Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Şahidên 12’ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin

Di ser Darbeya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û gotin ku niha pêkanînên 12’ê Îlonê bi destê AKP’ê didomin

Di ser Darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yî de 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê ku di dema darbeyê de hatin binçavkirin û bi salan hatin îşkencekirin û di girtîgehan de man, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê tiştek neguheriye û 39 sal in welat bi rejîma darbeyê tê birevebirin.

Huseyîn Bariş ku di destpêka sala 1981’ê de li Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de dimîne û tê îşkencekirin, piştî binçavkirinê tê girtin û dişînin Girtîgeha Jimare 5’an a Amedê. Bariş, 10 sal û 4 mehan di girtîgehê de dimîne. Bariş diyar kir ku îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin li girtîgehê deh qatê wê lê hatiye kirin. Bariş destnîşan kir ku wê gavê li Girtîgeha Amedê tu qanûn û hiqûq tune bû û got ku di her qawîşê herî kêm 70-80 kes diman û herî zêde jî 150-170 kes diman.

Bariş anî ziman ku li qawîşên ku 170 kes lê diman tenê 15 nanên somin didan û got, Girtîgeha Jimare 5’an a Amedê girtîgeheke taybet bû. Bariş bilêv kir ku li Jimare 5’an bêkesayetî û xayîntî li girtiyan dihat ferzkirin. Bariş ku ji bo tiştên li Girtîgeha Amedê pêk hatin got, “wehşet bû” û bilêv kir ku bi îşkenceyên dijwar re rû bi rû maye û ji ber ew qasî dijwar bûn zimanê wî nagere bêje.

‘Berxwedanê darbe li cûntayê da’

Bariş bilêv kir ku li Girtîheha Jimare 5’an a Amedê tevî hemû zextan û ferzkirinên ji bo teslîmetê jî rêberên Tevgera Azadiyê ya Kurd Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û yên din bi tu awayî bêkesayetî û teslîmiyeta dihat ferzkirin qebûl nekirin û li hemberî vê bedena xwe dan ber mirinê û berxwedaneke mezin dan destpêkirin. Bariş got ku ev berxwedan darbeyeke mezin li Cûntaya 12’ê Îlonê xist.

‘Bandora wê hîn jî didome’

Bariş bilêv kir ku bandorên Darbeya 12’ê Îlonê hîn jî didomin û wiha got: “Li cîhanê gava serdemên darbeyê bi dawî bibin, tişta ewil bê kirin hevrûbûn û mehkûmkirina darbekaran be. Lê belê li Tirkiyeyê ev yek qet pêk nehat û hîn jî  û mehkûmkirina darbekaran be. Lê belê li Tirkiyeyê ev yek qet pêk nehat û 12’ê Îlonê bi destê îktîdara niha didome.”

Bariş anî ziman ku heta li Tirkiyeyê hesabê 12’ê Îlonê neyê pirsîn wê tu carî bi awayekî rasteqîne demokrasî ava nebe û wiha got: “Çawa ku berê komkujî nehatin ronîkirin û ji ber vê komkujiyên mezintir pêk hatin, ev jî wiha ye. Ger hevrûbûna ji bo darbeya 1961 û drabeya 1971’ê çê bûbûna wê Darbeya 12’ê Îlonê pêk nehatan. Ji ber hesabê 12’ê Îlonê nehat pirsîn hîn jî mekanîka darbeyê di dewrê de ye.”

‘Nikaribûn vîna me teslîm bigirin’

Yûnûs Bîrcan ku di Mijdara 1982’yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî 45 rojên di binçavan de hat girtin û şandin Girtîgeha Leşkerî ya Şîrînyerê, bilêv kir ku wê çaxê hatiye xwestin kincên yektîpî li girtiyan bikin lê ji ber li dijî vê derketine bi awayekî dijwar hatine îşkencekirin. Bîrcan wiha got: “Li Girtîgeha Jimare 5’an a Amedê tevî hemû zext ûz oriyan jî niakribûn berxwedanê bişikînin. Li girtîgehên Enqere Mamak, Îzmîr Şîrînyerê jî berxwedanên bi vî rengî pêk hatin û nikaribûn vîna girtiyan teslîm bigirin.”

Bîrcan anî ziman ku bi 12’ê Îlonê re her tişt guherî û piştî 7 salên li girtîgehê gava derketiye ancax piştî salên dûr û dirêj bi ser xwe ve hatiye. Bîrcan diyar kir ku feraseta 12’ê Îlonê tu carî ji holê nehatiye rakirin û ev tişt got: “Îktîdarên piştî drabeyê hatin hemûyan 12’ê Îlonê domand. Ji bo hevrûbûyînek çê bibe bi salan e em têdikoşin lê belê heta feraseta darbekar bi temamî ji holê neyê rakirin wê hevrûbûyîna ji bo 12’ê Îlonê pêk neyê.”

‘Di 39 salan de tiştek jî neguherî’

Bîrcan anî ziman ku her çend 39 sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û got, gava pergal ditengije mekanîka darbeyê dixe dewrê. Bîrcan bilêv kir ku ji bo hevrûbûyîneke rast pêdivî bi aştiyeke civakiyî û edaletê heye. Bîrcan destnîşan kir ku gava AKP bû îktîdar gotiye “em ê darbekarn bidarizînin” lê belê tenê ev yek di gotinê de maye û wiha got: “Ger hevrûbûyînek çê nebe dê darbe li ser darbeyê pêk bê.”  STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar