Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT’ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û hin pirsan ji Erdogan kir; got, “Çi têkîliyên te li gel ew SADAT’ê ku dixwaze bi navê Asrîka welatekî Îslamî damezrîne, heye? Tu çi şêwirmendî ji wan digirî? Bêje em jî bizanibin.” Televîzyona nêzî partiya Kiliçdaroglû piştî van pirsan serokê SADAT’ê derxist televîzyona xwe û SADAT’ê ji wî pirsîn. Lê ya ecêb, serokê SADAT’ê ku her wiha kurê damezrênerê SADAT’ê ye, di televîzyona nêzî CHP’ê de li bilûra xwe xist. Bersîv neda pirsan. Bi gor dilê xwe xwest xwe paqij bike. Ecêbiya herî mezin jî Erdogan kir. Bersiva Kiliçdaroglû da û got, “Tu têkîliyên min û nasîna min bi SADAT’ê re tune ye, kî ne, çi ne, ez nizanim.”

Ya rast min texmîn nedikir ku Erdogan bi bersivek wiha derkeve hemberî Kiliçdaroglû. Ji ber ku hemû dinya alem dizanin SADAT bi fermana Erdogan hatiye damezrandin û damezrênerê SADAT’ê demekî wekî serşêwirmendê Erdogan bû. Têkîliyek bi vî rengî çawa tê înkarkirin? Divê sedemên vê înkarkirinê hebin.

Berî ku em sedemên înkarkirinê bizanibin, em li carekî din SADAT’ê bibîrbînin. Ka SADAT çi ye, çi dike?

Bi kin û kurt SADAT, rêxistina projeya Neo-Osmanî ya sîstema takekes ya Erdogan e. Piştî Bihara Ereban ket liv û tevgerê û perwerdekirina hemû çeteyên dewleta tirk, girt ser milê xwe. Ne tenê li Suriyeyê, ji Lîbya bigirin heta Sudanê li gelek deweran SADAT wekî hêzekî leşkerî, organizazyona bi navê ÎHA jî wekî hêzekî qaşo însanî, li ser navê dewleta tirk xebitîn. Ev her dû rêxistin, bi awayekî ne fermî girêdayî MÎT’a Tirkiyeyê bûn û bi hev re dixebitiyan. Tiştên ku dewleta tirk nedikarî bû bi fermî bike, bi van rêxistinên taybet dida kirin.

Dîsa em vegerin sedemên înkarkirina Erdogan!

Diyar e, Kiliçdaroglû agahî ji nav dewletê, bi taybet ji îstîxbarata dewletê girtiyê. Piştî ku diyar bû rewşa Erdogan ne baş e, ew ê têk biçe, hinek aliyên ku heta niha bi Erdogan re kar dikirin, destpê kirine agahî didin Kiliçdaroglû. Di nav van agahiyan de sucên şer jî hene. Hin ji van sucan jî bi destê SADAT’ê hatine pêkanîn. Ji hemû kesan bêtir, Erdogan ev yekê dizane. Piştî aşkerekirina hin sûcan, bersiva Erdogan ya “Tu nasîna min bi SADAT’ê re tune ye” ne bêsedem e. Erdogan dixwaze, xwe ji van sûcan bişo. Mirov dikare bêje ku, rêxistina herî qirêj ya dewleta tirk niha SADAT û ÎHH ne. Ev her dû rêxistin, bi taybet ji sala 2011’an heta niha bi hezaran karên qirêj çêkirine. Sûîkastan pêkanîne. Bi rêya çeteyan qetlîaman çêkirine. Destê wan di xwîna gelên herêmê de hene.

Yên SADAT û ÎHH’ê baş dizane, yek ji wan jî Sedat Peker e. Ew jî hin sûcên van rêxistinên qirêj aşkere kir. Yek îtîrafê wî ji bo famkirina meseleyê bes e. Sedat Peker got, “Hûn herin keçên êzîdiyan qetil bikin.” Yên êzidiyan qetil kir, DAIŞ bû. Lê DAIŞ yê li ber çawa bû. Li paş DAIŞ’ê jî li ser navê dewletê SADAT hebû. Ev aşkere ye. Bi sedan qetlîamên bi vî rengî pêkanîn. Erdogan vê yekê dizane û dixwaze xwe ji van sûcên mirovatiyê bêpar û paqij bike.

Erdogan heman tişt ji bo şîrîkatiya xwe ya Cemaata Gulen re veşêrê jî kir û dû re ev cemaata da ber topan. Na, vê yekê nikare li SADAT’ê bike. Ew ê ji binî ve, bi awayekî veşartî dîsa xwedîtî li SADAT’ê bike. Ji ber ku SADAT garantiya wî ya pêşerojê ye. Heke derfet bibîne û careke din rêvebirina dewletê bi rêyên asayî bigire destê xwe, ew ê sîstem ev car ji binî ve bigûherîne û armancên xwe pêkbîne. Bi rêya asayî jî neye, ew ê çeteyên xwe bikarbîne. Ji bo wê nikare wekî Cemaatê li SADAT’ê bike. Lê dîsa jî ew ê bi tedbîr tevbigere û hevnasîn û têkîliyên xwe yên bi SADAT’ê re înkar bike.

Temam, ev li ber çav in. Lê divê çi were kirin?

Aşkere ye; divê opozîsyona tirsonek ya Tirkiyeyê qalibên xwe bigûhîrîne. Ji qodên 1924’an ya dewleta tirk xilas bibin. Herî kêm vegerin qodên 1920’an. Heke vê nekin, çû ji wan. Kes nikare pêşî li zîhniyeta Erdogan bigire. Tevgerên kurd, gelê kurd li hember kiryarên qirêj ya dewleta tirk bi şerbet in. Ew dikarin berxwe bidin, ew dikarin jiyanek nû biafrînin û di nav wê jiyanê de bijîn. Lê yên din, ew ê ji halê cemaatê jî xeraptir bibin. Em vê bêjin û careke din bînin bîra wan. Ew bi kêfa xwe ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar