Di çarçoveya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de şahiyên li Bajaroka Perî ya dê 2 roj dewam bike hat destpêkirin.
Li Dêrsimê di roja 3’yemîn de 19’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê didome. Di çarçoveya festîvalê de starta şahiyên li Bajaroka Perî ya 2 rojan hat dayîn. Di çarçoveya şahiyê de li Parka Şaredariya Periyê pêşengeha wêneyan, amûrên berê di çandiniyê de hatine bikaranîn nîşan dan. Li stantên pêş şaredariyê pirtûk, kelûpelên diyariyê û hilberînên çandiniyê yên şaredariyê firotin.
Parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Murat Çepnî, Kemal Bulbul, Hevşaredarên Perî Orhan Çelebî û Songul Dogan, Malbatên Pirsûsê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn. Axaftina vekirinê ya şahiyê Hevşaredar Çelebî û Dogan kirin û behsa xebatên şaredariyê kirin.
Parlamanterên HDP’ê Murat Çepnî, Alîcan Onlu axaftinan kirin. Piştî axaftinan welatiyan pêşengehê ziyaret kirin.
Rojê bi şahiya stranan dewam kir. DÊRSIM