Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar pergala Îmraliyê ya ku sala 1999’an hat avakirin û polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ji ajansa ANF’ê re nirxand.
Mahmût Şakar diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqa heyî bi cih nayê û bi bîr xist ku Ocalan hikumxwarê destpêkê ye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn.
Şakar da zanîn ku ev ‘ceza’ veguherî sîstemekê ku li girtiyên din ên siyasî jî hat birîn û weke modelekê gav bi gav li Tirkiyeyê hat belavkirin û wiha got: “Tirkiyeyê sîstema li Îmraliyê weke modelekê li tevahiya Tirkiyeyê belav kir. Dema ku mirov temsîliyet û wateya siyasî ya Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd li ber çavan bigire, hingî dibîne ku sîstema Îmraliyê ya li gelê kurd rewa tê dîtin, hingî weke modelekê hatiye amadekirin. Ji aliyê hiqûqî ve aliyê girîng wiha ye; Ji roja destpêkê ya dîlgirtinê ve hin pêkanînên hiqûqî yên taybet ferzkirin ku em vê yekê weke ‘Qanûnên Ocalan’ pênase dikin. Li dijî Abdullah Ocalan hin qanûnên taybet hatin amadekirin, an jî di hin qanûnan de Abdullah Ocalan li derve hat hiştin. Bi nêzîkatiyeke wiha îdarî û pratîkî ku dûrî hiqûqê ye, rewşeke awarte hat meşandin. Ev rewşa awarte ya 22 salan di salên 2015-2016’an de li tevahiya Tirkiyeyê hat belavkirin. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî pêwendiya xwe bi Abdullah Ocalan re heye. Mîna ku wî jî vegot, piştî darizandina ‘Şanoya Îmraliyê’ birîna cezayê îdamê û pejirandina vî cezayî li Dadgeha Bilind, ev ceza gav bi gav veguherandina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê. Bi hin guhertinên destûra bingehîn re sîstema cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Tirkiyeyê hat bicihkirin. Bi vî rengî Abdullah Ocalan bû hikumxwarê destpêkê yê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Ev yek jî li Tirkiyeyê veguherî sîstemekê ku li ser girtiyên siyasî hat fezkirin. Ev sîstema ku li dijî wî hat danîn li sedan, li hezaran girtiyên siyasî ceza birî. Taybetmendiya bingehîn ê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ew e ku berdana bi şert di nav de nîne; heta mirinê dê dîlgirtî bimînin.”
Komîteya wezîran xwest guhertina qanûnî bê kirin
Parêzer Şakar anî ziman ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de binpêkirina 3 xalan e û destnîşan kir ku ev yek weke kiryarên xerab û îşkenceyê tê dîtin.
Mahmût Şakar bal kişand ser pêvajoya biryarê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser mijarê û wiha domand: “Dosyaya destpêkê ya ku DMME’yê sala 2014’an Tirkiyeyê tê de mehkûm kir ev e. Piştre li ser sê dosyayên din DMME’yê heman biryar da. DMME nebûna hêviya berdanê (Mafê hêviyê) girtîhiştina mirovan weke îşkence û kiryarên xerab dibîne. Hikûmetên pêwendîdar neçar dihêle ku di vê mijarê de guhertinan bike. Diyar dike ku piştî girtîmayina demekê divê cezayê mirovekî ji nû ve bê nirxandin, berdana bi şert berê bê diyarkirin û divê were zanîn ku ev şert dê kengî li ber çavan bê derbaskirin. Ev ne tenê ji bo dosyaya Abdullah Ocalan û sê dosyayên din e, li qada navneteweyî ji bo welatên mîna Îngilistan û Macaristanê biryarên bi heman rengî hatin dayîn.”
Tecrîd hat belavkirin
Şakar destnîşan kir ku sîstema Îmraliyê ji destpêkê ve weke sîstemeke tecrîdê hatiye avakirin lê belê bi taybetî piştî sala 2014’an bi bidawîkirina pêvajoya danûstandinan re ev yek hat kûrkirin û wiha pêde çû: “Rewşa awarte û tecrîda li Îmraliyê li Kurdistanê hat belavkirin, salên 2015-2016’an bajarên Kurdistanê hatin tecrîdkirin û bi rengekî nehiqûqî bi mehan rewşa awarte dewam kir, li dijî gelê kurd û mirovahiyê sûcên giran hatin kirin. Konsepta polîtîk a hiqûqî ya ku ji Îmraliyê dest pê kir, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Modela li Tirkiyeyê hat bicihanîn niha li tevahiya girtîgehan hatiye belavkirin.”
Bi berxwedaneke kolektif şikandina tecrîdê
Mahmût Şakar diyar kir ku Rewşa Awarte ya ku sala 2016’an hat ragihandin li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, Tirkiye veguheriye hikumeteke şer û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rejîma Tirkiyeyê veguheriye rejîmeke şer. Ev mesele hemû ketine nava hev. Yanî pêvajoya ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re dest pê kir, bi hilweşandina bajarên Kurdistanê, bi komkujiyan û dagirkeriyê dewam kir. Vê rejîmê Tirkiye xistiye nava krîzê. Di binê vê krîzê de pirsgirêkên hiqûqî yên li Tirkiyeyê û nêzîkatiyên li vê yekê hene. Lewma çareserî jî bi rakirina tecrîdê, bi guhertina qanûnî ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, bi çareserkirina rewşa girtiyên nexweş ku di hefteyekê de 7 girtiyên siyasî hatin qetilkirin ji holê radibe. Krîza heyî ya li Tirkiyeyê, krîza destûra bingehîn bi vî rengî çareser dibe.
Rejîma AKP-MHP’ê ku krîzê hildiberîne, şer û tundiyê hildiberîne. Lewma DMME bi rabûna li ber mekanîzmayên DMME û Komîteya Wezîran dixwaze kiryarên heyî, sîstema heyî dewam bike. Ev yek jî bi têkoşîneke hevpar ji holê dikare bê rakirin.
Tecrîd, şer, rewşa girtiyên nexweş û krîza aboriyê bi nêzîkatiyeke komî, bi têkoşîneke hevpar, bi berxwedaneke kolektîf dikare çareser bibe. Naxwe dê ev yek zirareke mezin bide gelê kurd û hemû gelan.” BERLÎN