Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sakik: Partiyên vê pergalê cihêkar e yekperest e tiştekî bide gel tune ye

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik, anî ziman ku, hilbijartinên 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye û got: “Ew bi têkoşîneke birêxistinkirî desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bişînin. 

Li Agiriyê di hilbijartinên 2018’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 4 parlamenteran 3 qezenckirin. HDP’a ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li ser navê Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê armanc dike ku ji bajêr 4 parlamenteran bişîne Meclisê. Namzetê partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik ku ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) û vir ve di nav tevgera siyasî ya kurd de cih digire têkildarî xebatên hilbijartinê nirxandin kirin.

‘Sedema şerê me yê niha hebûna me ye’

Sakik, anî ziman ku sedsala ewil a komarê di serî de kurd ji bo hemû komên etnîkî sedsaleke giran û biêş bû û bi lêv kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê di sedsala nû de hilbijartineke krîtîk e ku rê li ber Komara Demokratîk vedike. Sakik, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em niha bi sedsaleke nû dest pê dikin. Em di vê sedsalê de di pêvajoyeke ku kurd zêdetir bibin xwedî gotin û biryar de derbas dibin. Sedan salan tevî hemû şeran jî me nekarî bi nasnameya xwe li vir hebin. Sedema şerê me yê niha hebûna me ye. Di serdema pêşiya me de wê li Meclisê temsiliyeteke me ya cidî hebe û wê faşîzma AKP’ê û MHP’ê biçe. Em ê makeqanûneke nû, hevpeymaneke civakî bi hev re têxin meriyetê. Em ji ber wê dibêjin hilbijartineke dîrokî ye û em bi hemû rêxistinên xwe re bi şev û roj li qadan e. Ji ber ku bi deh hezaran mirov ji ber pêkanînên neheq niha di girtîgehê de ne, bi sedhezaran mirov di sirgunê de ne. Em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin, em ê bi vê hilbijartinê re hem deriyê zindanan vekin hem jî bikin ku kesên li sirgunê paş ve werin. Em aştiya civakî pêk bînin, em di makeqanûnê de di qanûnan de hebin. Em ê bi statuyeke nû xwe bi rê ve bibin. Çawa ku îro di makeqanûnê de nasnameya tirk heye, em dibêjin bila nasnameya kurd jî hebe. Elbet tenê ji bo kurdan em naxwazin, ji bo nasnameyên din jî em dixwazin. Ji ber vê yekê em gelek girîngiyê didin hilbijartinê.”

‘Divê em li provakasyonan û li sindoqan miqatebin’

Sakik, bi gotina “desthilat di ferqê de ye ku dê winda bike” bal kişand hewldanên provokasyonan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê kolanan sor dikin, hewl didin lekeyê bînin ser hilbijartinê lê em li her derê ku em lê ne sindoqê esas digirin. Ji bo ewlehiya hilbijartinê tişta ji destê me tê em dikin. Me tu caran hilbijartineke rihet nedit. Di hemû hilbijartinan de ev pêvajo qewimiyan, her tim êrîşî me hate kirin. Hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an qet ji bîr nakim ku êrîşên çawa li me hatin kirin? Gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan, hewl dan xebatkarê partiya me li Erziromê bi saxî bişewitînin. Li Çewligê hevalekî me yê partiyê kuştin. Dema li vê axê gotûbehs dibin kurd me dît ku desthilat û muxalefet nabînin û nabîhizin. Me bûyera li Erziromê bi tundî şermezar kir. Em diçin ser sindoqan hewcehî bi şer û tundiyê nîne. Heke tundî û şer hebe ev ne hilbijartine. Ji ber vê yekê ji berê heta niha em rastî vê pêvajoyê hatine.”

Sakik, da zanîn ku li dijî provokasyon û dek û dolabên hilbijartinê divê ji welatiyan heta parêzeran, baroyan, saziyên sivîl ên civakî her kes di nava rêxistinkirinê de tevbigerin.

‘Em ê îxanetê li baweriya gel nekin û baweriya gel pûç nekin’

Sakik, bal kişand ku li bajêr dengên AKP’ê dikevin û wiha pê de çû: “Li her derê em diçinê gelê me, me hembêz dike. Dema em beriya niha hatin vî bajarî gelê Agiriyê bi gotina ‘Diz heye’ qîr dikir. Şaredarî bi dizî û nelirêtiyê dihatin sûcdarkirin. Piştî ku me her du hilbijartin ser hev girtin me li bî bajarî şaredariyeke baş kir. Me li bajêr tîmeke baş ava kir û tişta ji destê me hat me kir. Me bi qadroyeke mûçe nedigirt û di bin emre gelê xwe de ew pêvajo bi rê ve bir, gel ev yek dît. Dema me ev şaredarî dewr girt di nav deynan de bûn. Bi pereyê kevin 100 trîlyon (100 milyon) deynê wê hebû, me di nava sê salan de ev deynê wê xelas kir û razemeniyeke 100 milyon lîre kir. Dema em ji peywîrê girtin 30 milyon lîre pereyê me hebû. Sedemê ku gel evqas diqîre ev e. Polîtîkayên zilmê yên AKP’ê yên 20 salan hene, em niha dizanin di nava deynan de ye li dora kat trîlyonan deynê wan heye. Tevî serlêdana hevalên me yên endamê Meclisê, şaredarî nabêje ka deyndarê kê ne. Tevî serlêdana hevalên me yên endamê Meclisê şaredarî nabêje ka deyndarî kî derê ne. Dayîna hemû deynan jî ji nîsana 2024’an re hatiye hiştin, ji ber ku ew jî dizanain piştî nîsanê nikarin şaredariyê bigirin, hemû deyn taloqî wê demê kirine. Ev pere bi ku ve çû gel nizane, lê em ê pey wê bernedin. Ji ber wê yekê gel baweriya xwe bi me tîne, em ê her wekîlan jî bi îhtîmaleke mezin bigirin. Em ê îxanetê li baweriya gel nekin û baweriya gel pûç nekin.”

‘Tiştekî ku ev partiyên pergalê bide gel tune’

Sakik, gotinên xwe wiha domandin: “Li ser vê axê ewqas êş hatin jiyîn divê êdî ev bi dawî bibin. Her kurdê ku biçe ser sindoqê divê bi wijdana xwe tevbigere. Tiştekî ku ev partî bide wan nîne. Ji ber wê em dibêjin ev hilbijartinên pêşiya me hilbijartinên hebûn û nebûnê ne. Ev hilbijartin hilbijartina hebûna me ye, divê partiyên pergalê ji van deran bi rê bikin, tiştekî ku ev bidin gel tune ye. Ev cihêkar in yekperest in, yek ji van tu caran ji vî gelî re nebûn dost. Demekî dirêje gelê kurd êşan dikişine, di destên wan de firsendek heye divê binirxînin. Bi deh hezaran kes di girtîgehan de ne çavên wan li ser me ye azadiya van mirovan di destê me de ye. Ji ber vê yekê dema gel çû ser sindoqê divê mûhasebeyê baş bike. Divê li dijî van kesên ku ev polîtîkayên zilmê dimeşînin seknekê nîşan bidin, ez ji gelê me bawer im. Divê gelemperiyê Tirkiyeyê jî ev sekin bê nîşandan.”

Sakik, ji bo mitînga hilbijartinê ya dê di 11’ê gulanê de li Xaçerêya Dortyol a Agiriyê li dar bixin, banga tevlibûnê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar