Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şahîn: Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan siberoja gelekî tê dizîn

Parêzer Muharrem Şahîn ku ji 15 caran zêdetir bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, anî ziman ku: “Tecrîd kiryareke navneteweyî ye. Lewma serlêdan hemû tên redkirin. Lê ev nabe hincet ku dest ji tekoşînê bê kêşandin. Divê ev tekoşîna li dijî tecrîdê bê berfireh kirin û berdewam bike.”  

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne, 28 meh in tu agahî nayê girtin.

Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin. Parêzerên Abdullah Ocalan di 10’ê tîrmehê de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û di 18’ê Tîrmehê de jî bi hinceta “cezayê dîsîplînê” ya nû serlêdan hat redkirin. Dadger sedem û dîroka “cezayê dîsîplînê” ya nû ji parêzeran re negot. Parêzer Muharrem Şahîn ku zêdetirî 15 caran çûye Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Parêzer Muharrem Şahîn

Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke bêhempa ye

Şahîn bi lêv kir ku tecrîd dûrxistina ji civakê ye û tecrîda li Îmraliyê jî tecrîdeke bêhempa ye. Şahîn diyar kir ku tecrîdeke gelek giran tê meşandin û demek dirêj e jî didome. Şahîn da zanîn ku di qanûn û makeqanûnê de jî tecrîd tune ye û divê ev qanûn bên pêkanîn û wiha got: “Tu sedemên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve nîne, lê hiqûqê bin pê dikin û tecrîdê didomînin. Di vê hêlê de jî berpirsiyar siyasetmedar in. Yên ku welatan bi rê ve dibin siyasetmedar in û yên qanûn û zagonan çêdikin jî dîsa ew in. Pêk anîna van zagon û qanûnan jî berpirsiyariya hiqûqnasan e. Tiştê bê kirin gelek hêsan e. Divê Dadgeha Cezayê qanûnên heyî pêk bîne.”

‘Gava hiqûq pêk nê mirov dimirin’

Şahîn bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê hatine kirin û wiha berdewam kir: “Bi dehan kes li dijî tecrîdê çalakî kirin û xwe kuştin. Dîsa bi dehan, sedan kes ketin grevên birçîbûnê. Lewma me digot tu mînakên vê tecrîdê di cihanê de nînin. Li tu derê cihanê ji bo hiqûq bê pêkanîn mirov namirin. Lê mixabin di welatê me de ji ber ku hiqûq pêk nayê mirov dimirin. Divê bal li ser vê hêla tecrîdê bê kişandin. Heta edalet, hiqûq û daraza serbixwe tune be di welat de nîzam çênabe. Piştî giran kirina tecrîdê pirsgirêkên welat jî, ji hemû hêlan ve giran bû. Îro di nava civakê de qeyrana aborî, edalet û hiqûqê heye. Me dît ku gava ji Îmraliyê agahî dihatin, pêşniyariyên Birêz Ocalan yên di derbarê demokrasiyê de kêm be jî dihatin pêkanîn, aramiyek dihat welat. Heke fikrên Birêz Ocalan yên di derbarê demokrasiyê de esas hatiban girtin, wê çareser kirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî hêsantir ba. Lewma divê ev tecrîde tavilê bê bi dawîkirin.”

‘Ev sûc e

Şahîn da zanîn ku dewlet û pergal bi lihevhatinekê vê tecrîdê didomînin û ev tecrîd bi awayekî neheq, bêhiqûqî û bêedaletî li her kesî tê kirin. Şahîn got ku êdî ew nikarin behsa azadiya fikrî û ramanî bikin û wiha berdewamî li axaftina xwe anî: “Gava hevdîtin heyî jî tecrîd berdewam dikir. Malbat, di bin rewşên gelek giran de diçûn hevdîtinê. Gava parêzer diçûn gelek pirsgirêkên dijhiqûqî dijiyan. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan siberoja gelekî tê dizîn û holê rakirin. Di serî de siyasetmedarên kurd divê hemû siyasetmedar realîst û micid nêzî meseleyê bibin û ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heke em micid û realîst nêzîk nebin dê pirsgirêk mezintir bibin. Divê hemû beşên civakê û hiqûqnas di derbarê vê yekê de hesas bin. Lewma heke wisa nebe em hemû dê bibin şîrikê vê bêhiqûqiyê. Li vir bi vekirî mafek tê binpêkirin û divê ev maf bê pêkanîn. Heke neyê pêkanîn, ev sûc e.”

‘Divê dewlet xwestekên welatiyên xwe bi  cih bîne’

Şahîn destnîşan kir ku sedem vê tecrîdê ew e ku Ocalan li ba civakê xwedî bandor e. Şahîn diyar kir ku cihê hewagirtinê ya Ocalan bi tevahî bi têlan girtiye û tenê saetekê dikare derkeve cihê bêhnvedanê. Şahîn anî ziman ku odeya Ocalan hewa nagire û pace bi ban ve zeliqandiye. Şahîn bi domdarî wiha got: “Tenê mazgalek piçûk heye û bi vekirina wê mazgalê dikare hinekî hewa bigire. Têkiliya wî ya bi kesên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin jî sînordar kiriye. Name û pirtûk gelek caran nagihije wî û hemû hevdîtin jî tên qeydkirin. Ev tişt jî nîşanî me dide ku gava hevdîtin heyî jî bi awayekî tecrîd hebû. Sedema van kiryaran jî fikrên Birêz Ocalan in ku naxwazin bigihije civakê. Tenê çareseriyek heye, ew jî pêkanîna edalet, hiqûq û demokrasiyê ye. Divê dewlet xwestekên welatiyên xwe bi  cih bîne.”

‘Çi bibe bila bibe tu ceza ji bo hevdîtina bi parêzeran re nabe astengî’

Şahîn bal kişand ser serlêdanên ji bo hevdîtinê yên tên redkirin û got ku hemû hincet pûç in. Şahîn diyar kir ku bi hezaran personelên sivîl û leşkerî li Girava Îmraliyê ne û rojane pêdiviyên wan tên bicihanîn. Şahîn destnîşan kir ku hinceta ‘rewşa hewayê  nebaşe’ jî hinceteke pûç e û lewma gelek kelekên di her şert û mercan de bixebitin hene. Şahîn, bi domdarî ev tişt gotin: “Ev hincete rastiyê berovajî dike. Hemû kiryarên keyfî ne. Çi bibe bila bibe, tu cezayên dîsîplînê ji bo hevdîtina bi parêzeran re nabe astengî. Di hiqûqê de jî ev tişt tune ye.”

‘Tecrîd kiryareke navneteweyî ye

Şahîn da zanîn ku ew vê tecrîdê tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî nabînin û got ku gelek hêlên vê tecrîdê yên navneteweyî jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rihetî hinekî girêdayî bêdengbûyîna welatên berpirsiyar ku berpirsiyariyên xwe naînin cih, e. Ji ber vê yekê Tirkiye gelek rihet tevdigere. Mafên girtiyan di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye destnîşan kirin û Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye. Di nava Yekitiya Ewropayê de 20’an pirtir welat hene û hemû jî berpirsiyar in. Bi siyaseta navbera xwe ya rojane li gor berjevendiyên xwe tevdigerin û ji vê bêhiqûqiyê re bê deng dimînin. Ev jî nîşaneye ku ev tecrîd kiryareke navneteweyî ye. Lewma serlêdan hemû tên redkirin. Lê ev nabe hincet ku dest ji tekoşînê bê kêşandin. Divê ev tekoşîna li dijî tecrîdê bê berfireh kirin û berdewam bike.”

‘Hişyariyên Birêz Ocalan îro em şênber dibînin’

Şahîn têkildarî nêzîkbûna Ocalan ya li hember kiryarên li ser wî tên kirin jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan digot: ‘Ev tecrîd li dijî fikrên min û reseniya min e.’ Birêz Ocalan bi hemû rexne û zextan jî, dest ji reseniya xwe berneda. Tû car jî Birêz Ocalan ev yek neanî ziman û digot: ‘Ev kiryarên li dijî min, ji bo min ne pirsgirêk e.’ Tenê rexneyên wî yên bi cih neanîna fikrên wî û demokrasiyê hebûn. Gelek caran anî ziman ku ‘Heke li welat demokrasî neyê pêkanîn, li hêla hiqûqê pêşketin çênebe, qada azadiyê neyê berfirehkirin, wekhevî nebe dê tecrîd belavî her derî bibe. Wê darbe jî çêbibin.’ Hema bêje di hemû hevdîtinan de ev tişt dianî ziman. Me jî şember mînakên vê yekî dîtin. Divê ji bo rakirina vê tecrîdê her kes hesas tevbigere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar