Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di ‘Bernameya Taybet’ a li Stêrk TV de a li ser geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn nirxandinên girîng kir.
Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Gelê Kurd li gel dostên xwe bi çalakiyan nerazîbûnê nîşanî tecrîdê dide. Li Tirkiyeyê jî nîqaş li ser wê yekê tê kirin ku hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Hûn van hemûyan çawa dinirxînin?
Bêguman hemû girîng in. Bûyerên dawî û bi taybetî ya li ser mijara Îmraliyê û Rêber Apo, nîqaşên têne kirin wateya wan hene. Rêber Apo 26 sal in di zindana Îmraliyê de dîlgirtî ye. Her kelî, her saet, her roj di nava lêhûrbûnekê de û her tim jî rojeva tevgera me, partiya me, gelê me û rojeva dewleta Tirkiyeyê de ye, ti carî ji vê rojevê derneket. Salên dawî bi rastî hemleyekê navneteweyî bi pêşengtiya dostên gelê Kurd û Rêber Apo hat pêşxistin. Hemle girîng bû. Gelek rêxistinên navneteweyî bi taybetî jin, ciwan, saziyên sîvîl, siyasetmender, akademîsyen beşdarî vê hemleyê bûn. Çar aliyê dinyayê Asya, Amerîka, Amerîka Latîn, Ewrûpa, Rojhilata Navîn jin rabûn ser piyan. Civak rabû ser piyan. Bi rastî hemleyekê hat pêşxistin û hîna jî dewam e. Encama vê jî derket. Armanca hemleyê wek azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Bi rabûna tecrîdê ne em ne jî gelê me, dostên me xwe îqna nakin û ne razî bin, raste rast azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas bigirin. Û hemû hewldan û têkoşîna vê wê ji bo azadiya Rêber Apo be. Dema dawî yanî wek tê zanîn Omer Ocalan çû Rêber Apo dît. Rêber Apo tiştek got. Hevokek dîrokî got. “Hêza min heye ku vê pirsgirêka Kurd bi şêwazê siyasî û hiqûqî çareser bikim.” Di heman deme de jî got, “Tecrîda li ser min berdewam e.” Bêguman her kes dixwaze bi aliyê xwe ve bikşîne. Em û gelê me dizanin ku tecrîd heye li ser Rêber Apo. Berpirsyartiya me ew e ku têkoşînek hîn radîkaltir, hîn rêxistinkirî hîn berfireh her derê her tim bê dayîn. Ne tene tecrit li ser Rêber Apo rabe, raste rast Rêber Apo fîzîkî azad be. Ev edî pêwîst e jî. 26 sal di Îmraliyê de Rêber Apo bi tena serê xwe di nava tecrîd û zexteke giran de ye. Niha em dizanin, texmîn dikin ku li Îmraliyê çi diqewime. Axaftina dewleta Tirkiyeyê çi Erdogan, çi Behçelî, çi yên din mirov fêm dike ku li Îmraliyê têkoşînek pir dijwar heye. Yanî Bahçelî axivî û got, “hema rojek zûtir pêwîste heyeta DEM Partî Rêber Apo bibîne.” Berî wê jî got, “Li Parlementoya Tirkiyeyê Rêber Apo bila biaxive.” Vana her wek dubare hene, lê di mejiya wan de çi heye, dixwazin çi bikin û çi armanc dikin ev veşartiye. Tiştê mirov texmîn dike zextek heye li Îmraliyê, li ser Rêber Apo. Têkoşînek dijwar heye. Berxwedanek heye. Dewleta Tirkiyeyê wek Behçelî negihîştin armancê xwe. Yan jî hesabê wan tam negirt, wisa xuya dike. Ji xwe duritiyekê pir mezin di vir de heye. Yanî nêzikatiya dewleta Tirkiyeyê, AKP, her wiha MHP’ê li hember Rêber Apo, li hember pirsgirêka Kurd ne dirûst in. Hîna jî bi aqilê mirovan dilîzîn. Li gorî xwe rojev ava bikin, li gorî xwe civak bixapînin, rêxistinê manîpule bikin û her wiha. Yanî ne rastî demokratîk Tirkiyeyê û bi vê re girêdayî meseleya Kurd bê çareserkirin û Rêber Apo azad be. Niha tiştê derketî çi bû, mirov vana hemûyan bîne hesabê wan çi be jî. Qebûl kirin, îtîraf kirin derveyî Rêber Apo demokratîkbûna Tirkiyeyê nabe. Divê Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn de, li cîhanê cihekî girîng û pêwîst bigire. Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin ev yek pêk nayê. Her tim tê gotin yek adres ê herî sereke û herî encam girtî Rêber Apo ye. Dewleta Tirkiyeyê her çiqas nexwest, ne bi dilê wan bû jî ew rastî qebûl kirin, îtîraf kirin. Wan jî dît, derveyî Rêber Apo tiştek nabe. Çima wisa ketin nav hewldanekê? Tengav bûn bêguman. Mesela wan got, em ê gerîla tune bikin, pişta wan bişkênin, îradeya wan bişkênin, civak wê serê xwe bitewîne. PKK’ê wê îzolê bibe, tenê bimîne. Wê çaxê jixwe wê bigihîjin armanca xwe. Û caree din wê meseleya Kurd li gorî xwe çareser bikin. Lê bele hesabê wan negirt. Gerîla her tim bi ser ket. Bi rastî qehrementiyek pir mezin, astek pir bilind e. Bi vê wesîleyê hevalên a niha jî di şerê tunelan de tevdigerin, çalakvanan bi rêzdarî silav dikin û ji wan û ji me hemûyan re serketinê dixwazim. Dewleta Tirkiyeyê li hemberî vê îradeyê, li hemberî vê berxwedanê nikare encam bigire. Hemû derfetên xwe bi kar anî. Hiqûq, pîvanên navneteweyî her tişt da bin lingan. Têrê nekir, PDK xist nava liv û tevgerê, ji xwe re bikar anî. NATO ji xwe her tim piştgiriyê dide wan. Herî kêm bêdeng e. Hema çi xwest ser gelê Kurd û tevgera me bike kesekî megot çima tu dikî. Bi înîsiyatîf, bi rehetî û bêtirs teknolojiya herî pêşketî bi her awayî, her tişt li hember me bi kar anî. Lê encam li ber çavan e. Nikarin. Nikarin hesabê xwe bi ser bixin û yan jî encam bigirin.Di vir de çawa bibe her tim wisa biçe? Di Rojhilata Navîn de pêşketin hene, tiştên nû derdikevin holê. Di heman tiştî de israr bikin, dîsa heman encam wê bê girtin. Ketin nav lêhûrbûnekê, yanî herî kêm hesabê wan negirt. Wisa şaş û maş man. Li Îmraliyê, li ser Rêber Apo nêzî çar sal tecrît berdewam kir. Zextek, têkoşînek hebû. Li Îmraliyê Rêber Apo sekna xwe ne tenê parast, her tim wek hêza çareseriyê xwe diyar kir û dewleta Tirkiyeyê li wî dîwarî ket. Nikarî di wir de jî encam bigire. Wekî din jî çi Sûriyeyê çi li temamiya Rojhilata Navîn tiştên tên nîqaşkirin û tesîra dawî hesabê dewleta Tirkiyeyê ya Osmaniya nû ku encam nagire ketin nav tirsekê, ket nav lêgerînekê. Em çawa bikin, PKK’ê manîpulê bikin. Rêber Apo li aliyekî, PKK’ê aliyekî, siyaseta Kurd a legal aliyekî, ya din aliyekî. Yanî xwestin pê bilîzîn. Ku xwestin hesabê xwe bi ser bixin. Xwestin ji xwe re rêyekê bibînin, hesabê xwe bi ser bixin. Niha jî ev pêvajo wisa berdewam e. Nebe Rêber Apo vaye gotiye, “hêza min heye hem teorîk hem pratîk em vê meseleyê bînin zemîna çareseriyê.” Timî Tirkiye tenê diaxive, hîna jî wek plana ne ser xêrê dixebite. Ne berpirsyartî li hember civaka xwe, mirovahî tiştek erênî dike. Di axaftina wan de tê dîtin. Akademîsyenên wan, şêwirmendên wan her roj hîna jî li çavê her kesî mêze dikin, çi dibêjin, miletî Kurd nîne, miletî Kurd miletî Tirkiyeyê. Yanî Kurd nînîn, navê vê ev e. Baş e, em ji wan kesan re bêjin, wek mînak ji bo vê were fêmkirin ez dibêjim. Tirk nînin, Tirk Ereb in, yan jî Îngîlîz in. Wisa dibe yanî. Rastiyek vê heye an na. Lê dibejin Kurd nîne. Kurd Tirk in. Kurd Kurd in, Tirk jî Tirk in. Yanî van ne kesek pê şerm dibe yan jî kesek xwe li ser ne bilind bibîne ne jî biçûk bibîne ye. Hemû netew yanî pîroz in, hemû netew cihekî wan heye û ya girîng wek layiqa xwe demokratîk û azad bijîn. Lê Tirkiyeyê hîna jî dibêje Kurd nîne. Kurd Tirk in. Ê meseleya Kurd nîne, meseleya terorê heye. Federasyon nabe. Xweserî nabe. Bi zimanê dayîkê perwerde nabe. Baş e çi dibe. Yanî navê wê dîsa înkarkirin û redkirina gelê Kurd e. Ev zihnîyet ne zihniyeta çareseriyê ye, ne zihniyetek berpirsyartiyê. Herhalde hîna jî dibêjin em Kurdan bixepînin, li gorî rojev ava bikin. dixwazin nav Kurdan de lîstokekê pêş bixin. Herhalde hesab wisa difikirin. Lê sed sal in zêdetir vê polîtîkayê qirêj ne encamgirtî li hemberî Kurdan neheqî berdewam kirin. Jixwe encam negirtin. Wê çaxê li hember rastiyê rêzdar bin. Yanî meseleya Kurd qebûl bikin û çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Heger ne wisa be, nabe. Jixwe gelê me jî li hember vê nîqaşa dawî dijî şer e. Dibêjin ev lîstok e, tiştek wisa nabe. Heger ne lîstok be çareseriya dewleta Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka Kurd çi be, pêwîste aşkere, zelal bîne ziman. An jî heger dirûst be, dixwaze çareser bike pêwîste wê çaxê Rêber Apo fîzîkî azad be û raste rast vê pêvajoyê de cih bigire û rêve bibe. Miletê me vê dibêje. Miletê me di têkoşîna xwe de sist nabe. Li aliyekî behsa çareseriyê bike, Rêber Apo bila were biaxive, nîqaş bike, li aliyê din ser hev her roj derekê qayûm bavêje, îradeya gelê Kurd qebûl neke. Temamî Tirkiyeyê de li Batmanê sedî 65 yekemîn şarederî qezenc kiriye DEM Partî. Lê tu red bikî, li şûna wî walî bajeve û navê jî demokrasî be. Li her derê jî berdewam bikî. Gelê Kurd vê dibîne. Ne mimkûne vê hezm bike û qebûl bike. Ev ne mêjî, ne ziman ne jî berpirsyariya çareseriyê ye. Ev redkirinek cuda û wisa berdewam zihniyeta înkarê Gelê Kurd e. Hîna jî şer de israr in. Heger ku dirûst bin, cidî bin Rêber Apo jixwe amade ye. Gelê me û tevgera me ji çareseriyê re amade ne. Nebe, sedema van pirsgirêkên Tirkiyeyê tên jiyankirin, wê rojê derekê de derket, vî şerî de destpêk heta niha 3 trîlyon dolar butçe herckirine. 3 trîlyon dolar. Ev butçeya welatekî ye. Heger îro aboriya Tirkiyeyê binketiye, heger îro însan bêkar in, birçî û belangazin û wisa neçar mane sedema vê serekê şerê hemberî gelê Kurd tê dayîn e. 3 trîlyon dolar. Sendîkayên Tirkiyeyê qala van tiştan nakin, siyasetmedar qala van tiştan nakin, heta DEM Partî pêwîste zêdetir qala van tiştan bike. Ev şer jiyana civaka Tirkiyeyê, pêşeroja civaka Tirkiyeyê, psîkolojiya civaka Tirkiyeyê serûbinê hev kiriye. Siyaseta wan wisa kiriye, xitimiyê. Ne tenê hûndir de xitimiyê, li derva jî rezîl û riswa bûne. Her çiqas bi aqilê Osmanî bêjin em ê xwe li Rojhilata Navîn belav bikin û her derê diwarekê dikevin dizivirin. Yanî çare nîne. Yan ev mesele bê çareserkirin û vê meseleyê bi rêzdarî qebûl bikin yan jî wê patînaj bikin û her biçe wenda bikin.
Niha Tirkiyeyê di warê aborî, siyasî, civakî de xitimiyê û qeyranekê mezin dijî. Lê ji bo rojevê guhertinê carekê serî li qeyûman da. Vê carê bi şêwazekê cudatir qeyûman pêş dixe. Hem şaredariyên DEM Partî û yên CHP’ê dixin rojeva xwe û dest datînin ser. Hûn vê rêbaza nû ya ku bi qeyûman pêş dikeve û helwesta li hemberî vê tê dayîn çawa dinirxînin?
Yanî Qeyûm çawa bê pênasekirin? Dîktatoriyê tabî, faşîzm e, dagirkeri ye. Îradeya gel tune hesibandin e. Dana bin lingan e.Mesaja ku bi vê re tê dayîn jî girîng e, “ey Kurd, ey siyasetmedarên Kurd heger hûn wek me nefikirin, wek me tevnegerin hûnê wisa bibin. Hûnê rehetî nebînin, hûnê demokratîk nikarin jiyan bikin. Mesaja tê dayîn ev e.Jixwe duh ne pêr Devlet Bahçelî çi got ji bo DEM Partî, yan tê werî rê yanî tu yê xwe ji nû ve ava bikî yan jî tu yê berdest bî. Yanî siyasetmedarek li gorî qanûna Tirkiyeyê kî dikare derhaqê partiyekê ku 8-9 mîlyon deng girtiyê, ewqas şaredarî girtiye, ewqas wekîlê wan di parlementoyê de dikare bêje ya tu wisa bibî ya te wisa bibî. Dîktatorek dikare bêje. Bahçelî encax dikare bêje. Yanî te yan wek min bibî yan jî te berdest bibî. Dewleta Tirkiyeyê mijara gelê Kurd de, tevgera azadiyê de, PKK’ê de çi bêje bi zanabûn dibêje. Rastgelê nabêje. Çi gav davêje, hesab dike davêje. Çi diaxive, hesab dike diaxive. Axaftina Bahçelî jî wateya wê wisa ye. Qeyûm jî wateya wê heye. Ne tenê filankes nizanim çi kiriye, hincetê wê çi dibe bila bibe wî deyne aliyekî, li şûna wan qeymeqam an jî walî dişînin. Tene ne wisaye. Ev peyameke e. Dibêjin, ger hûn ne weke me bin, ger hûn di ya xwe de israr bikin, hûn li ser navê xwe siyasetê bikin, hûn di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bi israr bin em rê nadin we, em ê qeyûm bişînin ser we. Peyaman wan ev e. Gelê me vê fêm dike. Helwestên tên dayîn pîroz û girîng in. Lê diyare ku têrê nakin. Zexte pir zêde li ser gelê me heye û faşîzm heye. Ev rast e. Lê parastina rûmeta xwe, keda xwe û destketiyên xwe jî bedel dixwaze, berxwedan dixwaze. Gelê me bi rastî berxwedaneke pîroz dikin. Divê zêdetir û bênavber bikin. Mînak, dema qeyûm avêtin derekê, divê weke ku qeyûma vêtine her derê rabin ser piyan. Ne weke ku tenê qeyûm avêtine cihekî tenû wir tenê rabe ser. Divê temamê Kurdistanê rabe ser piyan. Divê bi rehetî nikarbin qeyûman bavêjin ser derekê. Her şewazê têkoşîn divê. Şêwazî, hiqûqî, siyasî, navneteweyî, civakî çalakî, berxwedan bê meşandin. Yanî divê rojê li wan teng bikin. Bi rehetî divê qeyûman nikaribin bavêjin ser vîna gel. Gelê Kurd di vê mijarê de di nava tevgerê de ye û berxwedaneke girîng heye, lê weke me anî ziman divê bi giştî be. Ne teng nemîne, demkurt nebe û yek alî nebe. Divê pir alî, bê navber û li her derê têkoşîn bê dayîn. Çima? Beriya her tiştî ev neheqiyeke, dest davêje ser vîna te. Dibêje ez te qebûl nakim. Li hember vê divê helwest hebe û têkoşîn hebe. Ne tenê gelê Kurd, her kesên ku ji xwe re dibêje ez siyasetmedar im, demokrat im, li dijî faşîzmê me her kes, bi hev re vîn û hêza xwe bike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ne derveyî çareserkirina pirsgirûka Kurd e. çareseriya pirsgirêka Kurd jî ne derveyî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev herdu bi hev ve girêdayî ne. Êşa wan jî kêfxweşiya wan jî yek e. Ji bo vê hêzên demokratîk, sosyalîst û bi taybetî yên li dijî faşîzmê ne, heta yên nirxên lîberlîzmê jî her kes lazime li hemberî vê otorîte û dîktatoriya AKP-MHP’ê û avêtina qeyûman li her derê hêza xwe bikin yek û bi hev re têbikoşin. Mînak li Tirkiyeyê pêwîste civak û hêzên demokratîk bêhtir birêxistinkirî bin û bêhtir rabin ser piyan. Di vê mijarê de qeyûm avêtin ser yên CHP’ê jî. Ne tenê Esenyurt û Pulurê ye, wê bişînin her derê. AKP diceribîne, lê dinêre ger CHP di vê astê de biçe wê zêdertir qeyûman bavêjin ser wan jî. Divê CHP’ê hinekî fam kiibe. Ger radîkal li ber xwe ne de, ji Kurdan ne tirse û bi hev re çalakiyan bike. Divê wêrek be. Ev yek di esasê xwe de ne mijareke wêrekbûnê ye jî, li holê neheq, faşîzm heye. Pêwîste li sijî faşîzmê bi hev re têbikoşin. Qeyûman hem davêje ser şaredariyên te û hem jî davêje ser şaredariyên DEM Partiyê. Navêjin ser ên te jî pêwîste bibêje em bi hev re çalakiyan bikin. Ez vê bibêjim ku CHP di vê mijarê de hinekî kêm e. Hûza wan jî heye. Dibêje piştî hilbijartinan em bûne partiya yekemîn. Bi rastî jî dikare Tirkiyeyê bihejîne. Di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de dikare bihejîne. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî faşîzmê tevger bin û çalak bin. CHP di vê mijarê de sist e. Raste di nava hewldanekê de ne lê têrê nakê. Pêwîste CHP rola xwe bilîze. Nelîze wê qeyûman bavêjin ser şaredariyan wan jî. Bi kurtayî mijara qeyûman ev e. Yek, tengavbûna faşîzma AKP-MHP’ê neçar dimîne. Faşîzm dema ku cih li wan teng dibe bêhtir har dibin, wisa ye. Ji ber ku faşîst in. Ev faşîst in, davêjin ser şaredariyan, saziyên sivîl û hêzên demokratîk. Dudu, peyamê didin xeta me û stratejiya me paşve gav bidin avêtin. Sisê, pêwîste her kes li hemberî van qeyûman xwedî helwest be û têbikoşe. Dîktatorî mezin tê dîtin û wisa xuya dike, di aliyê desthilatdariyê de wisa ye. Lê di bingeha wî ne xuurt e. Niha AKP-MHP di nava civakê de hêza wan ne xurt e. Hezkirina civakê li hemberî wan nîne. Heta di nava dewletê de jî nîne. Aborî têkçûye, siyaset têkçûye. Bi her tiştî lîstine. Tenê hêza dewletê ye. Ma hêza dewletê jî ne her tişt e. Civak û heqîqet pêwîst e. Di vê mijarê de têkoşîn hîn xurtir were meşandin, faşîzm neçare paşve gav bavêje, yan jî birûxe û têk biçe.
Niha şerê Rojhilata Navîn, şerê Îsraîl û Fîlîstînê, piştî wê derbasî Lubnanê bû û niha Sûriyeyê careke din bû qada şer. Ev şerê Sûriyeyê ku careke din rû da bi kîjan armancê pêş ket û di vê êrîşê de rol û mîsyona kîjan hêzan çi ye?
Tabî mesele kûr e. Li Rojhilata Navîn sedsal berê bêhesab û belasebeb ewqas dewlet ji jor ve nehatin avakirin. Ne bi vîna civakan pêk hat. Armancek û stratejiyek wê demê bû. Ji jor de ev netewe dewlet hatin avakirin. Çima? Ji bo hev bikujin, bişkînin, alozî hebe, ne xwedî hêz bin, negihêjin heqîqetê û ji jor ve jî hêzên hegemonîk her tim li ser serê wan bimîne û wan bi rê ve bibin. Sedsal ev hat jiyîn. Para gelê Kurd çi bû? Weke tê zanîn sedsal ber Konferansa Qahîreyê tê zanîn. Pisgirêka Kurd çareser nebe, Kurdistan çar parçe be û kîjan dewlet bi hêz bîne bi pirsgirêka Kurd bilîze. Ev sedsal berdewam kir. Sedsal şûnde îro ew konsept û stratejî emrê wî tije bûye, êdî naçe. Ji bo vê jî guhertin divê. Guhertin jî yan bi hêzên demokratîk û civakê bi pêş bikeve. Têkoşînek wisa heye. Bi taybet paradîgmaya Rêber Apo di vê mijarê de pêşengiyê dike. Li aliyê din hêzên hegemonîk, modernîteya kapîtalîst jî weke şêwaza vji guhertinê re vekirî ye. Ew jî demdirêj li berjewendiyên xwe difikire. Ger mirov wisa bigire dest. Li ser şerê Îsraîl û Hamasê salek zêdetir derbas bû. Beriya vê ne tenê bi Xeze, Fîlîstîn û îsraîlê re sînordar bû. Her ku çû bandora wê fireh bû. Piştre Îsraîl bi taybet hêza Amerîka û hêzên hegemonîk, em nebêjin pişta Hamasê şikand, lê derbeke giran lê xist. Niha gelê Fîlîstînê çi êşê dikşîne li ber çavan e. Dûre Hîzbûllah ji xwe re kir hedef. Bi heman şêwazê, dîsa bi piştgiriya hêzên navneteweyî, bi teknolojiya pêşketî û bi hêza xwe Hîzbûllah ji xwe re kir hedef. Derbek giran li wan jî xist. Diyare ku li ser Lubnanê li gorî xwe dîzaynkirinek heye. Vaye Brîtanya, Amerîka, bi giştî Ewropa û Îsraîl, yanî Lubnan ne ku giraniya desthilatiya Hîzbûllah hebe, berovajî vê bi giranî desthilatiyeke Sunnî, Durzî, Xiristiyan bê avakirin. Hîzbûllah hebe, hebe ew jî di asta jêr de be. Di asta ku ji berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê re nebe asteng. Niha rewşeke wisa dan Lubnanê. Ev berdewam e û Sûriye jî bi vê ve girêdayî ye. Niha rejîma Sûriyeyê derba xwariye. esela Hîzbûllah darbe xwar. Îran ji xwe re kirin hedef, niha li ser axa Sûriyeyê weke berê nikare xwedî rol be. Dewleta Tirkiyeyê her tim dixwest fesendekê bibîne ku hesabê xwe li ser Sûriyeyê dikare çawa pêk bîne. Bi deh hezaran DAIŞ û bermahiyên wê li ser axa Sûriyeyê ne. Tirkiye vala vala piştgirî neda wan. Koka wan ji DAIŞ’ê tên. HTŞ piraniya wan ji DAIŞ’ê tên. Tirkiye çi dibêje dijberî wê dike. Dibêje em ji axa Sûriyeyê re rêzdar in, lê ji 4’an 2 an jî 5’an 2 axa Sûriyeyê dagir kiriye. Ne tenê dagir kiriye, îlhaq kiriye. Yanî pergala dewleta xwe biriye wê derê. Dibistanên xwe vekiriye. Bi walî û qeymaqam wir bi rê ve dibe. Bahçelî 2 roj berê got, Heleb bajarekî Tirkiyeyê ye. Rast e îslam, misliman e lê di heman demê de bajarekî Tirkiyeyê ye. Ew aqilê Osmanî hîn jî civakên Rojhilata Navîn weke eyaletên xwe dibînin. Xwe li jor dibînin yên din jî biçûk, bê vîn dibînin. Aqilê dewleta Tirkiyeyê ev e. Di aliyekî de dibêje em axa Sûriyeyê diparêzin û li aliyê din jî 4’an 2 an jî 5’an 2’an dagir dike. Mînak dibêje em krîzê naxwazin bila aloziyê çênebe. Destpêka aloziyan û dawiya wê jî bi wan çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hat jiyîn. Yanî çi dibêje dijberî wê dike. Tirkiye beriya niha çi got? Dibêje Îsraîl amadekariya êrîşa ser Sûriyeyê dike. Diyare ku bi xwe amadekariyeke wisa kiriye. Dibe ku ew ne bi tenê be. Di demên dawî de Brîtanya, Amerîka, heta tê gotin îstixbarata Îsraîl hemû çûn serdana Tirkiyeyê û hevdîtin çêkirin. Em niznanin bê vana bi hev re plan kirin. Lê Tirkiyeyê wiha axivî. Berê jî li ser Sûriyeyê hesabekî wan hebû. Niha ne diyare bê Sûriye ber bi ku derê ve biçe. Tiştên vekirî û tên zanîn ev e. Ji destpêka Sûriyeyê me her tim paradîgmaya Rêber Apo dixwest. Hemû netewe, civak bi hev re weke neteweya demokratîk bi hev re bijîn. Xwe ji nîjadperestî û kevneperestiyê dûr bixin. Jiyaneke demokratîk bi hev re ava bikin. Ne di nava hesabên dewletbûn, netewe dewletê de bûn. Jixwe paradîgmaya me diyar e. Rojava jî di vê mijarê de xwedî helwest bû. Her tim gotin em ne alîgirê parçebûna Sûriyeyê ne, em Sûriyeke demokratîk û bi hev re bijîn dixwazin. Çi Kurd, Ereb, Xiristiyan, Durzî û hwd em bi hev re bijîn. Ya rast jî ev e. Ew aqilê netewe dewletê ya teng, ti carî girîngî nedaye demokratîkbûnê û her tim di ya xwe de israr kir. Rûsya wan rola xwe nelîstin. Îran di nava hewldanekê de bû, hêza wan têrê nekir an jî tiştekî din bû wan jî encam negirt. Herî dawî bingeha êrîşeke wisa hat avakirin û hişt ku êrîşeke wisa li Sûriyeyê biqewime. Erdogan niha çi dibêje? Dibêje me berê ji Beşar Esad re got wî qebûl nekir. Em dîsa amade ne. Çawa amade ne? Dibêje me derb li te xist û te birîndar kir, niha ti neçare bê ber me. Bi giştî Sûriyeyeke çawa dixwazin?Sûriyeke ne xwedî vîn be û karibe di pergala heyî de kar bike û qebûl bike. Sûriyeyek wisa dixwazin. Tirkiye jî dixwaze li gorî wî be. Sûriye ber bi ku derê ve biçe em nizanin. Ji bo Sûriyeyê ya rast û di demeke kurt de neteweya demokratîk ku hemû çand, nasname, ol û netew tê de cih digirin. Divê Sûriye bi Rojava re li hev bikin û modela xwe ava bikin. Rêya çareseriyê wisa derxin pêş. Nebe pirsgirêk e. Dewleta Sûriyeyê wê zirar bibîne. Wisa namîne. Guhertineke teqez bê jiyîn. Daxwaze me ew e ku dewleta Sûriyeyê vê rastiyê bibîne. Tiştên ku heta niha nekiriye û bi salan çavên xwe jê re girtiye, ji niha şûnde çavên xwe veke, bibîne û rola xwe ya çareseriyê bilîze. Em nizanin bê wê Sûriye bi ku derê ve biçe. Dewleta Tirkiyeyê wê heta dawiyê van çeteyan bi kar bîne.
Tê bîra we DAIŞ wexta li Mûsilê bi tanqan, cebilxane û çekên giran li ber çavên mirovahiyê derbasî Sûriyeyê bûn. Kesî negot bê hûn bi ku derê de diçin. Piştre li serê rojava bûn bela. Kobanê li ber xwe da. Hêzên navneteweyî DAIŞ’ê ji xwe re kirin hedef û pişta wan şikandin. Dibe ku HTŞ jî wisa bibe. Çarenûsa wan jî jî wekî wan be. Vana ji xwe re peyda dikin, bi rêxistin dikin, pê dilîzin û piştre didin alîkî. Ev ê li serê dewleta Tirkiyeyê jî bibin bela. Di encamê de Sûriye welatekî cûda ye. Tirkiye her tim nikare roja wan diyar bike eyar bide wan. Ne hêza wan têrê dike, ne jî aqlê wan têrê dike. Ev pirsgirêk wê li serê dewleta Tirkiyeyê jî bibe bela. Çareserî, taybet di vê pêvajoyê de ji hundir de dewleta Tirkiyeyê zûtir bi Rêber Apo re cîdî û rêz diyar bike, muzakere bike û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Pisgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Piştre jî ji bo derdor û welatên dinji pêşeroja wê re nebe xetere. Nebe wê her tim vê tirsê bijî û rewşa Tirkiyeyê jî hêz, însiyatîf û vîn winda bike. Dibe ku Trikiye di van demê dawî de bi çeteyan li ser axa Sûriyeyê hemle kir, lê bi giştî dema mirov lê dinêre, di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn ne xwedî rol e. Beramberî vê jî cara yekem Kurd faktora esasî ye. Kurd li her derê vîn û hêzek in. Derveyî Kurdan guhertineke li ser navê demokrasiyê ne mumkun e. Rast e, pêşeroj û rewşa heyî xeterî hene, lê gelek derfet jî hene. Divê gelê Kurd siyaset û hêza xwe bi kar bînin, gavên pêwîst di wextê de bavêjin wê demê dikarin roleke girîng û dîrokî bilîzin. Lê şensê Tirkiyeyê nîne. Tirkiye tenê bi benê DAIŞ’ê niakre pêşeroja xwe diyar bike. Divê mirov bê yekê baş bibîne û baş fêm bike.
Ji bo çareseriyên Sûriyeyê civînên weke Astana pêş ketinî. Di vê êrîşê de derket holê ku ev hêzên ku di Astana de rol dilîstin li pey hev lîstik dilîzin û bîra hev dikolin. Hûn vê rewşa heyî çawa dinirxînin?
Beriya civînên Astana, sala 2016 an jî 2017’an Rojava hem bi Sûriye re, hem bi Rûsya û Îranê re dixwest çareseriyê pêş bixe, rêyekê bibîne. Bi duristî dixwestin karekî bikin. Heta Rûsya jî qebûl kiribû ku di formata Astana de Sûriye, Rojava û Rûsya li hev rûnên û vê pirsgirêkê çareser bikin. Piştre bi zanebûn ji raya giştî re belav kirin û Tirkiye çû bi wan re hevdîtin kirin. Herhal xwestin Tirkiye tawîzan bide. Ev format hat guhertin û navê Astana derket pêş. Rûsya, Îran, Tirkiye û li derve jî Sûriye di nava vê de bûn. Di esasê de her yekî dixwest bîra yên din bikole. Yek jî ji hev bawer nedikirin. Nabe jî. Dewleta Tirkiyeyê endamê NATO’yê ye. Rûsya dizane bê wateya NATO’yê çi ye. Li Rojhilata Navîn Tirkiye û Îran mînak in. Heta di dema Împaratoriya Îran û Osmanî de jî wisa ye. Her tim di navbera wan de nakokî hene. Heta niha tenê li ser pirsgirêka Kurd li hev dikin. Ev jî qedera Kurdan e. Lê êdî ev jî ji destê wan diçe. Van her tim ji hev bawer nedikirin û ti carê berjewendiyan wan nagihêjin hev. Dinya ne tenê pirsgirêka Kurd e. Li Rojhilata Navîn tiştên cûda diqewimin. Li Astana binê lingên hev dişemitandin. Heta ku derê dikarin bi hev re bimeşin. Belê heta derekê hatin. Bi taybet di pêvajoya van çend rojên dawî her tişt derxist holê. Mînak têkiliyên Tirkiyeyê bi Ûkraynayê re û endamê NATO’yê ye. Amerîka û Ewropa li ser Tirkiyeyê disekinin. Rûsya vê yekê dibîne. Îran dibîne. Hesabê Tirkiyeyê li ser Azeriyan dibînin. Li ser Sûriyeyê ji nêrînên wan ne yekpare û ne nêzî hev bûn. Ne Sûriye û ne jî Rûsya hezm nedikirin ku axa wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin. Tirkiye jî heta kengî hêzên xwe li vir biparêze yan jî çareseriyekê ji wan re bibîne. Van hemû nakok bûn. Têkilî û nakokî bi hev re diçûn lê aliyê nakokî girantir bû. Astana ne li ser pîvan, rêgez an jî stratejiyeke rast bû. Mînak Astana li hember çi bû? Ne tenê li hember gelê Kurd bû. Hêzên din ne weke Tirkiyeyê, Kurdan ji xwe re ne dikirin hedef. Kurd jî wan nedikir hedef. Wê gavê li ser kîjan esasî bi hev re bûn. Rastiyek hebû. Tirkiye û çeteyan wan bi deh hezaran li ser axa Sûriyeyê bûn û endamê NATO bû. Dewleta Sûriyeyê û Rêsya bi hikmê zorê pêwîst nedidîtin, ni dixwestin bi dewlet Tirkiyeyê re şer bikin bi zorê wan derxin. Dewleta Tirkiyeyê jî ew avantaja xwe bi kar dianî û digot ez li vir im. Ez wisa texmîn dikim ku her kes bê çawa hatine xapandin, dîtin.Tirkiye çawa bi Rûsya û Îranê re lîst, Îran û Rûsya çi hêvî dikirin. Astan ji niha şûnde wê navê hebe û heta ku derê here em nizanin. Di aqilê Astanyê de çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê tineye. Li şûna wê divê mirov rastiyê û heqîqetê bibîne. Ev jî çi ye?Pirsgirêkên Sûriyeyê yên hundirîn ziman, çand û nasnameyên li Sûriyeyê bi perspektîfekê bê çareserkirin. Hem hemû civak û rêxistin ji vê re amade bin û hem jî divê dewleta Sûriyeyê kumê xwe deyne ber xwe bi lez stratejîk bifikire ku careke din bi hev re karibin bijîn tiştekî bikin. Astana ne çareserî ye. Dibe sedema ku dewletên din tiliya xwe têxin nav, pê bilîzin û li gorî xwe mudaxale bikin.
Beriya ku Trump bê desthilatdariyê dibêjin ku şerê li Rojhilata Navîn emizntir û gurtir bibe. Şerê ku li Xezeyê destpê kir, çû Lubnanê û niha hat Sûriyeyê. Gelo wê şerê Rojhilata Navîn ber bi ku derê ve biçe?
Gava din jî me got ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn kûr in, pir alî ne û gelek in. Cinsiyetperestî, nîjadperestî, dewletperestî, olperestî û her tişt li Rohilaya Navîn heye. Modernîteya kapîtalîst ev 400 sal in xwediye meşa ku serketî bû, li Rojhilata Navîn xitimî. Çareserkirina pirsgirêkên hundir ên Rojhilata Navîn bi hêzên derve ne mumkun e. Çareseriya mayînde bi aqil û vîna civaka Rojhilata Navîn mumkun e. Lê modernîteya kapîtalîst çi qas jê tê rê nade ew aqil û vîna civakê li Rojhilata Navîn pêş bikeve. Çima? Ew her tim ji aloziyan hez dike, ji pirsgirêkan hez dike. Dibêje bila her tim pirsgirêk û alozî hebe û ew îdare bike. Alozî û pirsgirêkên di asta îdarekirinê de her tim rizî ne. Carna ji wê rewşê derdikeve, mudaxale, şer û hêzên leşkerî derdikevin holê. Niha li Rojhilata Navîn van tiştana dibin. Dibêjin wê Trump wê çi bike. Kes nizane bû Trump çi bike, em jî nizanin. Li gorî ku me re ji Trump fam dike, hêza Amerîka ya aborî, leşkerî zêde ji xwe bawer, li gorî berjewendiyên xwe kar bike. Ez ne di wê baweriyê de me ku berjewendiyên xwe teqez bi şêwazê şer pêk bîne. Dibe ku ew şeêwzê herî dawî be. Pêşî wê bixwaze ku tiştên xwe bi ambargo, aborî û hêza siyasî pêk bîne. Wekî min anî ziman, Sûriyeyê bikşîne ser xeta xwe, Lubnanê li gorî xwe dîzayn bike. Heta Iraq û ÎRanê bi zextên aborî, siyasî û dorpêçkirina leşkerî neçar bike ku bi wan re têkevin têkiliyê. Ez wisa texmîn dikim ku wê zêdetir vana bi kar bîne. Heke nebe weê modernîteya kapîtalîst bi hêzên leşkerî şêwazê şer jî bide ber çavan. Ev ya din ne çareserî ye. Çareserî demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Bi rastî bingeheke vê yekê heye. Li Rojhilata Navîn li ser navê nîjadperestî, cînsperestî, olperestî û hwd. her kes dest dixe qirika hevdu û hevdu perîşand dike. Paradîgmaya Rêber Apo, nîjadperestî, cînsperestî, olperestî û hwd. ji hev dûr in û hemû ol, civak û netewe bi hev re bijîn derdixe pêş. Di esasê xwe de jin, ol,civak û hwd. ji vê hez dikin û jê re vekirîne. Ya girîng mirov vê birêxistin bike û derxe pêş. Çima Konfedralîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn çima ne mumkun be? Hêzên hegemonîk ne serwerên her tiştî ne. Dikare pêk were. Ji bo vê jî xebat û rêxistinkirin lazime û divê me re israr bike. Ev têkoşîn wê her hebe. Li aliyê din jî siyaset valatiyê ranake. Duh li Lubnan, îro Sûriye û sibe jî Iraq û Îran û bi giştî li Rojhilata Navîn dibe tiştên awarte biqewimin. Careke din dixwazin ev konsept û stratejiya sedsal berê ku têra wan nake dîzyan bikin.
Dewleta Tirk di şerê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tiştan vedişêre. Weke pêşiyên Kurdan gotine dizên bostanan derdikevin zivistanan, mînak dewleta Tirk di meha Tîrmehê de digot 5 leşker hatine kuştin, lê herî dawî Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag li xwe mikur hat û got, li herêma Pençe Kîlît de tenê di meha Tîrmehê de 44 leşker hatine kuştin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Şerê taybet a ku ev 50 sal in li hemberî me û gelê Kurd tê dayîn, lingê wê yê esasî derew û manîpulasyon e. Di hemû şeran de wisa ye lê Tirkiye bi taybet dema mijar dibe şerê li hemberî tevgera me û gelê Kurd lingê esasî derew, manîpulasyon û psîkolojîk e. Ti caran rastiyê nabêje. Mînak em, HPG mehane şehîdên xwe radigihîne. Dewleta Tirkiyeyê piştî HPG nasnameya şehîdan dide, dibêje me filan heval şehîd xistiye. Derewan dike. Tiştekî wisa nîne. Dixwaze psîkolojiyê ava bike. Windayê xwe û kuştiyên xwe ti carî rast nabêje. Bingeha wê jî amade kirin. Te dît gelek personel û çawişên pispor şer dikin, peymana wan heye. Ji malbata wan re dibêje ger zarokên we bimire mafê me heye ku em navê wan eşkere nakin. Bi vî awayî çawişên pispor li hemberî me şer dikin. Lingê wê yê hiqûqî jî li gorî xwe ava kiriye. Ger bibe yek divê me re zanibe, 10 û zêdetir. Ew ti carî rast nabêje. Dema ku mirov hejmara ew ji bo gerîlayên şehîd kirine didin, 4 salan bide ser hev hejmara artêşeke pir mezin derbas dike. Di rastiyê de ne wisa ye. Derew in. Şerekî pir dijwar û teknolojiya herî pêşketî , şerê bê hiqûqî çekên kîmyewî jî tê de bi her awayî bi kar tîne. Li hemberî vê berxwedaniyek tê kirin. Heval 24 saetan di nava şer de ne, careke din wan hevalana silav dikim.Dîsa jî şehîdên me çêdibin. Em vana red nakin. Çi şehîdên me raste rast ji hêla HPG û YJA Starê ve tên eşkerekirin. Lê dewleta Tirkiyeyê ne wisa ye. Li hemberî heqîqetê, li hemberî rastiyê ti bepirsyatiya wan tine ye. Her tiştên wan li ser derewan e. Komar wisa ava kirine, siyasetê wisa dimeşînin. Me gava din jî got, Tirkiye dibêje em li hemberî parçekirina axa Sûriyeyê ne lê yê parçe dike ew in. Dibêje em krîz û aloziyan hez nakin lê yên derdixin ew in. Her tiştên wan li ser derewan e. Derewan li hev jî dikin. Ev bûye weke çandekê. Tişta paradoks ew e ku civak ne di ferqa wê de ye, yan jî dereng pê dihise. Civaka Kurd polîtîk e. Şer wê zane kiriye. Lê civaka Tirkiyeyê, li cihên weke Yozgat, Derya Reş û hwd. ne di ferqa wê de ne. Divê siyaseta demokratîk rastiyê bi civaka Tirkiyeyê bide fêmkirin. 3 trîlyon dolar di vî şerî de hatiye xerckirin. Bi vî pereyî dikarin Tirkiyeyê 3 caran ava bikin. Wê li Tirkiyeyê ne birçîbûn, ne jî bêkarî çênebûya. Ger Tirkiyeyê dmeokratîk bibûya wê bifiriya. Lê ti carî dewleta Tirkiyeyê nabêje me 3 trîlyon dolar di vî şer de xerc kiriye, wê kêmtir bibêje. Naxwaze civak rastiyê zanibe. Yekî wek Umît Ozdag neçar maye bibêje, lê wî jî rastî negotiye. Ew jî nikarin ser vê bigirin. Ozdag ê faşîst ku ji ne kêmî Bahçelî ye, tehamula wî li hemberî derewê AKP-MHP’ê nemaye. Hejmara windahiyên xwe neçar dimîne dibêje. Suleyman Soylû digot em hejmara pêlavên wan zanin, ê din digot 4 meh mane, yê din jî tiştek din digot. Diyalektîka ku tevgera me derxistiye pêş, kîjan deshilat bê ger ku cîdî nêzîkî pirsgirêka Kurd nebe û çareser neke ew tine dibin. Ji destpêkê heta niha bi deha fermandarên wan ên giştî, bi dehan serokwezîrên wan, serokkomarên wan û hwd. bi dehan tçûn, lê PKK li ser piyan e. Diyalektîk ev e. Carna em dibjin me di bin sifir destpê kir. Rast e. Rêber Apo di bin sifirê destpê kir. Belê berxwedan gelê Kurd hebû. Şêx Seîd, Seyîd Riza û hwd. kesayetên bi rûmetin. Lê dewleteke ewqas har bi ser gelê Kurd de hat û tiştek di destê Kurdan de nehişt. Rêber Apo ji bin sifirê destpê kir. Ew tenê bû. Ne xwedî eşîr bû. Li ser heqîqetê kesekî destpê kir, îro bûye bi deh milyonan. 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li çar aliyê cîhanê bi milyonana gelê me rabûn ser piyan û pîroz kir. Em rêzdariya xwe li hemberî heqîqetê, şehîdan û doza xwe em ji gelê xwe re vekirîne. Rastiya me çi ye û di çi astê de ye em dibêjin. Em bawerin ku ev kesayeta tevgera me baweriyê dide. Lê dewleta Tirkiyeyê ne wisa ye. Ew derewa li hev dikin, li civaka xwe dikin û li her kesî dikin. Her roj rastiya wan derdikeve holê û nikarin pîne bikin.