Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şahoz Hesen: Kurd bi yekitiya xwe dikarin pêşî li armancên dewleta tirk bigirin

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen diyar kir ku gelê kurd bi avakirina yekitiya xwe dikare armanca dewleta tirk a tunekirina destkeftiyên gelê kurd bisekine. Hesen anî ziman ku ew ji bo lidarxistina kongreya neteweyî amade ne

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya bi sedan şêniyên navçên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê li navçeya Girkê Legê civînek li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlan a Qamişloyê hat lidarxistin.

Di civînê de hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen li ser rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe û pêwîstiya yekitiya hêzên kurd axivî. Hesen anî ziman ku armanca êrîşên dewleta tirk ên li dijî  herêmê ew e ku destkeftiyên gelê kurd têk bibe û wiha domand: “Dixwazin gelê kurd têk bibin û ji azadiyê dûr bixin. Gelê kurd piştî ku bi şoreşa Rojava re vîna xwe parast, dewleta tirk kete nava hewldanan da ku destkeftiyan kurdan têk bibe û lawaz bike. Lewre divê em jî li gorî vê rastiyê tevbigerin.”

Hesen bi berdewamî jî anî ziman ku tekane rêya pêşîlêgirtina van armancên dewleta tirk, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e û wiha pê de çû: “Berxwedana gelê kurd û serkeftinên wê, israra artêşa dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike. Lê tevî vê yekê jî aliyên siyasî yên kurd li dijî van êrîşên dagirkeriyê bi yek helwestî ranewestiyane. Lewre em bang li wan dikin ku vegerin rêya ximzetkirina gelê kurd û yekparebûnê da ku li hemberî êrîşên dewleta tirk bisekinin.”

Herî dawî jî Hesen da zanîn ku partiya wan ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya gelê kurd her tim amade ye. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar