. Îlham Ehmed aşkere got “ger Rûsya durist e, bila zextê li Şamê bike da were li ser maseya danûstandina rûne û mesele çareser bibe. Bila nebêjin ku biryara Rêveberiya Xweser di destê DYA de ye, biryara me di destê me de ye û fînanseya hêza HSD’ê jî ji xêr û bêra ku ji herêmê derdikeve tê kirin, ne ji welatên derve. Lewra em xwedî biryarê ne.”
Li aliyê din, yên ser bi rejîmê ve û komên ser bi dewleta tirk ve ku xwedî nasnameyên Sûrî ne bi taybe, propagandeyê dikin ku divê Enqere û Şam li dijî Rêveberiya Xweser bikevin tevgerê. Vê yekê jî bi mijara ku kurd dixwazin parçe bibin û divê em nehêlin ve dixwazin îzah bikin. Ew ê rejîma Şamê û Enqere çawa û bi çi şertan li hev werin, hîne ne diyare û ew ê bi rengê heyî jî li hev werin, ew jî ne xuyaye. Belkî li hev werin û belkî neyên, ji ber ev propaganda lihevhatina wan ev çend salin tê kirin. Di rastiyê de ew ê çi çareserî di nava Enqere û Şamê de bibe ger Esed qebûl bike bi Erdogan re li hev were? Şam qale terora li Sûriyeyê dike, lê ji her kesî re eşkere ye ku bi hezaran çete di bin banê dagirkeriya dewleta tirk de li Sûriyeyê bi cih bûne. Şam qale dagirkeriyê dike, gelo ew bawer dike ku dewleta tirk wê wiha hêsan ji deverên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê derbikeve?
Her wiha Rûsya ger bi niyet be bibe navbênkarê Enqere û Şamê, ew ê nikaribe şertên Şamê bi dewleta tirk bide qebûlkirin. Ji ber di esas de ti niyeteke Turkiyê ya vekşîna ji Sûriyeyê tune û ew dixwaze Sûriyeyê parçe bike û komên çete bike desthilat.
Di dawiyê de, xalên girîng ku mirov balê bikşîne ser ew e ku ger niyeta Rêveberiya Xweser parçebûna ji Sûriyeyê bûya, wê hêzên ser bi Hikumeta Şamê ve li çargoşeya Qamişlo û Hesekê nehişta. Her çiqasî ev hêz bê bandor bin jî, lê ev niyeta rast a Rêveberiyê dide xuyakirin. Wekî ku seroka Desteya Karê Derve ya Rêveberiyê Ilham Ehmed jî got; ew çareseriyeke Sûrî bêyî destwerdanên derve dixwazin, divî mafê hemû pêkhateyan parastî be. bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne kêmneteweke wekî ku Sêrgî Lavroj tîne ziman, ew projeyeke çareseriya aloziye ye ku zêdetirî 5 Milyon kes ji ereb, kurd, suryan û asûr tê de cih digrin.