Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Marîa Zaxarova diyar kir ku diyaloga di navbera kurdan û Şamê de xwedî girîngiyek taybet e
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova, di civîna çapemeniyê ya heftane de têkildarî mijarên rojevê axivî.
Marîa Zaxarova destnîşan kir di demeke ku Amerîka biryara vekişandina hêzên xwe ji Suriyeyê daye de, Moskov pir girîng dibîne ku diyaloga di navbera kurdan û Şamê de pêk were.
Zaxarova bi bîr xist ku di dawiya kanûna 2018’an de serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku ew ê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin û wiha got: “Di demeke wiha de avakirian diyaloga di navbera kurdan û Şamê de pir girîng e. Me gelek caran gotiye ku kurd beşek ji civaka Sûriyeyê ku nayên parçekirin in.” MOSKOV