Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Dê jin hesabê bipirsin

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, li Dêrsimê li ser gora xwe hat bîranîn

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo Sakîne Cansiz bi bîr bînin, çalakiye li dar xistin.

Bîranîn li Goristana Asrî ya Şaredariya Dêrsimê pêk hat û berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Feleknas Ûca, Alîcan Onlu, aktîvîstên TJA’yê û rêveberiyê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) beşdarî merasîmê bûn.

Polîsên tirk dor li goristanê girtin û bîranîn asteng kirin. Li ser vê yekê komê li ber goristanê daxuyaniyek da û pankarta bi nivîsa ‘Em bi wêrekî û biryardariya Sakîne û Sêvê têkoşîna xwe dewam dikin’ hil da.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay daxuyanî da û wiha got: “Aqlê dewletê ku rola xwe di vê komkujiyê de heye, hewl da ku pêşî li me bigire. Nehişt ku em biçin goristanê. Lê belê dê tu carî nikaribin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Jin li çar aliyên cîhanê çalakiyên bîranînê li dar dixin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin. Lê belê li Dêrsimê waliyê provokator nahêle ku em li ser gorê bi bîr bînin. Em ji vê derê ji wî waliyê provator re dibêjin; bêguman têkoşîna me ya azadiya jinan wê we têk bibe. Bêguman dê we ji wê wezîfeyê daxîne. Mîna mêrên di komkujiyên jinan de berpirsyariya xwe hene hûn ê jî mîna hemû kiryarên komkujiyên jinan hesab bidin jinan. Hûn ê neçar bimînin ku hesab bidin têkoşîna azadiya jinan, tevgerên jinan û tevgerên femînîst.”

Gunay destnîşa kir ku jinên cîhanê li gel jinên kurd mil bi mil têkoşîna xwe dewam dikin û ev tişt anî ziman : “Eger jin azad bibin, têbikoşin, dê hêzên we yên çekdar ên li vê xakê tevdigerin nikaribin pêşî li me bigirin. Wê nikaribin berpirsyarên kuştina jinan biparêzin. Wê bêceza nemînin.”

Gunay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe her tim mezin bikin.

Piştî daxuyaniyê jinan find danîn ser gora Sakîne Cansiz. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar