Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Saet 3’ê kêm deh deqe, Kobanê rizgar bû’

Leyla Agirî |

23’yê Îlona sala 2014’an çeteyên bi navê DAIŞ’ê (Abdullah Ocalan wê demê DAIŞ bi JÎTEM’a hêzên hegemonîk bi nav kir) êrîşî Kobanê kir. Zarokên kurdan ên cegerpola, 150 şev û roj bi awayekî canbexşane li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dan. Axayên DAIŞ’ê ev yek hesab nekiribûn û bi awayekî ji nava xwe têr digotin “Kobanê hat ket, ha dikeve”. Lê keç û xortên kurdan bi bîr û baweriya azadiyê çeperên parastina axa ava kirin. Her ku wan li ber xwe da mirovahî hişyar bû, her ku mirovahî hişyar bû ew bi hêz bûn. Bi saya berxwedana ciwanên kurd, êdî Kobanê li cîhanê tenê ne Kobanê bû, êdî Kobanê bûbû keleha berxwedanê ya mirovahiyê. Ji ber ku li vî bajarî biçûk, li hemberî hemû hêzên global ku ji bo berjewendiyên xwe her derê dikirin gola xwînê, şerê mirovahiyê dihat dayîn. Li her derê cîhanê mirovên enternasyonalîst ji bo parastina keleha berxwedanê diherikîn rojavayê Kurdistanê.

Berxwedana li Kobanê ne tene ji bo parastina bajarekî bû, di heman demê de nirxên mirovahiyê dihatin parastin. Bi taybetî jinên ciwan ên kurd, pêşengî ji vê berxwadanê re dikirin. Jixwe tişta ku bû sedeme berxwedana Kobanê li cîhanê deng vede û mirovahî pê hişyar bibe, çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan bû.

Arîn ji bo girê stratejîk ê bajêr Miştenûr nekeve destê çeteyên hov, xwe kir bombe û xwe di nav çeteyan de teqand. Ew teqandin teqandina bedenekê nînbû, teqandina kîna hezar salan a hemû jinan bû; kîna jinên cîhanê ya bi hezaran salan bû ku ji aliyê pergala mêran ve dihatin eciqandin, kuştin, tunehesibandin… Kîna hemû jinan di bedana Arîn de kom bûbû û li ser çeteyên hov de diteqiyan. Ev teqandin bû mizgîniya azadiya Kobanê ango azadiya mirovahiyê. Ev teqandin bû destpêka têkçûna hêzên mêtinger.

Piştî çalakiya fedaî ya Arîn êdî sînor hatibûn rakirin, mirovahî ji bo parastina keleha berxwedanê herikîn Kobanê.

Piştî berxwedana 150 rojan, lehengekî berxwedana Kobanî di roja 26’ê Çileya 2015’an de, bi gotina “26’ê meha çile 2015 Kobanê rizgar bû, saet 3’ê kêm deh deqe” mizgînî da gelê kurd û cîhanê. Ev roj ji bo têkçûna DAIŞ’ê bû destpêka dawiya DAIŞ û hevalbendên wê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar