Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Şahoz Hesen: Heta ku dewleta tirk li Sûriyeyê be dê çareserî çênebe

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen diyar kir ku dewleta tirk dixwaze Rojava dagir bike, kurdan bêstatû bihêle û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Hesen destnîşan kir ku heta ku dewleta tirk ji mijara Sûriyeyê dûr neyê xistin, li Sûriyeyê çareserî dê pêşnekeve

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî geşedanên dawî yên li rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê bi Serkan Demîrel re axivî.

Şahoz Hesen anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha rewşeke kaosê heye û wiha domand: “Niha çavê hêzên herêmî û navdewletî li Rojava ye. Ji ber ku çavkaniyên xwezayî û çandî yên vê herêmê zêde ne. Jiyaneke demokratîk a li vir hatiye avakirin, tecrubeyên li vê herêmê û bandora kurdan a li ser cîhanê bi taybet jî dewleta tirk, cîranên Sûriyeyê aciz dike. Ji bo dagirkirina vê axê dewleta tirk ji sala 2011’an ve plan û projeyên xwe dike. Tişta ku nekarî bi destê DAIŞ û El Nusrayê bike, hewl dide ew bi xwe bike.”

Armanca dewleta tirk

Hesen got ku armanca dewleta tirk ew e ku pêşî li statûya kurdan bigire û wiha derbirî: “Dixwaze pergala heyî tune bike. Em di serî de hewl didin hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Di vê çarçoveyê de bi rêya DYA’yê hin lihevkirin çêbûn. Lê dewleta tirk dîsa jî planên dagirkeriyê meşandin. Bi vê armancê jî komên çete êrîşî Rojava kir. Me ji DYA û Rûsyayê re got ku dê ev êrîş bandorê li her kesî bike û ger ku ev mijar neyê çareserkirin, dê li ber xwe bidin. Lê dewleta tirk êrîş û qirkirin tercîh kir. Em jî xwe diparêzin. Berxwedana me û piştevaniya gelên cîhanê li cîhanê rojeveke nû afirand. Dewlet neçar man ku siyaseta xwe biguherînin.”

‘Me hebûnda dagirkeriyê qebûl nekiriye’

Der barê lihevkirina Rûsya û dewleta tirk de jî Hesen wiha got: “Me hebûna dagirkeran li xaka xwe qebûl nekiriye. Me tenê agirbest qebûl kir. Me xwest bi hevdîtinên bi Rûsya, DYA û dewletên ewropî re çareseriyekê bibînin. Me bi vekirî ji wan re got ku dê dagirkeriyê qebûl nekin û dê li ber xwe bidin. Bi hatina hêzên rejîmê re hinceta dagirkeriyê ya dewleta tirk ji holê radibe. Lê tevî vê jî ger êrîş bike wê demê gel dê li ber xwe bide. Erdogan peymana bi DYA’yê re qebûl nekir. Ji ber ku dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Me ev yek ji DYA û Rûsyayê re jî got.”

Makeqanûna Sûriyeyê

Têkildarî civîna Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê jî Hesen ev tişt destnîşan kir: “Bi vî awayî alozî çareser nabe. Nêzikatiyên ku tenê beşekê derdixîne pêş û dibêje ‘ev mûxalefete’ nikare çareseriyê biafirîne. Ji bo çareseriyê divê her kes hebe. Li hêlekê rejîma ku 50 sal in bûye sedema pirsgirêkên heyî, li hêla din komên cîhadîst ên ku di serî de Tirkiye, hêzên navewletî piştgiriyê didin. Ji van re jî dibêjin ‘muxalefet’. Lê hêzên demokrat nehatine vexwendin. Rêveberiya Xweser girêdayî tu hêzan nîne. Tekane hêza ku Sûriyeyeke demokratîk dixwaz em in. Lê em nehatin vexwendin. Ji ber vê jî ji şer re çareserî nabe.”

‘Ji bo çareseriyê divê dewleta tirk dûr bikeve’

Herî dawî jî Hesen ev tişt anî ziman: “Dibêjin ‘Tirkiye destûrê nade.’ Tirkiye ji xwe me qetil dike. Ger ku tirk diyarker bin ji xwe tu caran çareserî li Sûriyeyê nabe. Bi vê nêzîkatiyê çareserî nabe. Bi taybetî bi nêzîkatiya barbar û dijminane ya tirkan qet nabe. Ger çareseriyeke rasteqîn bixwazin wê demê divê destê dewleta tirk ji vê meseleyê bibirin. Her wiha em amade ne ku bi rejîmê re diyalogê deynin.” CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar