Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sakik: Divê tu tiştek nebe asteng ku em neçin ser sindoqan

Sirri Sakik têkîldarî hilbijartinan de anî ziman ku gel êdî guherînê dixwaze û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re biaxivin bê ka me li ku derê xeletî kiriye. Lê tu kes xwedî mafê helwesta ‘Ez hêrs bûm, bihêrsim, dilê min ma û naçim ser sindoqê’ nîne.”

Di 14’ê Gulanê de bi milyonan kes ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê çûn ser sindoqê. Di hilbijartina serokkomariyê de ji namzetan tu kesî ji sedî 50+1 wernegirt lewma hilbijartin ma bo tûra duyemîn. Di 28’ê Gulanê de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan dê bên hemberî hev. Di hilbijartina serokkomariyê de Partiya Çepên Kesk ragihandibû ku bi mebesta “paşxistina faşîzmê” dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik têkildarî encamên hilbijartina parlamenteriyê û tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji ajansa MA re axivî.

‘Ev hilbijartin beşeke têkoşînê ye û divê kes bê moral nebe’ 

Sakik, got ku di nava şert û mercên zehmet de ketine hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha domand: “Mercên me wekî hev nebûn. Her wiha em bi navê Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û ev jî ji bo me dezavantajek bû. Em ê mijara kêmbûna dengên xwe di civînên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM) de binirxînin. Lukseke me ya wisa nîne ku bi ser vê mijarê bigirin. Weke partî em gelek caran ketin hilbijartinê û me nekarî bendê derbas bikin. Lê girseya me tu carî bêzar nebû. Gelo em dikarin rê û aqileke hevpar çawa bibînin? Niha roj ew roj e. Divê em bêhtir piştevaniya hev bikin, yekitiya xwe ava bikin, kêmasiyên xwe bibînin û hewl dan wan ji holê rakin. Gelê me baş dizane bê ka dema em li meclisê 20 kes jî me çi serkeftin bi dest xistin. Niha jî em ê bi hev re milê xwe bidin vê têkoşîna mazluman.”

‘Divê Tirkiye bi civaka xwe re di nava aştiyê de be’

Bi domdarî Sakik anî ziman ku di tûra yekemîn a serokkomariyê de Sînan Ogan dengên xwe ji Tifaqa Milet wergirtiye û wiha pê de çû: “Heke ev deng ji tifaqê bo wî çûbin, xuyaye ku tifaqa jidil nînin. Weke aktorekî siyasî tu giraniya Ogan di nava civakê de nîne. Di halê hazir de tenê aliyê demokrasî û azadiyê dixwaze em in. Ji zêdetirî sedî 50’ê civakê li gel guherînê ye. Li dijî dijbertî û cihêkariya AKP-MHP dike hewcehî bi rewşeke muzakere û aştiyê heye. Di hilbijartinê de kîjan namzet jî bi ser keve divê di pêvajoyeke aştiyê ya nû de rol bilîze. Divê Tirkiye bi civaka xwe re di nava aştiyê de be. Polîtîkaya tunehesibandin û înkarê Tirkiye ber bi krîzên mezin ve bir. Lewma kîjan namzet jî bi ser keve divê guh bidin daxwazên azadî û demokrasiyê yên gel û lihevkirineke civakî pêk bînin.”

‘Siyaset, hunera çareserkirina pirsgirêkan e’

Di berdewamê de Sakik bi lêv kir ku gelê kurd tevî girtina partiyan û tayînkirina qeyûman jî bi israr dibêje “demokrasî” û wiha got: “Em dixwazin ku pirgirêkên me li parlamentoyê bên çareserkirin. Divê rewşeke nû bê afirandin ku hemû aktorên siyasî tê de cih bigirin. Weke şexs zêde bendewariyeke min ji her du tifaqan jî nîne. Heke daxwazeke van partiyan a ji bo demokratîkbûn û azadiyê hebûya, heta niha gelek tişt hatibûna çareserkirin. Li vî welatî pirsgirêka demokrasî û hiqûqê heye. Her wiha birçîtî û xizanî heye. Siyaset, hunera çareserkirina pirsgirêkan e. Tirkiye dikeve sedsaleke nû û gelek pirsgirêkên wê hene. Tekane rêya çareserkirina van pirsgirêkan jî komara demokratîk e.”

 ‘Divê her kes biçe ser sindoqan’

Herî dawî jî Sakik ev bang kir: “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Agiriyê 100 hezar hilbijêr neçûn ser sindoqê. Divê her kes vîna xwe li ser sindoqê nîşan bide. Li seranserî Tirkiyeyê 8 milyon kes neçûne ser sindoqan. Heke mirov ji tiştên li ser vê xakê diqewimin aciz be, divê mirov biçe ser sindoqê. Divê hilbijêrên me jî teqez xwe bêhêvî nekin. Kêmasiyên me hene û tiştên me pê çênabin hene. Ev tevek jî dê bên telafîkirin. Dê mekanîzmaya rexne û rexnedayînê pêk bê. Em ê bi gelê xwe re biaxivin bê ka me li ku derê xeletî kiriye. Lê tu kes xwedî mafê helwesta ‘Ez hêrs bûm, bihêrsim, dilê min ma û naçim ser sindoqê’ nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar