Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Şahîn: Ji bo rakirina tecrîdê beşdarî meşa 1’ê Îlonê bibin

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji bo meşa 1’ê Îlonê ya li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û got ku ji bo aştî û çareseriyê divê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê rakirin.

Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hin rêzeçalakî bên lidarxistin. Li Amedê jî dê ji aliyê DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr ve bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş bê lidarxistin. Bangên ji bo tevlibûna meşê didomin.

Di 1’ê Îlonê de girse dê li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê kom bibe û heta Qada Şêx Seîd meşê li dar bixe û dê li vir mitîng bê lidarxistin. Îsal 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê bi dirûşmeya “Li dijî şer û dagirkirinê aştî, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” pêk bê. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî çalakiya wê li dar bixin agahî da. Şahîn anî ziman ku ji bo pêkhatine aştiyeke civakî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya îsal pir girîng e.

Şahîn diyar kir ku deshilatên li Tirkiyeyê di sedsala dawî de xebatên bi armanca ji holê rakirina cudahiyan meşandine û ev yek tê wateya dûrxistina ji çareseriyê. Şahîn îşaret bi girîngiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kir û diyar kir ku ji bo vê yekê divê Tirkiye were demokratîkkirin.

Şahîn, diyar kir ku desthilat û muxalefet di neçareseriyê de li hev kirine, ev yek zirareke mezin dide welat û gelan û bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, rêbazên demokratîk nayên bikaranîn û ji ber vê yekê aştiya civakî nehate pêkanîn. Şahîn îşaret kir ku yekane çareseriya pirsgirêkê diyaloga bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ye û bi lêv kir ku polîtîkaya tecrîdê pirsgirêk kûrtir kiriye.

Şahîn, anî ziman ku kesên ku di dîrokê de pirsgirêk çareser nekirine, çûne sergoyê dîrokê û diyar kir ku di warê hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê de karneya desthilata AKP’ê û MHP’ê qels e. Şahîn, da zanîn ku dema ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve diçin li Rojhilata Navîn şerek heye û wiha domand: “Heta ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nebin bila kes li bendê nebe ku li cîhanê aştî pêk were. Niha li Filistînê, li Rojava, li Başûr û li gelek cihên din bayê şer heye.”

Şahîn bi lêv kir ku li cihê aştiya civakî lê nebe, çareserkirina pirsgirêkan zehmet e û destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, bawerî bi pêkhatina aştiya civakî nîne û ev tişt got: “Ji bo çareseriyê divê tecrîd were rakirin. Dema me ev yek pêk anî, tiştekî din nîne ku gelên Tirkiyeyê bi hev re bikin. Em civakeke ku çanda wê ya jiyana bi hev re hene ne.”

Şahîn, destnîşan kir ku şûna bi benzînê nêzî şer bibin, divê ev şewat ji holê bê rakirin û got: “Divê em vê yekê bi hev re bikin. Dema tecrîd hate rakirin dê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya civakî pêk bê. Guneha vê pêvajoyê di stûyê herkesê de ye. Em vê pêvajo bi hev re veguherînin aştiyê.” Şahîn, ji bo meş û mitînga ku dê di 1’ê Îlonê de li dar bixin banga tevlibûnê li herkesê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar