Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Şahidê komkujiyê: Ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin

Yek ji şahidên Komkujiya Dêrsimê Bedrî Polat, bal kişand ser komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an û wiha got: “Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê dan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin.”

Rêveberiya dewleta tirk a salên 1937’an li Dêrsimê di navbera salên 1937-38’an li dijî welatiyên Dêrsimê komkujiyek mezin pêk anîn. Di ser komkujiyê re 83 sal derbas bûn. Lijneya Wezîran a wê demê di 4’ê Gulana 1937’an de “Biryara Tenkîl a Dêrsîmê” girtin. Bi vê biryarnameya taybet li Dêrsimê komkujiyek mezin kirin.

Di vê komkujiyê de jin, zarok, kal û pîr jî di nav de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Gelek mirov bi saxî hatin şewitandin. Leşkerên tirk mirov dan ber kêr û guleyan. Gotin ‘Dê ev di siberojê de bibin dijmin’ û kuştin. Li çiya û gundan bombe barandin. Kesên xwe avêtin şikeftan jî bi gazên kîmyewî qetil kirin. Cenazeyên kesên hatin qetilkirin avêtin çemê Mûnzûrê. Bi deh hezaran kesên ji komkujiyê bi saxî rizgar bûn jî hatin sirgûnkirin. Li gorî qeyd û belgeyên dewletê di sala 1937’an de Hezar û 737 kes û di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Lê li gorî daneyên ne fermî bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. Şahidên bûyerê diyar dikin ku wê demê 70 hezar mirov hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov jî hatin sirgûnkirin. Dîsa zarokên keç bi darê zorê ji malbatên wan hatin girtin û dan leşkeran.

Di her 4’ê Gulanê de bi bîr tînim

Welatiyên Dêrsimê piştî Lijneya Wezîran di 4’ê Gulanê de biryar dan, di 2010’an de 4’ê Gulanê wekî “Roza Şiyaye” ango “Roja Reş” îlan kirin. Nûner û pêşengên rêxistinên Dêrsimê ji 2010’an heta niha di her 4’ê Gulanê de qurnefilên sor diavên çemê Mûnzûrê û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr tînin. Dîsa ji bo bîranîna wan luqme belav dikin.

Şahidê komkujiyê Mamê Bego

Yek ji şahidê komkujiyê Bedrî Palot ê 93 salî ye. Şeniyên Dêrsimê bi navê ‘Mamê Bego’ bang li wî dikin. Polat, êşa komkujiya 83 sal berê hêj wekî niha hîs dike û dijî. Polat li gundê Korkez ê girêdayî navenda Dêrsimê ji dayik bû. 6 xwişk û bira bûn. Hêj 10 salî bû, şahidiya komkujiyê kir. Hemû endamên malbata wî di komkujiyê de hatin qetilkirin. Hevjîna wî Gullu Polat jî hêj 2 salî bû, şahidiya komkujiyê kir. Gullu jî li gel malbata xwe li gunde Rubayik mezin bû. Bav û 2 mamên Gullu Polat, di komkujiyê de hatin qetilkirin. Tenê ew û dayika xwe bi saxî xelas bûn.

Polat ê 93 salî êdî deng nabihîze. Keça wî di guhê wî de bi dengê hêl got ku salvegera komkujiyê ye. Polat komkujî anî bîra xwe û ji nava dilê xwe kir ‘axîn’ û wiha got: “Çîrokek pir dûr û dirêj e. Bi gotinê naqede.”

Li pêş çavên wî komkujî

komkujiyê de jêbûn nîşan da û qala komkujiyê kir. Polat rojek serê sibê fêr bû ku bavê wî Hasan Polat birine qereqolê û carek din êdî agahî jê negirt. Mamê Polat Alî û Huseyîn, şer kirin û di şer de hatin kuştin. Wê demê eskeran bi ser gundê wan de girt û ji gund 300 gundiyê wan kuştin. Polat bû şahidê vê komkujiya li gund. Polat şahidiya xwe wiha vegot: “Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê dan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran dayik, xwişk û 2 birayê min ên biçûk li pêş çavê min kuştin. Gotin ez jî hatime kuştin. Ez jî di nava miriyan de avêtim çem. Ez û zarokekî din ji nava avê xelas bûn. Min destê xwe danîbû ser serê birayê xwe. Eskeran gule berda û 2 pêçiyên min jêbûn. Min bi birîndarî xwe gihand gundekî. Heta ef derket ez li çiyê mam.”

Kevir li ser kevir nehiştin

Polat destnîşan kir ku di sala 38’an hemû birîndar kirin û wiha lê zêde kir: “Her tişt tar û mar kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Planek danûbûn pêşiya xwe. Li gorî vê planê diviya bû kes bi saxî xelas nebûya. Yên sax man jî sirgûn kirin. Her tişt şewitandin û kirin xwelî. Me tu şaşî jî nekiribû. Me zirar nedabû tu kesî. Em li dijî hikûmetê jî derneketibûn. Em hatin û em dan ber guleyan. Komkujî kirin. Eskerekî bi kêra çekê li zikê jinekê xist û zaroka wê ji zikê wê derxist. Digot ‘Ev dê sibê bibin dijminê me.’ Ma me çikiribû ji wan.”

Divê ji nifşê nû re bejin

Her wiha Polat anî ziman ku esker li seranserî çiyayê Dêrsimê bi cih bûbû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne dar hiştin, ne zevî. Ne mal hiştin ne zindî û sewal. Em tev kom kirin û destê me dan ser serê me. Gotin ‘Em ê we sirgûn bikin’. Berê tu dert û êşa me tune bû. Em li ser axa xwe dijiyan. Me tu dijminantiya hikûmetê jî nekiribû. Jin û zarok tev qetil kirin. Bila xwedê carek din neyne serê tu kesan. Hemû ax û kevirên Dêrsimê ser û bin kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Bila tu kes vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin. Bila tu carî ev komkujî neyê jibîrkirin. Divê her kes ji nifşê nû re vê rastiyê û komkujiyê bêjin. Bila vê rastiyê û serpêhatiyê bikin arşîv û veşêrin.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar