Namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Mûşê yê HDP’ê yê Sirri Sakik li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û got ku li Mûşê AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ tifaq çê kiriye. Sakik got ku ev tifaqa qirêj neçarî têkçûnê ye
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, demekî pir kêm ma. Bi nêzbûna hilbijartinan re jî stratejiyên ku dê partiyên siyasî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk bînin zelaltir dibin. Di vê çarçoveyê de HDP’ê hema hema li hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê namzetên xwe nîşan dan. Lê li cihên weke Dîlok û Rihayê namzet nîşan neda û da zanîn ku dê dengên xwe stratejîk bikarbînin.
Li Tirkiyeyê jî HDP’ê li cihên bihêz namzetên xwe nîşan dan û ji bo cihên din jî da zanîn ku dê stratejiya ku rejîma AKP-MHP’ê têk bibe, bixin meriyetê. Lê partiyên siyasî yên weke CHP û Partiya ÎYÎ ku xwe weke ‘demokrat’ nîşan didin, li bakurê Kurdistanê ger gotin di cih de be stratejiyeke ku mîna tifaqa bi AKP-MHP’ê re meşandin. Yek ji van bajaran jî Mûş e. Der barê mijarê de namzetê hevşaredariyê ya Şaredariya Mûşê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sakik li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek parve kir.
Peyama Sakik
Di peyama xwe de Sakik wiha got: “Hemû partî li dijî HDP’ê bûne yek. Ewil namzetê MHP’ê û pişt re jî Partiya Îyî namzetê xwe vekişand. Niha jî CHP’ê lijneyên sindokan ku lîsteya AKP’ê da, pêşkêş kir. Bi piraniya wezîfedarên di lîsteyê de xizmên serok şaredarê AKP’ê yê heyî ne. Tevî hemû hişyariyên me jî rêveberiya rêxistina CHP’ê tu gav neavêt. Li Mûşê tifaqa we ya Cumhur û Millet bi xêr be birêz Kiliçdaroglu û CHP. Di 31’ê adarê de dê tu tiştek neguhere û dê tifaqa we ya qirêj winda bike.” MÛŞ