Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rûyê rasteqîn ê qeyrana aborî li qehwexaneyan kifş e!

Li Bedlîsê ku hejmara kesên betal pir zêde ye, hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Welatiyên li qehwexane û çayxaneyan rûniştîne li ser qeyrana aborî û koçberiyê sohbetê dikin

Yek ji bajarê ku hejmara kesên betal zêde ye Bedlîs e. Piraniya zilaman li qehwexane û çayxaneyan rûdinên. Li vî bajarê ku nifûsa wê 51 hezar in hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Ji ber li bajêr derfetên kar tune ye welatî dema xwe li qehwexane û çayxaneyan derbas dikin. Her wiha di sala 2010’an de piştî fabrîkaya TEKEL’ê hat girtin 600 karker betal man û bi deh hezaran cotkarên tûtinê jî mexdûr bûn.

Hejmara kesên betal zêde bû

Li gorî daneyên Odeya Esnaf û Sinhetakaran a Bedlîsê, li navenda bajêr 67 qehwexane hene. Lê belê ev hejmar tenê hejmareke fermî ye. Welatî diyar dikin ku piştî fabrîkaya TEKEL’ê hat girtin hejmara qehwexaneyan zêde bûye. Qehwexane biroj ji mirovan xalî nabin.

Rojeva kesên li çayxane û qehwexaneyan rûdinên niha qeyrana aborî û koçberiya ji mecbûrî ye. Umît Umran ku yek mudawîmê çayxaneyê ye, diyar dike ku ev yek ji ber betaliyê wisa ye û dibêje: “Rûyê rast ê betalî û qeyrana aborî, li qehwexaneyan diyar dibe. Ji ber li vira kar tune ye mirov ji mecbûrî berê xwe didin Stenbol û bajarên din. Ev ciwan hemû ji ber kar tune ye, ji mecbûrî tên li qehwexaneyan rûdinên.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar