Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şahîn: Dewleta tirk bi rêya operasyonan ji dagirkeriyê re zemînê amade dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir, dewleta tirk ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî temam bike operasyonên taybet dike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Şahîn anî ziman ku operasyona dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û ‘peymanên agirbestê’ yên piştî van êrîşan ji bo rawestandina operasyonên leşkerî di navbera DYA-Tirkiye û Rûsya-Tirkiyeyê de hatin çêkirin, êrîşên li ser herêmê nesekinand. Şahîn got, “Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê rojane dewam dikin. Mîna ku her kes zane, ji bo bahaneya ‘ewlehiya sînor’ a dewleta tirk pûç bike bi 30 kîlometreyî xwe ji sînor ve vekişand. Tevî ku li qada ji 30 kîlometreyî tu çalakiyeke leşkerî û hêza leşkerî nîne, dewleta tirk bi rengekî giran êrîşî herêmên me dike.

Armanca dewleta tirk ‘ewlehiya sînorê neteweyî’ nîne. Ji destpêka krîza Sûriyeyê û şoreşa me û vir ve li hemberî sînorên dewleta tirk ji aliyê me ve tu xeterî çênebû. Planên hikûmeta AKP’ê ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, ew ku li ser Sûriyeyê xeyal û serweriya neo-osmanî li Rojhilata Navîn belav bike. Bi vê armancê dixwaze aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe û sîstema demokratîk lawaz bike. Li şûna sîstema Xweser a Demokratîk bi rêya çeteyên xwe sîstemeke radîkal ava bike. Êrîşên ku rojane dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek ji vê plana siyasî ye.”

Mihemed Şahîn ragihand ku dewleta tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir ve bi rêya çeteyên radîkal xwest serweriyê li Sûriyeyê çêbike û wiha dewam kir, “Piştî ku ev yek nekarî bi ser bixîne, piştî ku çeteyên wê bi ser neket, hingî artêşa xwe yekser xiste dewrê. Li Idlib, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî kete nava liv û tevgerê. Li hemberî nerazîbûna raya giştî ku di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de hatin nîşandan, operasyonên xwe bi rengê operasyona taybet meşandin.

Bi rêya operasyonên taybet li sazî û rayedarên Rêveberiya Xweser û qadên sivîlan xist, xwest tevliheviyê çêbike û bibe sedema pêleke koçberiyê. Ev operasyonên taybet hewldanek ji bo temamkirina êrîşa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî bû. Armanc ji êrîşên hewayî û bejahî ev bû. Hewl dide firsendek ji bo operasyoneke nû ya berfireh a leşkerî biafirîne. Eger dewleta tirk zemîneke siyasî ya navneteweyî çêbike û di vê mijarê de ji xwe bawer bike, wê li ser van herêman dest bi operasyoneke nû ya mezin bike.”

Têkildarî êrîşên li ser Kobanê jî Mihemed Şahîn wiha axivî: “Dewleta tirk tola çeteyên DAIŞ’ê hiltîne. Her kes zane ku terora cîhanî li Kobanê hat şikandin. Dewleta tirk ji bo bidestxistina Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê bawer kir. Bi rêya DAIŞ’ê xwest li ser herêmê bibe xwedî hikum. Bi piştgiriya gelê me bi taybetî jî gelê me yê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hêzên azadîxwaz û demokratîk li dora Kobanê civiya. Hikûmeta AKP’ê di bin navê ‘Doza Kobanê’ de her kesî destgîr dike û dixwaze tola DAIŞ’ê hilne ku li Kobanê hat şikandin. Ji her kesên ku bûne sedema şikandina DAIŞ’ê tolê hiltîne.”

Li ser helwesta hêzên Rûsyayê ya li pêşberî êrîşan jî Şahîn wiha axivî, “Me gelek caran serî li hêzên Rûsyayê dan, bang kirin. Li gorî lihevkirina navbera hêzên me yên leşkerî û wan de, ew ji ewlehiya herêmê berpirsyar in. Lê belê helwesta wan di vê mijarê de me îqna nake. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve li pêşberî van êrîşan bêdeng dimînin. Ev jî dibe sedema fikaran. Rûsya li gorî berpirsyariya xwe û vê tifaqê divê bersivê bide dewleta tirk. Bêbersiv û bêhelwestiya siyasî û leşkerî ya Rûsyayê ji bo me cihê gumana ne.”

Ji bo daxuyanî û planên Erdogan ku dema dawî dibêje “Wê milyonek penaberî” li herêmê bi cih bike, Mihemed Şahîn ev nirxandin kir:

“Dewleta tirk ji xwe li Idlib, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji roja destpêkê ya dagirkirinê û vir ve demografiyê diguherîne. Bûyereke nû nîne, ji roja destpêkê ve vê dike. Kesên ne ji vê herêmê ne bi cih kiriye. Çete û malbatên wan li herêmê hatine bicihkirin. Çete û malbatên wan ên ne ji Sûriyeyê ne bi cih kiriye. Rejîma tirk vê yekê bi rengekî fermî radigihîne. Dibêje ‘Em ê penaberan li vê herêmê bi cih bikin’. Li van herêman guhertina demografîk kiriye. Bi taybetî jî li cihê kurdan kesên ji neteweyên cuda bi cih dike û dixwaze cografyayê biguherîne. Ji bo vê jî ev siyaset ragihandiye. Beriya ku vê ragihîne jî di pratîkê de hin guhertinên demografîk kiribû.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku têkoşîna li dijî vê rewşê ji bo Rêveberiya Xweser wezîfe û stratejiya bingehîn e û got, “Me di vê mijarê de biryar dane. Ji aliyê dîplomatîk, siyasî û ji her alî ve em ê bi mafê xwe yê rewa çi ji destê me bê em ê bikin. Ne tenê ji bo guhertina demografîk, ji bo bidawîbûna dagirkeriya tirk a li ser tevahiya Sûriyeyê em têdikoşin. Ev rewş timî di nava plan û armancên me de ye.

Banga me li gelê me ye. Armanca dewleta tirk a ji êrîşa li ser herêmên me şikandina îradeya gelê me û tunekirina destketiyan e. Hewldanek ji bo parçekirina manewiyata pêkhateyên gelê herêmê ye. Gelê me divê li hemberî vê bibe yek û têkoşîna xwe mezin bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar