Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Rûsya dê ji bo berjewendiyên xwe tawîzan li Sûriyeyê bide tirk an’

Rencuzogullari destnîşan kir ku di navbera Sûriye, Rûsya û Tirkiyê de mutabaqatek fîîlî heye û wiha domand: "Rûsya ji bo berjewendiyên xwe yên di Sûriyeyê de dê berdewam bike da ku li dijî bloka NATO'yê bibe xwedî destekeke xurt.”

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari hewldanên normalîzekirinê yên dewleta tirk ên bi hikumeta Şamê re yên piştî hilbijartinan, daxuyaniyên Beşar Esad ên der barê vekişîna dewleta tirk ji Sûriyeyê de û têkiliyên Sûriye-Tirkiye-Rûsyayê nirxand.

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku AKP beriya hilbijartinê ji bo normalîzekirina bi Şamê re gelekî hewesdar bû lê piştî hilbijartinê xwe giran kiriye û destnîşan kir ku Erdogan bi tenê gotiye “Deriyên hevdîtinên bi Esad re hê jî vekirî ne.”

Rencuzogullari got: “Dema dibêje derî hê jî vekirî ne, dixwaze peyamekê bide ku ew nerm e. Lê belê şensê Tirkiyeyê nîn e ku ji bo normalîzekirinê 2 mercên bênîqaş ên Sûriyeyê bi cih bîne. Ew çi ne? Vekişîna Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê û rawestandina desteka ji bo terorîstên cihadîst. Şensê Tirkiyeyê nebû ku van her duyan beriya hilbijartinan bike. Wisa xuya kir ku dikare qebûl bike, lê niha ew hewesa zêde nîn e.”

Yê ku terorê xwedî dike tirk in

Hamîde Rencuzogullari bal kişand ser hevpeyvîna Esad ya bi Sky News Arabicê re û diyar kir di gotinên Esed ên têkildarî dewleta tirk de 2 rewşên balkêş hene:  “Ya yekem; Esad teqez kir ku hevdîtineke bêyî şert ne gengaz e. Ya duyemîn jî; dibêje Tirkiye li ser xaka Sûriyeyê dagirker e û diyar dike ku divê ji Sûriyeyê vekişe û desteka xwe ya ji bo terorê rawestîne. Beşar Esad îşaret bi daxuyaniya Tayyîp Erdogan a piştî hilbijartinê ya ji ber rehetiya wî bi bîr xist ku gotibû “Bernameyeke me ya vekişîna ji Sûriyeyê nîn e, em li wir li dijî terorê şer dikin, dema ewlekariya me ya neteweyî tehdît dibe, em ê çawa xwe vekişînin”. Esad li ser vê yekê jî got: “Hemû terorîstên ji Eniya Nusra heta Ehrar El Şam, hemû berhemên pîşesaziya tirk in. Yên ku destekê didinê û terorê xwedî dikin, ew in. Ew behsa kîjan terorê dike?”

Hikumeta Şamê bi berdewamî daxuyaniya Tirkiyeyê ya têkoşîna li dijî terorê ya ji bo ketina xaka Sûriyeyê pûç dike. Ji ber ku Şam hemû ew komên cihadîst ên AKP destekê dide, wek terorîst dibîne. Lê hikumeta Şamê tu carî HSD û komên kurd ên li rojhilatê Firatê ku Tirkiye îdia dike ku ew terorîst in, wek terorîst bi nav nekir.”

‘Sûriye dê li pêşberî Tirkiyeyê xwe nerm neke’

Hamîde Rencuzogullari got: “Têkoşîna li dijî terorê dê ji bo dan û standinan an jî normalîzekirinê nebe şertek. Girîng e ku Esad tevî ku 12 sal di ser re derbas bûne jî, li heman cihî li dijî Tirkiyeyê disekine. Ji ber vê yekê, dema ku têkoşîna li dijî terorê bi Tirkiyeyê re nîqaş dike, divê komên cihadîst ên ku Sûriye, Iraq, Rûsya û Îran jî wek terorîst dibînin û ji aliyê Tirkiyeyê ve hê jî tên destekkirin, dayne ser maseyê. Destê Tirkiyeyê di vî warî de gelekî qels e, ji ber ku ew wan rêxistinan di bin banekî de li hev kom dike. Ji ber vê yekê, xuya ye têkoşîna li dijî terorê dê tu carî nebe pêşşertek ji bo dan û standinan an jî normalîzekirinê. Lê dest ji vekişînê û desteka li dijî terorê bernedaye ku Sûriye wek şertê beriya muzakereyê dibîne. Li aliyê din, şensê Tirkiyeyê heye ku vê bi cih bîne? Na, tune ye. Ji ber ku Sûriyeyê vegeriya nav Komkara Erebî, xuya ye destê wê rehettir e û dê li pêşberî Tirkiyeyê xwe nerm neke.”

‘Normalîzekirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê ewqas hêsan nebe’

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku Sûriye dixwaze bi Tirkiye û Îranê re jî normalîze bibe û got her çi qas pêwistiya Sûriyeyê bi vê normalîzekirinê hebe jî ji hin şertên xwe de tawîzê nade û wiha dewam kir: “Tirkiye ne di wê pozîsyonê de bû ku li ser normalîzekirina bi Sûriyeyê re tiştekî bibêje, bi saya Îran û Rûsyayê ku navbeynkar bûn, axaftina li ser normalîzekirinê dest pê kir. Helbet Rûsya û Îran vê zêdetir dixwazin. Sûriye jî vê dixwaze, normalîzekirina bi Tirkiyeyê re ji bo Sûriyeyê gelekî girîng e. Ji ber ku welatekî xwedî sînorekî hezar kîlometreyî, timî cihadîst tê re tên û diçin, yanî gefê li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe. Di heman demê de sînorê bazirganiyê yê herî mezin e. Rêyek ji bo rizgariya ji dorpêç û cezayan, rizgarkirina sînorên xwe ye. Lê tevî hemû neçariya xwe, Sûriye dudil nebû ku daxwaza vekişîna Tirkiyeyê ya bêşert bike û dawî li piştgiriya wê bi terorê re bi temamî bîne. Ji ber vê yekê belê, ev gotin dê dewam bikin, xuya ye normalîzebûn dê li demeke dirêj belav bibe.”

‘Di navbera wan de mutabaqatek fîîlî heye’

Rencuzogullari got di navbera Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê de, ne zelal be jî, lihevkirinek heye û lihevkirineke de fakto heye.

Hamîde Rencuzogullari wiha pê de çû: “Geşedanên li ser erdê yên piştî civîna Astanayê nîşan didin ku lihevkirinek heye. Heyeta Tehrîr El Şam û Partiya Îslamî ya Tirkistanê ya li bakurê Lazikiyê jî bi balafirên bêmirov êrîşî herêma di bin kontrola artêşa Sûriyeyê de kir. Li aliyê din hêzên Rûsyayê ji hewa ve û artêşa Sûriyeyê ji bejahî ve windahiyên mezin dan Partiya Îslamî ya Tirkistanê û Heyat Tehrîr El Şam. Dema ku ev pêk dihatin, depoyên cebilxaneyan, depoyên drone û bargehên perwerdeyê dihatin bombekirin, Tirkiye bi awayekî awarte bê deng bû. Tirkiye berê qet bê deng nedibû û di cih de bersiv dida. Wê li hemberî komên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên di bin kontrola xwe de wek fîlên xwe pê êrîş bide kirin, yan jî dê di asta dîplomatîk de şermezar bikira. Ji aliyekî din ve jî hem Sûriye û hem jî Rûsya li hemberî operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî noqteyên li herêmên Til Rifet û Til Ebyed (Kobanê) bê deng man. Îhtîmal e ku peymaneke wiha ya dualî ya fîîlî hebe. Li hember operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî komên ku ew patroniya wan dike û Sûriye wek terorîst bi nav dike, dengê xwe bilind nake û Tirkiye li dijî komên ku wek terorîst bi nav dike, dengê xwe bilind nake û ne jî li Rûsya û Sûriyeyê der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî komên ku wek terorîst bi nav dike, dengê xwe bilind nakin. Mîna ku li ser erdê mutabaqateke fîîlî heye û geşedanên li ser rûyê erdê bi vî rengî nîşan didin.”

‘Rûsya dê ji bo berjewendiyên xwe tawîzan li Sûriyeyê bide tirk an’

Hamîde Rencuzogullari got Rûsya dê bi Tirkiyeyê pêngaveke dijwar nede avêtin û dê tawîzan ji xaka Sûriyeyê bide da ku li rex wê bimîne û wiha lê zêde kir: “Rûsya ji bo berjewendiyên xwe yên di Sûriyeyê de dê berdewam bike da ku li dijî bloka NATO’yê bibe xwedî destekeke xurt. Bi ya min Rûsya dê di qada Sûriyeyê de ‘xelat’ekê bide xwe, bi taybetî jî ji bo ku Tirkiye di şerê Ukraynayê de bêalîtiyê li gorî berjewendiya xwe bi kar bîne. Li aliyê din Rûsyayê berê xwe daye Afrîkayê. Piştî derbeya li Nîjerê ku li dijî mêtingeriya Ewropayê dest pê kir, hemû welatên Afrîkaya başûr ên li dora Nîjerê dest bi bilindkirina alên Rûsyayê kir. Ji ber vê yekê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî parzemîna Afrîkayê ji bo Rûsyayê girîng e û daxuyaniyên Tirkiyeyê dijberiya Rojava dike û dê di vê kêliyê de destê Rûsyayê rehet bike. Ji ber vê yekê ez difikirim ku Rûsya dê nehêle Tirkiye pêngaveke zehmet li xaka Sûriyeyê biavêje. Dê tawîzên li ser xaka Sûriyeyê bide da ku li aliyê wê bimîne û ev pirsgirêk dê dirêj biajon.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar