Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Tunekirina PKK’ê xeyaleke û dê tu carî ev xeyal pêk neyê’

Tevgera Azadî û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan hatina şanda leşkerî ya tirk a ji bo Bexda û Herêma Kurdistanê, wek hewildanek ji bo  nixumandina binkeftinên siyasî, leşkerî û aborî yên li Tirkiyeyê û hewildanek ji bo tinekirina doza rewa ya kurd dibînin

Navenda Nûçeyan

Roja 18’ê çile şandeyek leşkerî ya dewleta tirk a dagirker ku ji Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Serfermandarê Artêşa tirk Yaşar Guler pêkdihat serdana Bexda û Hewlêrê kir. Şandeya tirk li gel berpirsên Iraq û başûrê Kurdistanê rêze hevdîtin pêkanî. Di derbarê hatina vê şandê û armanca wê de Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bextiyar Mistefa û Berpirsê Desteya Dîpolomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî ji ajansa me re axivîn.

Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bextiyar Mistefa, diyarkir hatina şanda leşkerî ya tirk a ji bo Herêm û Iraqê bi aloziya navxwe ya Tirkiyeyê ve girêdaye. Bextiyar got; “Dewleta tirk ji bo êrişên xwe yên li dervey Tirkiyeyê bi tenê maye û piştgiriya navdewletî wenda kiriye. Bi taybetî piştî hatina Joe Biden desthilata Tirkiyeyê ketiye nava fikaran. Dewleta tirk ji bo berdewamî bi siyaseta xwe ya dagirkeriyê bide, dixwaze piştgiriya Iraq û başûrê Kurdistanê bidestxe.”

Di dewamê de Bextiyar Mistefa da zanîn divê Hikûmeta başûr li gel dewleta tirk ti peywendiyek li ser hesabên parçên din ên Kurdistan û şerê PKK’ê nedeyne. Bextiyar wiha domand; “PKK gele û ji bo bi destxistina mafên kurdan têdikoşe. Dewleta tirk jî dijminê hemû kurda ye. Berpirsyartiyek dîrokî dikeve ser milê hemû aliyên siyasî. Divê rê neyê dayîn peywendî li ser bingehê ziyan gihandina tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd were danîn.”

Berpirsê Desteya Dîpolomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî jî hatina şanda leşkerî ya tirk bi van du sedeman ve girêda; “Dewleta tirk di dema derbasbûyî de di êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistan û PKK’ê de biserneketiye û bê encam maye. Ji bona wê êdî naxwaze artêşa xwe tenê têxe nava şer, dixwaze piştgiriya Iraq û başûrê Kurdistanê jî wergire. Sedema duyem a serdana şanda tirk bi alozî û qeyranên navxweya Tirkiye û peywendiyên wê yên bi derve re girêdaye. Dewleta tirk di warê siyasî, aborî û dîplomasî de li nava civaka navnetewî lewaz bûye. Bi hatina desthilata nû ya Amerîkayê re dixwaze rûpelek nû di warê siyasî, aborî û leşkerî de veke.”

Hisên Kerkûkî diyarkir sedema rewşa niha ya Tirkiyeyê siyaseta xelet a Erdogan û partiya wê ye. Kerkûkî got; “Vê carê jî wê hewildanên dewleta tirk bê encam bin. Ji berku Hikûmeta başûr û Hikûmeta Iraqê bi xwe di nava qeyranan de ne û nikarin alîkariya Tirkiyeyê bikin. Dibe ku PDK wek hizba desthilatdar sozê dabe dewleta tirk. Lê dîrok rastiya vê yekê nîşanê me dide ku tinekirina PKK’ê xeyaleke û wê ti carî ev xeyal pêkneyê. Tenê rêyek çareseriyê li pêş dewleta tirk heye, ew jî divê vegere Îmraliyê û ji bo pêvajoya aştiyê li gel Rêber Apo danûstandinan bike.”

Hesen Kerkûkî di dawiyê de jî got; “Wek Tevgera Azadî daxwazê ji tevayî aliyan dikin ku helwesta xwe zelal bikin ka di gel PDK’ê de ne û li eniya dijî kurdanin, yan jî li ser xeta netewî ne. Ji berku berpirsyartiyek dîrokî li ser milê tevayî aliyên siyasî de heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar