Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Sabrî Ok: PDK ne mecbûr e bibe dostê PKK’ê lê bila dijminiyê jî neke

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku Erdogan ji bo desthilatdariyê, wê bavê xwe jî bifiroşe. PDK’ê jî vê rastiyê dizane, lê divê hinekî wêrek bin. Ne mecbûrin ku bi PKK'ê re bibin dost, an jî destekê bidin PKK'ê. Em vê bidin aliyekî, lê divê bi dagirkeran re nebin yek û li dijî PKK'ê şer nekin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV’yê bû û der barê geşedanên li tirkiyeyê, kurdistan û Rojhilata Navîn de nirxandinên girîng kir.

Em di 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan de ne. Sedem û armancên komployê çi bûn? Komplo niha çawa didome?  

Di destpêkê de ez weke hevrêyekî deyndar ê Rêber Apo silavên xwe jê re dişînim. Di pêvajoya komployê de bi dehan hevalên me yên weke; Halît Oral, Aynûr Artan, Sema Yuce, li zindanan, li her çar perçeyên kurdistanê û derveyî welat, bedena xwe dan ber agir. Ez li ber hevalên me yên ku bi şîara ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ şehîd bûne bejna xwe ditewînim û hemûyan yek bi yek bi rêzdarî bi bîr tînim.

Hewceye gelê me, tevgera me û dostên me sedem, armanc û bê ka îro  Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê çawa didome, gelekî baş fêm bikin. Dema parêzer di 2’yemîn salvegera komployê de diçin li ba Rêber Apo jê re dibêjin: ‘’Ji salvegera komployê re çend roj man û gel dixwaze şînê bigire.’’ Rêber Apo dibişire û vê yekê bi van gotinan wiha dinirxîne: ‘’Bila şînê negirin, bila ji vê komployê dersê bigirin, bila her kes rola xwe baş bizanibe.’’ Rastî ev e. Hewce ye em vê rojê gelekî baş fêm bikin. Dema ku em li dîrok û raperînên gelê kurd dinêrin, em dibînin ku tim bi komployê re rû bi rû mane. Raperîn bi komployan yan bê wext hatine destpêkirin, yan jî bi lîstina, duristî, rastî û jidiliya kesayeta gelê kurd komplo hatine pêkanîn. Bi darvekirin yan jî rêbazên cuda rêberên serhildanê hatin şehîdkirin. Hêzên dagirker û komploger bi van rêbazên qirêj encam girtin.  Li gorî wan, wan  wê ji Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo jî encam bigirin. Lê belê wisa çênebû.

Di pêvajoya komployê de li Rojhilata Navîn geşedanên mezin pêk dihatin. Amerîkayê dixwest ku midaxeleyî li Iraqê bike, mijara Afganistanê di rojevê de bû. Bo nimûne Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) dihat amadekirin. Ev yek hemû amadekariyên plan û projeyên hêzên navneteweyî yên li ser Rojhilata Navîn bûn. Têkoşîna tevger û gelê me xwe gihandibû astekê û tevî piştgirî û alîkariya hemû hêzên navneteweyî jî dewleta tirk a dagirker li hemberî tevgera me nedikarî encamekê bi dest bixe. Tevgera me bi her awayî pêş diket û ev yek jî  ji hêzên navneteweyî re dibû pirsgirêk. Ev pirsgirêk yan wê bi awayekî bihata çareserkirin, yan jî wê bihata tunekirin û bêbandorkirin. Ji bo vê yekê li cihê xwe nedisekinîn. Jixwe DYA, Îngilistan û Îsraîlê di dema komployê de aşkere kirin ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Rêber Apo jî got Şerê Cîhanê yê 3’yemîn destpê kir. Sedemeke komployê midaxeleya li dijî Rojhilata Navîn bû û ya din jî girêdayî paradîgmaya Rêber Apo wê pirsgirêka kurd bihata çareserkirin. Ev yek nedihat hesabê hêzên kapîtalîst. Ji ber vê yekê jî tevî metirsiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, xwestin ku midaxeleyî li Iraqê bikin, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) pêk bînin û pirsgirêka kurd bêbandor bikin.

Qonaxa yekem a komployê teslîmkirina Rêbertî ji dewleta tirk re bû, qonaxa duyemîn ji hev belavbûna PKK’ê bû û qonaxa sêyem jî bi demê re bêbandorkirina Rêber Apo bû. Bi hesabekî wiha bi ser PKK’ê de hatin. Xwestin alternatîfeke din ava bikin. Mirovên ku dilopek tenê jî xwîn nerijandine û ked nedane, ev yek weke firsendekê dîtin. Her wiha hewl dan bi awayekî komî gelek kesan ji nava PKK’ê qut bikin û tevgerê belav bikin, lê encam negirtin. Lê komplo pêk hat. Rêber Apo li vir qala hevrêtiya sexte kiribû. Sosyalîzma reel durûtiya Rûsyayê û rûyê rast ê hêzên modernîteya kapîtalîst aşkere kir. Dîsa hevrêtiya lewaz derket holê. Bi pêkhatina komployê re herkes matmayî mabû.

Li her deverê gelê kurd lê dijî, bi taybetî li zindanan her kesî ji bo siberoja xwe û tevgerê bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ çalakiyên fedaî pêk anîn. Divê mezinahiya Rêber Apo di vir de bê dîtin. Berpirsyartî girt ser milê xwe, rewşa gelê kurd dît, fêm kir ku hêzên dagirker bi siberoja kurdan dilîzin. Eger Rêber Apo nebûya wê têkoşîna gelê kurd careke din bihata têk birin. Lewma Rêber Apo berpirsyarî girt ser milê xwe; Daxwaza herî zehmet li ber çavan girt û got, “Divê bijîm.” Ne ji bo xwe, lê ji bo gelê kurd, ji bo Tevgera Azadiyê got, “Divê ez vê komployê vala derxim.” Piştre jî peyamên “êdî bes e!” nivîsand û got “Çareserî tenê ne di xwe şewitandin û şehadetê de ye. Divê xwîna şehîdan li erdê nemîne, divê em layiqî wan bin, lê divê êdî ev çalakî rawestin.”

Bi mudaxaleya Rêber Apo re tevger hat ser xwe û pêvajo anî rojevên rasttir. Di warê siyasî de hewldanên mezin nîşan da. Paradîgmaya nû afirand. Komploya li dijî Rêber Apo û Tevgera me bi vî rengî hat vala derxistin. Tu kes bawer nedikir ku têk biçe. Di encama berxwedan û hewldanên Rêber Apo de ev 25 sal in têkoşîn tê meşandin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, divê tu kes jiyaneke rehet nejî. Komplo heta roja me ya îro jî dewam dike. Belê, hebûna Rêber Apo, paradîgmaya ku pêş xistî, rastiya ku tevger nedihat tasfiyekirin û bênavber dewamkirina têkoşînê tiştekî dîrokî ye, lê Rêber Apo hê jî di girtîgehê de ye. Lewma komplo bi rê û rêbazên cuda dewam dike.

Li qada navneteweyî di salvegera 25’an a komployê de ramanên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi coş û hêviyeke mezin tê pêşwazîkirin. Sedema ku ramanên Birêz Ocalan bi gerdûnî bibin çi ye?

Ji bo bersivandina vê pirsê, dîsa pêwîst e mirov bi perspektîfeke dîrokî binirxîne. Ramanên bi vî awayî yên bi bandor ne tenê bandorê li herêmekê yan jî civakekê dike, di heman demê de bandorê li tevahiya mirovahiyê dike. Di dîrokê de jî ev yek heye. Carnan mîna pêxember, carnan jî mîna fîlozofan derketin holê û mohra xwe li dîrokê dane. Di her sedsalê de carekê bûyerên bi vî rengî derdikevin holê. Rêber Apo wisa ye.

Di dawiya sedsala 20’an û destpêka sedsala 21’an de li cîhanê pêşketinên girîng rû dan. Piştî hilweşîna sosyalîzma reel û avabûna cîhaneke du cemseran, mirovahî ket nava valahiyeke îdeolojîk. Baweriyek hebû ku piştî sosyalîzma Sowyetê wê li Almanyayê şoreş pêk were. Mirovên ku bi baweriya pêkhatina şoreşê nêz bûn, dema ku şoreş pêk nehat gelek ji wan dawî li jiyana xwe anîn û ketin nava bêbaweriyek mezin. Piştî hilweşîna sosyalîzma reel psîkolojiyeke bi vî rengî hat avakirin. Mirovan rastiya ku tiştek manewî û îdeolojîk ku hêvî, motivasyon û moralê bide wan nemaye dîtin.

Bêguman Rêber Apo guhertin û veguherînên li cîhanê dişopand, lê paradîgmayê li Îmraliyê pêş xist û kûr kir. Bersiva herî mezin a li vê komployê û mizgîniya ji mirovahiyê re hat dayîn bû. Rêbertî bi paradîgmaya ku pêş xist hêvî da gelan. Mirovên di nava lêgerînê de bûn, mirovên ku di bin zilma modernîteya kapîtalîst de bûn û nizanîbûn ku çawa li dijî nîjadperestiyê têbikoşin, di paradîgmaya Rêber Apo de bersiva pirsên xwe dîtin. Bi taybetî piştî ku parêznameyên Rêber Apo yên têkildarî sîstema Modernîteya Demokratîk bi zimanên cuda hatin weşandin û belavkirin, bandoreke mezin çêkir. Eger jin û ciwan li her derê cîhanê hêviyê di vê paradîgmayê de dibînin, eger li ser vê bingehê radibin ser piyan, eger dikevin nava lêgerînê, divê em baş zanibin ku li vê derê tiştekî gelekî bi rûmet heye, hêzeke girîng e û tu hêz nikare pêşî li vê bigire.

Gava ku em binêrin, ji Bangladeşê heta Meksîkayê, ji Rojhilata Navîn heta tevahiya cîhanê dengê jinan bilind dibe; dibêjin ‘em azadiya xwe di vê paradîgmayê de dibînin, di rastiya Rêber Apo de dibînin.’ Xwendin û nîqaşkirina parêznameyên Rêbertî, ji texmînan wêdetir bandorê li ser mirovan dike. Ji ber ku ev paradîgma bersivê dide lêgerîna her kesî. Di sedsala 21’an de paradîgmaya Rêbertî siberoja gelan û mirovahiyê ronî dike. Civak bi taybetî jî jin, jiyana demokratîk û azad di vê paradîgmayê de dibînin. Ji ber vê yekê, ramanên Rêbertî wê bêhtir belav bibin, bên hezkirin û bi bandor bibin. Ev yek jî li dijî komployê bersiveke dîrokî ye.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe li aliyekî girtiyên li zindanên kurdistan û tirkiyeyê greva birçîbûnê dikin, li aliyê din jî gelê kurd û dostên wan li derve çalakiyan lidar dixin. Hûn rewşa van çalakiyan çawa dibînin û çalakî di kîjan qonaxê de ne?

Rêveberiya me dem bi dem vê rewşê dinirxîne. Rojeva gelê kurd Rêber Apo ye. Dema ku Komploya 15’ê Sibatê pêk hat, çalakiya fedayî ya destpêkê li zindanê ji aliyê heval Xalid Oral ve hat kirin. Piştre ev çalakî mezin bûn. Refleksên li zindanan xurttir in. Lewma ez hemû hevrêyên me yên di berxwedanê de silav dikim. Hingî ku li ser xeta Rêbertî xwe rêxistin bikin, wê teqez encamê bigirin. Zindan xwedî rol û mîsyona girîng in. Ez difikirim ku wê çalakiya girtiyan dewam bike.

Li derve jî nobeta dayikan û çalakiyên greva birçîbûnê hene. Ez ji wan re jî silav û rêzdariyên xwe nîşan didim. Dayikên hatine wê temenê, berpirsyarî digirin. Min guhdarî axaftina dayikekê kir. Texmînî 70-80 salî bû, wiha digot, “Me soz daye, yan em ê bimirin yan jî em ê encam bigirin. Ji dervey encam girtinê tu çareyek din tune ye, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” Ev ruheke, seknek e.

Ya girîng ev e; divê her kes vê peyamê fêm bike, divê bifikire ku çawa dikare ji vê re bibe bersiv. Divê di aliyê wijdanî de jî bifikire. Di vê nuqteyê de kêmahî hene. Bi taybetî ez dixwazim ji bo ciwanên kurd çeng gotinan bêjim. Zanîngeh nabzê civakê ne. Çiqas rehet in! Xwendevanên çawa ne, enerjiya wan diçe kuderê? Mesele ji bo Rêbertî biryar dane ku hezar kartpostalan bişînin; helbet pir bi nirxe, pir girîng e, ez wan silav dikim. Kevirekî jî bavêjin pir girîng e, li dijî dijmin çalakî bikin û rabin ser piyan jî pir bi wate ye. Lê divê ciwan hîn bêhtir radîkal bibin û li dora dayikan kom bibin. Divê tenê bi serdanan sînordar nemînin. Ji xwe divê her kes serdanê bike. Em di rojên normal re derbas nabin, rojên awarte em dijîn. Mesele em nizanin rewşa Rêber Apo çawa ye, 3 sal in em agahî jê nagirin. Di cîhanê de tiştek bi vî rengî nîne. Tu kes nizane, dijî, najî, rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Ev ji bo rabûna ciwanên kurd sedemek e. Dîrokeke têkoşînê ya 50 salî heye, bi hezaran şehîd hene, hîna jî li çiyayên kurdistanê jin û mêrên ciwan ên bi rûmet bi serbilindî têdikoşin, li ber xwe didin. Her mirovê xwedî wijdan divê li dijî zilmê û bêmafiyê seknekî raber bike.

Helbet hêviya me heye. Dayik di greva birçîbûnê de ne, 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin, divê ciwanên kurd û jinên kurd li dijî vê rewşê rabin ser piyan. Divê xwe tenê bi kevir avêtin û şandina karpostalan sînordar nehêlin. Erê, em rêz nîşanî van hemûyan didin, lê divê çalakiyên hîn radîkaltir bên pêşxistin. Ev dem vê yekê dixwaze. Hevrêyên me yên di zindanê de zêdeyî 2 meh in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne, dîsa li Kurdistan û Tirkiyeyê dayik di greva birçîbûnê de ne. Divê ev çalakî hîn zêdetir bên pêşxistin, hîn zêdetir tevlîbûn jê re çêbibe û hîn zêdetir li qada navneteweyî û di siyasetê de bi bandor be. Her kurd divê dema şevê serê xwe datîne ser balîngê bifikire; Divê ez li dijî vê zilmê çawa bi rolê xwe rabim û divê ez çi bikim. Eger li cihekî pirs hebe wê bersiv û lêgerîn jî hebe.

Êrîşên rejîma AKP û MHP’ê yên qirker yên li dijî Bakur, Başûr û Rojava berdewam dikin. Artêşa tirk li hemberî gerîla derbên giran jî dixwe. Hûn şer û êrîşên ku li dijî gelê kurd berdewam dikin, çawa dinirxînin? Gelê kurd, gelekî polîtîk e. Paşeroja xwe dibînin. Helbet baweriya gelê me ji xeta azadiyê ya Rêber Apo û demokratîkbûna civakê heye; ew yek temam e. Têkoşîna me ya 50 salan  serkeftineke dîrokî ye, em bi vê yekê jî bawer in. Lê belê hewce ye em vê yekê jî bizanibin; pêvajoya ku em derbas dikin, ne pêvajoyeke normal e, gerîlayên Kurdistanê HPG û YJA Starê di şerê tunelan de derbên giran li dijmin xistin. Li hemberî teknolojiya pêşketî û çekên kîmyewî berxwedaneke dîrokî tê nîşandan.  Bi vê wesîleyê em careke din li ber hemû şehîdên me bejna xwe ditewînim û wan yek bi yek bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi hezkirin, hevalên ku niha li çeperê şer li ber xwe didin, silav dikim. Ew pêşeroja gelê kurd û mirovatiyê temsîl dikin û di şexsê wan de dîrokek bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Lê belê bila gelê me û her kes vê yekê baş bizane ku hewce ye em tu carî bi rehetî tevnegerin. Bêçalakbûn ji bo gelê kurd û ji bo me îxanet e. Jibîrkirin jî wisa ye, bêçalakbûn jî wisa ye. Hewce ye em ne ji bîr bikin û ne jî bi rehetî tevbigerin û bêçalak bimînin.  Bêçalakbûn mirovan ji rastiya wan dûr dixe. Divê tu tişt rê li ber bêçalakbûnê veneke. Em di serdemeke gelekî dijwar de li ber xwe didin. Ji bo bidestxistina encamên dîrokî gelek derfet hene lê belê metirsiyên gelekî mezin jî hene. Ji ber vê yekê hewce ye bawerî, hêvî, moral û coş hebe lê belê  hewce ye ev rê li ber bêçalakbûn venekin yan jî nebin sedema bicihneanîna berpirsiyariyan. Hewce ye her kes rola xwe bilîze. Dayik, ciwan, jin û zarok; hewce ye hin ji wan serî rakin, hin ji wan dia bikin û hin ji wan jî keviran bavêjin yanî divê her kes tiştekî bike. Hewce ye bi rehetî tevnegerin, bêçalak nebin û nebêjin; ‘’Bi awayekî heval li ber xwe didin û hewce nake em tiştekî bikin.’’

Bêguman gerîla li berxwe dide, lê belê hewce ye her kes li ber xwe bide, rola xwe bilîze, berpirsiyariyên xwe pêk bîne û bi rehetî tevnegere.

Sedema hovbûna dijmin ew e ku hatiye xala dawiyê. Dijmin jî hîs dike ku dawiya wan tê û  ev tirs dijminî hovtir dike. Li ku derê ku destkeftiyek kurdan hebe hewl dide tune bike. Jixwe li çiyayên Kurdistanê êrîşên li dijî gerîlayan bênavber berdewam dikin. Gerîla jî bersiva van êrîşan bi awayekî baş dide. Dîsa ji bo gelê Rojava koç bike 24 saetan êrîşan dibe li ser gundên li ser sînor. Gelê Rojava bi salan e bedêlan dide û li ber xwe dide. Gelê Rojava rojên ku bênasnamebûn jî dîtin û di encama şoreş û tekoşînê de jiyana azad jî dîtin. Ji ber vê yekê gelê Rojava li dijî hemû êrîşan li ber xwe dide û ev yek wê bidome jî.

Dewleta tirk di encama vî şerî de têk çû û aboriya wan jî têk çû. Kes nikare ji Erdogan re bibêje serê sola te xwar e, gelekî ji we razî ye lê belê weke parsekan ji her kesî pere û çekan dixwaze. Civak ji vê yekê bi awayekî neyînî bi bandor dibe. Remzî Kartal di bernameyekê de gotibû; Li gorî hin lêkolîneran fatûreya şerê li dijî PKK’ê û gelê kurd yê 40 salan, 3 trilyon û 600 milyar dolar e. Bi vî pereyî wê Tirkiye ji niha 4 qatî mezintir, bihêztir û demokratîktir bibûya. Lê belê gelê Tirkiyeyê niha hejar û birçî ye. Tevî vê yekê jî dewleta tirk a dagirker israr dike ku şerî berdewam bike û Erdogan jî li ser wê xalê ye. Jixwe rola Erdogan jî meşandina şerê li dijî PKK’ê ye. Lê belê ya niha ew jî gihîşt xala dawiyê. Siyaseta wan xitimî. Gelê me û tevgera me piştî 50 salan heta niha cara ewil di wê rewşê de ye ku derfetan baş bikar bîne û wê encamên dîrokî bi dest bixe. Tekane şert ew e ku hewce ye her kes di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze.

Di pêvajoyên herî dawî de rayedarên MÎT’ê, li Hewlêr û Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin bi kîjan armancê û di kîjan çarçoveyê de tên kirin?

Pêwîste her kes zanibe, mijara herî sereke a hevdîtinan PKK ye. Ji bo wê çi tawîz hewce bike, dewleta tirk wê bide. Ji ber vê yekê li hevkarekî, dostekî digere. Tenê armanc û sedemek heye; ew jî PKK ye. Çi Şengal dibe û çi jî Rojava dibe, ji ber ku kurd li wir xwedî destkeftî ne hedef tên girtin, lê hedefa bingehîn gerîla û PKK ye. Pêşî Îbrahîm Kalin û piştre jî Yaşar Guler serdana Bexdayê kirin. Di dewleta tirk de hê jî komplekseke osmanî heye. Dewleta tirk ji bo Iraqê dibêjin, “Evder parêzgehek me bû, çawa tiştên ku em dixwazin nakin?” Xwe ser her tiştî re dibînin. Ji xwe hema hema piraniya herêmên Iraq û Başûr dagir kirine. Li dehan cih leşkerên xwe bi cih kirine û di hemû pirsgirêkên li Iraqê de tiliyê wan heye. Kerkûk, Şengal, Mûsil, Başûr, tirkmen, sûnî, PDK’ê; Yanî di her mijarê de dixwazin Iraqê li gorî xwe eyar bikin. Roleke bi vî rengî girtine ser xwe û ji bo şerê li Iraq û xaka Başûr daxwaza destekê dikin. Helbet divê Iraq destekê nede. Pirsgirêkên Iraq jî hene, lewazî hene, lê dewleteke cuda ye, welatekî cuda ye. Tu dewlet rûmeta xwe nagire bin piyan û ji hêzeke dagirker re nabêje, were xaka min dagir bike, li ser axa min şer bike.

Di vê mijarê de em nafikirin ku Iraq bi dewleta tirk re hevkariyeke qirêj bike. Tiştekî bi vî awayî wê ne rast be û ne jî bikeve berjewendiya Iraqê. Jixwe tu sedem nîne ku tiştekî bi vî rengî ji aliyê gelê kurd û PKK’ê ve bê kirin. Lê belê dewleta tirk di vê mijarê de di nava lêgerîn û hewldanan de ye. Piştî Bexdayê hatin paytexta Başûr Hewlêrê. Bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Encama hevdîtinan, ew bû ku ew ê têkiliyên xwe yên heta roja îro dewam dikin, bidomînin. Ji bo kurdan ne têkiliyeke bi rûmet û bi xêr bû ku ji vir û şûn ve bidome.

Ez dixwazim vê yekê ji gelê kurd, gelê Hewlêrê û her kesên li dora PDK’ê re bêjim; bila bi wîjdanî li meseleye binêrin, li aliyekî dewletek heye ku nasnameya gelê kurd qebûl nake, her roj komkujiyan dike û zilmê li wan dike, li aliyê din jî tevgereke kurd a ji bo azadî, nasname, mafên gelê kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê têdikoşe heye. Divê gelê Başûr ji PDK’ê re bêje, ‘Çi karê we ligel dewleta tirk a ku dijminê kurdan e heye, PKK’ê tevgereke kurd e, çi zerar nedaye me, dibe ku nakokiyên we hebin, lê ev nabe sedem ku hûn bi dagirkeran re bibin yek û li dijî PKK’ê şer bikin.’ Divê bêjin ku ev ne exlaqî ye, polîtîkayeke rast nîne. Hewceye gelê me li ser vê bifikire.

Ez ji bo PDK’ê jî dibêjim; Li dîrokê binêrin! Dewleta tirk, dewleteke ku bapîrên xwe bidarve dike ye. Erdogan ji bo desthilatdariyê, wê bavê xwe jî bifiroşe. PDK’ê jî vê rastiyê dizane, lê divê hinekî wêrek bin. Ne mecbûrin ku bi PKK’ê re bibin dost, an jî destekê bidin PKK’ê. Em vê bidin aliyekî, lê divê bi dagirkeran re nebin yek û li dijî PKK’ê şer nekin. Ev dê tiştek bi we nede qezenckirin. Sala 2017’an bînin bîra xwe! Dema ku referandûm a ji bo dewleteke serbixwe hat kirin, gelo ne dewleta tirk bû ku pêşî tankên xwe li ser sînor danîn û bi hejandina tiliyên xwe gefan li wan xwar? Eger PKK nebe wê xweseriya li Başûr jî qebûl nekin. Divê gelê me jî li dijî vê xwedî helwest be. Divê PDK dest ji vê polîtîkayê berde. Dewleta tirk dewleteke dagirker e. Eger planên wan yên şikandina berxwedana gerîla û tasfiyekirina PKK’ê hebin, bila PDK’ê li rabirdûyê binêre. Ev 50 sal in nekarîn bi ser bikevin. Herî dawî di Komploya Navneteweyî de her kesî got, “Temam, vê carê qediya, dawiya PKK hat” lê ev yek pêk nehat û wê nebe. Eger hûn nikarin encamê bigirin, hûn çima israr dikin? Wateya hevdîtinan berdewamkirina şer e. Daxwaza me; divê PDK’ê ji polîtîkayên bi vî rengî dûr bikeve.

Dewleta tirk PKK’ê weke hincet nîşan dide, ma qey di şerê Azerbaycan-Ermenistanê de PKK hebû? Li Sûriyeyê PKK’ê weke hincet nîşan dide, lê armanca sereke dagirkirina temamiya Sûriyeyê ye. Dixwaze siberoja Sûriyeyê bi tena serê xwe diyar bike. Bi hezaran çete li wir bi cih kir.

Li Lîbyayê dewleta tirk çi digere? Dewleta tirk li ku derê be, pirsgirêk mezintir dibin û li wir şer dide destpêkirin. Lewma li Rojhilata Navîn jî wiha ye. Civaka Rojhilata Navîn bi rastî jî dizane dewleta tirk çi qumaş e. Li dijî dewleta tirk bertek nîşan didin. Lê rastiya desthilatdariyan ji hev cuda ne. Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bi komployê destpê kir. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re, çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û demokratîkbûyîna tirkiyeyê re, wê Rojhilata Navîn jî demokratîk bibe. Yekane çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn neteweya demokratîk e, sîstema modernîteya demokratîk e. Ev yek jî di paradigmaya Rêbertî û PKK’ê de heye. Di vê nuqteyê de PKK’ê li Rojhilata Navîn bi bandor e. Eger pirsgirêka kurd bi van rêbazan çareser bibe, wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser bibin. Divê PDK’ê jî bi heman rengî bifikire û tevbigere.

17’ê Sibatê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Derbarê vê mîtîngê de peyam û nêrînên we çi ne?

Meşa ku wê di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin pir girîng e. Pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî ‘’ li seranserê cîhanê belav bûye. Gelek saziyên dost û rêxistin daketin qadan û helwesta xwe nîşan dan. Ev yek ji bo gelê kurd û dostên wan rûmeteke mezin e. Girêdayî vê yekê wê di 17’ê Sibatê de meşek mezin were lidarxistin. Di pêvajoya komployê de dema ku Serok Apo çû Romayê, çawa ku bi sed hezaran kurdistaniyên li Ewropayê berê xwe dan Romayê û çawa ku tevahiya gelê me yê li her çar perçeyên kurdistanê serî rakirin, hewce ye hêvî, hezkirin û baweriya wê rojê îro jî xwe nîşan bide û hewce ye îro jî hebe.

Hewce ye jin, ciwan, zarok, extiyar û hemû gelê me yê li Ewropayê di 17’ê Sibatê de beşdarî vê meşê bibin. Çimkî ev meş wê tesîrê li pêşeroja me bike. Hewce ye bi vê hişmendiyê, bi vê hezkirinê, bi vê kelecanê û bi vê moral û motîvasyonê dakevin qadan û meşa dîrokî pêk bînin. Li gorî min her kesê ku di pêvajoyeke wiha de beşdar nebe gunehkar e. Ez bawer dikim ku wê hemû kurd di vê xalê de rola xwe bilîze. Bi vê wesîleyê ez hemû kesên ku di rêxistin û amadekariyên vê meşê de cih girtine  û hemû kesên wê beşdarî vê meşê bibin pîroz dikim û serkeftinê dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar