Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Şakar û Gezen li Mexmûrê hatin bibîranîn

Bi armanca bîranîna Ugur Şakar û Zulkuf Gezen ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan çalakiyên fedaî pêk anîn, li Mexmûrê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên Şakar û Gezen hat xwestin û hat gotin ku dê ev berxwedan, tecrîdê bişikîne

Welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Almanyayê çalakiya xweşewitandinê pêk anî. Şakar ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Şakar duh jî jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen jî li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Şakar û Gezen,  li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê girseyê endamê Rêveberiya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Mehmûd Zêwkî daxuyanî xwend. Zêwkî bal kişand ser çalekiya Ugur Şakar û Zulkuf Gezen û wiha got: “Beriya her tiştî em sersaxiyê ji malbatên Şakar û Gezen re dixwazîn. Ugur welatparêzekî çalak bû. Çalekiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven dabû despêkirin, di demekî kin de li hemû qadên Kurdistanê û Ewropayê belav bû. Şakar û Gezen jî bi çalekiyên xwe yên fedaî, ev berxwedan gihand lûtkeyê.”

Mehmûd Zêwkî wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Divê gelê kurd xwe bi hêz bike. Em di wê hêviyê de ne ku ev hêz, dê ev tecrîda ku di kesayeta Rêbertiyê de li ser tevahiya gelê kurd tê meşandin, bê şikandin. Em bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar