Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şakar: PDK ser aşkerekirina sûcên şer ên tirkan dinixumîne

Cîgirê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar anî ziman ku PDK bi astengkirina şandeyên IPPNW û OPCW ku dixwestin bikaranîna çekên kîmyewî yê dewleta tirk vekolin, ser sûc dinixumîne û got: "Em hewl didin bîrekê çêbikin. Em hewl didin van veguherînin dozan."

Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê tên bikaranîn, li welatên Ewropayê di warê hiqûqî de tevdigere. Cîgirê Serokê MAF-DAD’ê parêzer Mahmût Şakar, ragihand ku ji ber ku PDK nahêle li herêmê bikaranîna çekên kîmyewî bê vekolandin, êrîş heya niha veneguherîne dozê.

Şakar bilêv kir ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî de sicîla Tirkiyeyê pir xirab e û got ku dîmenên 2 HPG’iyên ku rastî çekên kîmyewî hatibûn û hatibûn belavkirin bibîr xist. Şakar diyar kir ku piştî wan dîmenan ew tevgeriyane û got ku malbatên HPG’iyên jiyana xwe ji dest dane li Ewropayê serî li wan dane. Şakar ragihand ku piştî serlêdanan bang li Yekîtiya Bijîşkên Li Dijî Şerê Nukleerê ya Navneteweyî (IPPNW) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirine ku “şandeyekê bişînin herêmê.”

 ‘Dewletên navneteweyî bi hevkarî lêkolînkirina îdiayên çekên kîmyewî asteng kirin’

Şakar destnîşan kir ku ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî şande çûne herêmê, lê belê PDK’ê şandeyan asteng kiriye û got ku ji ber vê astengiyê xwe negihandine delîlan. Şakar wiha domand: “PDK ser aşkerekirina sûcên şer dinixumîne. Ji ber vê ev mijar veneguherî dozê yan jî serlêdanan. Ji ber ku di warê hiqûqî de delîl tên xwestin, me jî ji bo ev veguherin dosyeyekê îtiraz kir. Em hê jî ji bo vê dixebitin.”

Şakar bilêv kir ku tevî hemû astengiyên PDK’ê jî IPPNW çûye başûrê Kurdistanê û li vê derê bi hin helwdanên qadên sivîl raporek amade kiriye û wiha domand: “Di wê raporê de behsa şopên çekên kîmyewî kirin. Ji bo lêkolîneke berfireh û ji bo saziyên têkildar têkevin dewrê daxwaz kirin. Tenê ne IPPNW gelek delegasyonên ewropayî li Hewlêrê hatin astengkirin. Tew Almanyayê jî hin şande asteng kirin. Dewletên navneteweyî bi hevkarî lêkolînkirina van îdiayan asteng kirin û pêşî li ber aşkerekirina van sûcan girtin. Ev yek aşkere nîşanî me dide ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.”

Şakar diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hemû raporên ku amade kirine ji saziyên têkildar û parlamentoyan re şandiye û wiha got: “Her wiha saziyên kurdan, rêxistinên civaka sivîl jî raporên xwe yên di vî warî de berpêşî meqamên têkildar ên welatan kirin. Ez wiha difikirim ku di destên dewletan de têkildarî van sûcên Tirkiyeyê de belge û agahî hene. Helbet bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî şer e û di warê hiqûqa mirovî de sûcekî ku nakeve ber demboriyê. Îro şert û mercên navneteweyî nahêlin Tirkiye ji ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Dibe ku ji bo vê derfet tune bin. JI ber ku Tirkiye ne endameke dadgeha ceza ya sûc a navneteweyî ye û ji ber ne di nava platformên bi vî rengî de ye, ev dike ku li van saziyan doz jî li wan neyê vekirin.”

Şakar destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî tim di rojeva wan de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em, qet nebe hewl didin bîrekê, hafizeyekê çêbikin. Em tiştên qewimîne dikin arşîv. Em hewl didin van veguherînin pêvajoyeke hiqûqî û dozan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar