Kurdan bi berxwedaniya xwe dara hişk û zûha şîn kirin. Bi Şoreşa Rojava re zîncîra koletiyê şikandin. Kurdên ku li wan navê tunebûnê hatibû kirin, xwe îsbat kirin û li dijî zordestiyê riya azadiyê şopandin.
Dixwazin gelê herî kevnar ji holê rakin
Kurd xwediyê dîroka kevnar in, ji civaka xwezayî heta destpêkirina şaristaniyên dewletê, kurd xwedî roleke gelekî girîng in. Kurd xwedî axên pîroz in ku ji destpêka jiyana mirovahiyê ya Mezopotamyayê weke cihê jiyanê yê herî guncav dihat pejrandin. Her wiha cihê derketina gelek Pêxemberan e, weke Îbrahîm Pêxember.
Gelek dîroknas dibêjin ku, kurd ji milê Îranî yên malbata mezin a gelên Hîndo-Ewropî ne. Li ser xakên kurdan gelek qiralan hikûmên xwe dimeşandin, qiraliyetên bi navê Mîttanî, Kasît, Hûrî li ser erda çiyayî ya di navbera deșta Îranê û hewza jorîn a çemê Firatê de hikûm meşandiye.
Gelek împaratoriyên kurdan hatin avakirin û piştre hatine çewisandin. Mînak, Împaratoriya Medan ku împaratoriyeke kurdan bû û di 612 B.z hat afirandin, piştira împaratoriya Persan digre nava xwe û piştre Pers Medan diçewisînin.
‘Kurdan êdî kefenê mirinê qetandin û zincîra koletiyê şikandin’
Kurd xwediyê ola Zerdeştî bûn ku kevintirîn ol dihat pejrandin, li ser başiyê dihate naskirin. Ji bo ku wan tune bikin û dîsa jî kurdan qir bikin, serî li her rêbazê dan, bi derketina îslamê re ku bi darê zorê kurdan dikin misliman, xwestin kurdan ji rastî û nasnameya wan dûr bixin. Yên ku nedibûn misilman jî rastî tunekirinê dihatin. Xwestin ku kurdên Zerdeştî ji holê rakin û dîrok, ol, nasname û çanda wan tune bikin.
Osmanî û Persan jî, heman rêbazan bikar anîn. Ji bo ku kurdan ji kurdewariya wan dûr bixin serî li her rêbazê qirkirinê dan, komkujî, talan û wêrankirin bi serê kurdan anîn.
Gelek komkujî li ser kurdan dihatin kirin. 4’ê Gulana 1937’an komkujiya Dêrsimê ku ji ber xwînê ava Mûnzirê sor bûbû. Ev komkujî di sedsala 20’emîn de weke komkujiya herî hov tê pejrandin.
Li Geliyê Zîlan jî yek ji hovîntirîn komkujî pêk hat. Ji bo tunekirina serhildana Agiriyê serî li her rêbazê dan. Di 25’ê Tîrmeha 1930’an de, bi hezaran gund hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin.
Di sala 1966’an de li herêmên kurdan ên di bin dagirkeriya rejîma Sûriyê de, nasnameyê gelê kurd ji wan hatin standin. Ne êdî dikaribûn bêjin em kurd in, ne jî nasnameya Sûrî li wan dihat kirin, gelê kurd êdî gelekî biyanî mabûn. Dixwestin bi vê rêbazê gelê kurd êdî weke gelekî biyanî bihêlin û ne nasname ne jî hebûn li wan hebû.
Lê bi berxwedaniya gel û destkeftiyên gelê herêmê êdî dawî li vê koletiyê hat. Bi şoreşa Rojava re zîncîra koletiyê hat qetandin, digotin me kurd tune kirin lê nizanin ku şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu carî koletiyê qebûl nakin. Fikra Abdullah Ocalan bû wesîla azadiya jinan, bû avakirina civakeke demokratîk û azad, bû destpêka jiyana nû.