Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Şahoz Hesen: Divê Barzanî nekeve xefika Erdogan

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen diyar kir ku bangewazî û hewldanên armanca yekitiya neteweyî ji bo gelê kurd gelekî girîng in û wiha got: “Erdogan hewl dide gelê kurd ji hev bixe, êrîşên xwe rewa bike. Divê Mesrûr Barzanî vê yekê bizanibe û nekeve xefika Erdogan.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen pêşketinên dawî li ser asta Kurdistanê, girêdayî wî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û Komîteya Bingehîn a Destûra Sûriyeyê ji nûçegihanên ajansa ANHA’yê Ekrem Berekat û Ehmed Semîr re nirxand.

Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser rojava, başûr û bakurê Kurdistanê û hedef girtina hebûna gelê kurd û ev tişt anî ziman: “Bi rastî ev pêvajo pêvajoyeke dirêj e, dewleta tirk û hikûmeta wê ya heyî zihniyeta faşîzmê didomîne û hebûna kurdan dike hedef. Çareserkirina pirsgirêka xwe di tunekirina kurdan de dibine, ev şaşitiyeke dîrokî ye ku hikûmeta heyî dike. Ev êrîşên ku pêk tîne piştperdeyên wê yên stratejîk hene ku bandorê li tevahî herêmê dike.

Li ser vê yekê gelê kurd têdikoşe û li dijî siyasetên înkarkirinê yên dagirkeriya dewleta tirk disekine, ev berxwedanî niha li herêmên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê di lûtkeyê de ye. Gelê kurd bi berxwedana xwe ji cîhanê re da diyarkirin ku ew ji bo azadî û aştiyê têdikoşe. Zihniyeta Tirkiyeyê xwe dispêre zihniyete faşîst û siyasetên qirkirin û guhertina demografî li dijî gelên me pêk tîne.

Tişta niha dide xuyakirin siyaseteke qirkirina gelê kurd ji aliyê pergelên dîktator ve tê meşnadin. Siyaseta ku dewleta tirk a dagirker li ser Kurdistanê pêk tîne ne rêya çareserkirina aloziyên heyî ye, ji ber gelê kurd bi vê berxwedanê û têkoşîna xwe ya domdar gihiştiye vê qonaxê. Tevî pêvajoya heyî û şertên zehmet, tevî êrîşên hovane û siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê me, gelê me berxwedaneke leheng raber dike, ev berxwedan ji bo rûmetê ye û li tevahî cîhanê deng veda. Em di wê qenatê de ne ku gelê me dê bi ser bikeve, dîrok îsbat kir ku zihniyeta dîktator li hemberî îradeya azad a gelê berxwedêr bi ser nakeve.”

Bangewazî û hewldanên ji bo yekitiyê

Van rojan bi mebesta pêk anîna yekitiya kurdan gelek bangewazî û hewldanan hatin kirin. Li derveyî welat rewşenbîr û hunermend ji bo yekitiyê gavên nû avêtin. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen têkildarî mijara yekitiyê jî ev nirxandin kir: “Di bangewaziyên ku ji bo yekitiya kurdî têne avêtin de diyar dibe ku gelê kurd di pêvajoyeke hestiyar û çarenûsî de derbas dibe. Çarenûsa gelê me niha li ser masê ye. Ji bo yekitiya kurdî li ser erdê pêk were divê partî û hêzên siyasî hemû yekitiya xwe ava bikin û banga gel a yekkirina xîtabê û yekitiya refê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de pêk bînin. Divê hêz û partiyên siyasî dengê aqil û dengê gel ê banga yekitiyê dike guhdar bike. Bangewazî û mûbadereyên hatine ragihandin, çi ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk be, çi ji aliyê rewşenbîr û hunermendên li derveyî welat bin, pir girîng e, ev dide diyarkirin ku yekitiya netewî pêwîstiyeke sereke û jiyanî ji bo gelê kurd e, divê nakokî û cûdabûna nêrînên siyasî li pêşiya yekitiya netewî nebe asteng, divê her kes berjewendiyên gel li ser berjewendiyên kesayetî, partiyekî û malbatî bigire.”

Armanca dewleta tirk a li dijî gelê kurd

Girêdayî mijara yekitiyê Şahoz Hesen bal kişand ser hatine serokê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yê Tirkiyeyê û armanca dewleta tirk a li dijî gelê kurd û wiha pêde çû: “Destpêkê dixwazim îşaretê bi vê yekê bikin ku zihniyeta faşîst a Tirkiyeyê bi berxwedana gelê me ber bi hilweşînê ve diçe. Dîsa projeya ku Erdogan pêşkêş dike ji aliyê dewletên cîhanê û gelê me yê berxwedê ve nayê qebûlkirin, tenê dewleta Qeterê piştgiriyê dide projeya Erdogan.

Niha Erdogan tenê maye, di êrîşên xwe yên li dijî gelê me destek ji aliyê dewletên cîhanê negirt, Erdogan niha hewl dide êrîşên xwe rewa bike û hêzên nêzî xwe wekî Qeter û beşek ji hikûmeta Lîbyayê dawet dike da ku ji raya giştî re dibe xuyakirin ku ew ne tenê ye.

Her wiha Erdogan bi rêya van vexwendiyên xwe hewl dide dengê gelê bibire û rewabûneke siyasî bide qirkirina li dijî gelê me, lewra divê hikûmeta Kurdistan û birêz Mesûrû Berzanî li ser vê xalê têgihiştî be û nekeve xefa Erdogan.”

Komîteya avakirina destûra bingehîn a Sûriyeyê

Di demên dawî de komîteyek ji bo danîne destûra nû ya Sûriyeyê hate avakirin û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji komîteyê hate dûrxistin. Lê tê diyarkirin ku ev komîte têk çûye. Şahoz Hesen derbarê vê komîteyê û dûrxistina rêveberiya xweser de ev tişt anî ziman: “Çima pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji komîteya destûrî hate dûrxistin û çima komîteya destûrî têk çû bi hev ve girêdayî ne. Çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi awayekî siyasî divê îradeya gelê Sûriyeyê bigire, her kes vê dibêje, lê di aliyê partîkî de tiştek nîne.

Beriya civîna komîteya destûrî Îran, Rûsya û Tirkiye çûn Cenevreyê texmî ku Pedersen ev dewlet venexwendibûn civînê. Van dewletan daxuyaniya piştgiriya komîteya destûrî dan. Her kes dizane ku ev her sê dewleta di aloziya Sûriyeyê de bi bandor in û dayîna wan ji daxuyaniyên bi vî awayî diyar dike ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê li gorî berjewendiyên wan be û delîlê afirandina astengiyan li pêşiya çareserkirina aloziyê ye.

Girêdayî wê dûrxistina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê û hêzên demokratîk ji vê komîteyê nîşaneya ku çareserî ji aloziyê re peyda nabe, ji ber aliyên beşdarî komîteyê rejîma Sûriyeyê ye ku bi zihniyeta netewperst û desthildar ve girêdayî ye, aliyê din jî Îxwan El-Muslimîn a desteka xwe ji Tirkiyeyê digire ku di salên dawî de rûyê wan ên rast bi aloziya Sûriyeyê re aşkera bû. Îxwan sîwana hemû çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin û armancên wan pêk tînin ji ber vê yekê çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya mîna van komîteyan ne pêkan e.

Dûrxistina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin û ji dijî DAIŞ‘ê şer kirine ji vê nîqaşên der barê çarserkirina aloziyê Sûriyeyê şaştiyeke mezin e, her kes dizane ji Neteweyên Yekbûyî bigire heta garantorên Astana û komên biçûk, yên dixwazin çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin divê hemû nûnerên Sûriyeyê beşdar bikin û divê îradeya azad a gelê Sûriyeyê ya dûrî mûdaxeleyên derve esas bê girtin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar