Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

S.S ya mexdûra tecawizê, tê darizandin

Polîs Enes Aydemîr tecawiz li S.S kiribû û S.S vê carê dema têkoşîna hiqûqê dida li qereqolê, polîsan tundî lê kir. S.S der barê polîsên ku lê dan de doz vekir. S.S bang li hemû kesî kir ku ji bo rûniştina di meha îlonê de tê dîtin hestiyariyê nîşan bidin.

Li Cizîr a Şirnexê polîs Enes Aydemîr ê parastina Amîrê Asayîşê yê li Midûriyeta Emniyetê dikir, di 8’ê nîsana 2021’ê de tecawizê S.S kir. S.S piştî tiştên jiya li edaletê geriya û bi dehan carî ji ber vê bi tehdîd, heqeret, destdirêjî û tundiya derûnî ya malbat, xizm û gumanbar hat. Lê tevî her tiştî S.S dest ji têkoşîna xwe berneda. Gumanbar der barê wê de doza îftireyê vekir lê di rapora ji aliyê Baskê Zanista Fukulteya Tipa Çapa ya Stenbolê hat amadekirin tecawiz hat piştrastkirin. Piştî raporê S.S ji doza hatibû vekirin di 31’ê gulana 2022’yan de berat kir.
Di têkoşîna xwe de bi biryar e
S.S tevî hemû tiştên jiya, li dijî zext û tehdîdan têkoşîna xwe ya hiqûqî bi israr dimeşîne. S.S ji bo tecawizê bide tespîtkirin di 12’ê nîsana 2021’ê de der barê polîsê gumanbar de serlêdana sûc kir. S.S da zanîn polîsan li qereqolê heqaret lê kirine û li vir tundî lê hatiye kirin û der barê polîsan de jî doz vekir.
S.S der barê pêvajoya dozê û têkoşîna xwe de ji JINNES’ê re axivî.
Ji ber gilî kir heqeret lê hat kirin
S.S da zanîn ku ji bo gilîkirinê çûye qereqolê lê polîsan tundî lê kiriye û got: “Polîs Enes Aydemîr destdirêjî li min kir û min gilî kir. Komîserê bi navê S.U li wir li hember min bi bertek bû. Dema îfadeyê bi ser min de diqiriya. Di tîrmeha 2021’ê de Enes Aydemîr li ber qeymeqamtiyê li min da. Di 10’ê îlona 2021’ê de min biryara parastinê girt. Komîser S.U ji bo biryara parastinê li min geriya. Min got ez ji heyeta Tipa Edlî derbas bûme, rapora min wê bê Cizîrê yan na. Wî jî got te çima gilî kiriye. Min got li qereqolê tundî li min kiriye ji ber vê. Piştre dijûn kir. Tevî vê ez ji bo axaftinê dîsa di 11’ê îlonê de çûm Cizîrê. Polîsan çawa ez dîtim bertek nîşan dan. Ez derketim derveyê qereqolê. Komîser ez binçav kirim. Li min da.  Amîr M.A hat ez bi mirinê tehdîd kirim.”
Der barê min de doz hat vekirin
S.S got beriya biçe Cizîrê li qereqolê geriyaye û got: “Polîsekî telefon vekir. Min got ez bi Komîser S. re dixwazim biaxivim. Wî jî got dixwazî bê vir biaxive. Ez ji bo vê çûm û kemîn amade kirin. Armanca wan ev bû polîsên tecawizkar ceza negire. Li wir jî ji ‘mukaveta polîs’ doz li min vekirin. Rûniştina yekemîn di sibata 2022’yan de hat dîtin. Du şahid hebûn yek tev li bû. Dozger biryara neşopandinê da ser gilîkirina min a lêdanê.”
Di îlonê de biryara rûntiştinê heye
S.S  daxuyakirin ku piştre dosya birine Dadgeha Cezayê Sulh û wiha got: “Biryara min hat qebûlkirin. Dadger got ger doz li wan bê vekirin tu yê berat bikî. Rûniştina min di meha îlonê de ye. Ez banga hestiyariyê li hemû kesî dikim. Daxwaza min jî ev e ku gumanbar bê darizandin û ji peywirê bê girtin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar