Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şagirtên Nûjiyan Erhan li ser kar in

Jinên êzidî yên ku wekî şopdarên rojnamevan Nûjiyan tevlî xebatên ragihandinê bûne, destnîşan kirin ku ew ê wek şagirtên Nûjiyan Erhan li ser kar bin û bibin berdevkên riya rastiyê.

Îro 6’emîn salvegera şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) e. Nûjiyan ku sala 1987’an li navçeya Hîlwan a bajarê Riha yê bakûrê Kurdistanê hatiye dinyayê, di sala 2005’an de tevlî xebatên ragihandina azad bûye. Di Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) a ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye girtin û malpera nûçeyan Şujin de kar meşand. Dema sala 2005’an 222 ciwanên Bakûr li dijî êrîşên dagirkeriyê wekî mertalên zindî berê xwe dan Qendîlê, Nûjiyan bi wan re derbasî herêmê bû û rojnamevaniya xwe li wir domand.

Bû dengê êzidîyan

Wexta çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anîn, Nûjiyanê vê carê bi armanca ku hawara gelê êzidî ragihîne berê xwe da Şengalê. Li aliyekê berxwedana herêmê ragihand, li aliyekê têkoşîn û jiyana jinên êzidî belavî cîhanê kir.

Rojnemevaniya jinan xwedî rolek gelekî girîng e

Rojnamevan Nûjiyan baş dizanî ku di parastin, perwerdekirina civakekê û avakirina pergala jiyanê de ragihandin, bi taybetî jî rojnamevaniya jinan xwedî rolek gelekî girîng e, lewma bi sebir û kedek mezin ji bo avakirina bingeha ragihandina jinan xebat meşand.  Di vê têkoşîna xwe de jî bi ser ket, nexasim sazumaniya RAJIN’ê ava kir û gelek kes perwerde kirin, bi wan re daket nava civakê, êşên wan vegotin.

PDK-DAIŞ bibû sondxwarê xwîna êzidiyan  

Nûjiyanê tenê êş û kederên civakê ne ragihandin. Şengal û gelek cihên din hatibûn rizgarkirin, lê hîn jî li gundewaran çeteyên DAIŞ’ê mabûn, êrîş dikirin, lewma pêngavên şervanên azadiya Şengalê berwedam dikirin. Nûjiyanê jî kêlî bi kêlî dişopandin. Lê metirsî tenê DAIŞ nebû, hêz û komikên ji îradebûna gelê êzidî hêrs bibûn jî tevlî êrîşkaran bibûn. Yek ji wan jî hêzên PDK’ê ya ku Şengal bi komkujiyê re rû bi rû hiştibû û reviya bû. Piştî rizgarkirina herêmê vê carê hêzên PDK’ê êriş dikirin. Roja 3’yê Adara 2017’an komên PDK’ê êrîşî bajaroka Xanesorê ya Şengalê kirin. Nûjiyan wekî her carê hewl da ku rûyê rast ê van koman ragihîne. Êrîşankaran jî hêza ragihandina azad baş dizanî, lewma Nûjiyan kirin hedef. Nûjiyan ji serê xwe bi giranî birîndar bû û ew veguhestin Nexweşxaneya Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê. Lê têkoşîna jiyanê winda kir û roja 22’yê Adarê şehîd bû.

Nûjiyanê di dilê Êzidiyan de hêlîn çêkiribû û pir dihat heskirin, lewma cenazeyê wê li Goristana Şehîdan a li ser Çiyayê Şengalê bi merasîmek heybet spartin axê.

Şagirtên Nûjiyanê îro li ser şopa wê xebat dikin

Piştî şehadeta Nûjiyan, şagirt û hevalên wê, têkoşîn domand û mezin kir. Di roja îro de li Şengalê sazumaniya ragihandina jin di astek girîng de pêk hatiye û li tevahiya herêmê bi dehan rojnamevanên jin kar dimeşînin, pergala xweseriyê û îradeya jinan radigihînin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/21/200353_111.jpg

Di sala 7’an a şehadeta Nûjiyanê de, hevalên wê nêrînên xwe anîn ziman. Nûjîn Êzîdî yek ji endamên RAJIN Şengalê ye. Êzidî dibêje “Em şopedarên riya şehîd Nûjiyan in û hilgirê kamereya wê ne.”

Êzidî destnîşan kir ku Ş. Nûjiyan yek ji jinên ku rola wan di ronîkirina jinên êzîdî de hebû ye û wiha dom kir: “Bi karê rojnamevaniyê xwe gihand jinan û êşa wan vegot. Bû dengê jinan û ruyê dagîrkeran riswa kir, lewma bû hedefa dewleta Tirkiye ya dagirker û PDK’ê.”

Nûjîn Êzidî got ku ewê şopedarên riya Ş. Nûjiyan bin, li hemberî xiyanet û dagirkeriyê bibin parzevanên nirxên jin û civaka êzîdî.”

Bandorek mezin li jinan kir

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/21/200242_0000.jpg

Şîlan Celal jî têkildarî têkoşîna Ş. Nûjiyan ev tişt anîn ziman: “Heval Nûjiyan û hevalên xwe, bûn dengê civaka êzîdî, bi wan re êş kişandin. Destanên li hemberî DAIŞ’ê hatine nivîsandin, tomar kirin. Ji ber wê bandoreke mezin li ser jinan ava kir.  Jinan dît ku bi kamerayekê rastî çawa tê ragihandin û hêza kûr a jin û civaka êzidî tê vegotin. Vê têkoşîna wan hişt ku civaka êzidî xwe nas bike, bibin xwebûn.”

Şîlan Celal destnîşan kir ku ewê li ser rêya Nûjiyan bimeşin û hest, hêz, hêvî û heskirina jinan vebêje.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar