Komîteya Şûnwaran a Herêma Efrînê rêzebinpêkirinên dagirkeran li cih û warên kevnar di hundirê Efrînê de belge kirin û hewl dide wan dosyayan ji rêxistina UNESCO re bi rê bike
Cih û warên kevn û şûnwar ên kantona Efrînê herî zêde para xwe ji binpêkirinên Tirkiyeyê xwar. Armanca êrîşên dagirkeriya Tirkiyê hedefgirtina dîroka kurdan e, ji ber vê êrîşî şûnwaran dike.
Ji roja yekemîn a êrîşên dagirker li ser kantona Efrînê, cihên stratejîk mîna perestgeha Eyn Darê û Nebî Horî kir, her du di nav lîsteya rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî de ne.
Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê, çeteyên wê dest bi rûxandin û dizîna şûnwaran kir. Komîteya Şûnwaran a Herêma Efrînê hewl da binpêkirina şûnwaran belge bike û ji rêxistinên parastina şûwaran re bişîne. Hevserokê komîteyê Hemîd Nasir wiha got: “Komîte rojekê ranewestiya da ku li pey îsbatên binpêkirinên ku şûnwarên Efrînê tê kirin bikeve û dê di rojên pêş de hemû binpêkirinan li gorî derkeftiyên xwe tevî qedexeya dagirkeriya Tirkiyê ku hemû alî destwerdanê nekin û rûdanên di hundirê Efrînê de dernexin, belge bike.”
Nasir teqez kir ku wan hejmareke mezin ji cih, girên şûnwaran bi dîmen, foto û raporan belge kir.
35 gir hatin belgekirin
Li Efrînê 92 girên (kaş) şûnwar li hemû gund û navçeyên kantonê hene, hemû hatin rûxandin. Komîteyê rûxandina 35 girên şûnwar belge kir.
Di nav girên ku komîteyê di demên dawî de bi dîmen û foto belge kir (tepê Ziravikê, li wir bildozer aliyekî mezin ji tepe dirûxîne, Til Ibêdan, Ereb Şêxo, Dîr Siwam, Qerbê, Cindirêsê, Til Eyn Darê ku beriya niha balafirên Tirkiyê ew bombebaran kir, Til Istêr, Eyn Hecir, Kefe Rom, Kemrok).
Rûxandina goristan û tabloyên mozaîk
Di nav cihên şûnwar de ku rastî dizîn û xerabkirinê hat, dêra Marmeron li gundê Birad ku di sala 2011`an kete lîsteya parastina şûnwaran. Dêra Marmeron yek ji dêrên girîng e, di navbera salên 399-402 de hate avakirin û ya herî kevn e.
Li gorî ku komîteyê belge kiriye, çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê dêrê dirûxînin û xerab dikin. Di nav parçe û cihên şûnwar li Efrînê, tabloyên mozaîk, komîteyê xerabkirina tabloyê û dizîna wê belge kir, taybet li Xerab Reza li gundê Termşa, gundê Elibîsê li navçeya Raco û rûxandina qadên Nebî Horî ya kevn.
Her wiha hemû goristanên olî û taybet a civaka êzidî û elewî hatin rûxandin û xerabkirin di nav de “goristana Henan, Kelê Pîrê, Şêx Hemîd li gundê Qestel û goristana gundê Îska li navçeya Cindirêsê.”
Tevî ku komîteya şûnwaran û rêxstinên mafên mirovan gelek dosya û raporên belgekirî ji desteya NY`ê, rêxistina UNESCO û gelek aliyên din, lê rûxandina şûnwarn Efrînê ji dizîn, talankirin û rûxandinan tê paşguhkirin.
16 hezar parçe şûnwar dizîn
Gerînendeyê giştî yê şûnwar û muzexaneyan li Sûriyeyê Mehmûd Hemûd ji dezgehên çapemeniyê re diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiyê 16 hezar parçeyên şûnwar ji Sûriyeyê dizîne û ya dawî ji bajarê Efrînê dizîn û danîn muzexaneyên li Tirkiyeyê.
Çavkanî: Şervîn Mistefe / ANHA