Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Sakîne Cansiz pêşenga jinan a berxwedanê bû’

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda: Sakîne Cansiz ku sekn û navê berxwedan, azadî û têkoşeriya jinan e, bi kevneşopiya xwe ya berxwedan û têkoşînê, li Rojava rê li ber şoreşa jinan, gelan a bi pêşengiya jinan vekir.”

Navenda Nûçeyan |

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda di salvegera 9’emîn komkujiya Parîsê de qala berxwedan û têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir.

Hêvî Nûda bi bîr xist ku di demekê de ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ di dewrê de bû, Sakîne Cansiz a ku ji bo azadî û aştiyeke bi rûmet herî zêde têdikoşiya, hat qetilkirin û got ku ev yek bi tena serê xwe têra fêhmkirina rastiya AKP’ê dike.

Binpêkirina hiqûqa navneteweyî

Nûda anî ziman ku armanc ji pêvajoya ku weke ‘çareseriyê’ pênase dikir, wê piştre bihata dîtin ku tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e û gotinên desthilatdariyê hemû derew û xapandine û wiha got: “Mîna Komploya 15’ê Sibata 1999’an ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hat kirin, gel û jinên kurd careke din dîtin ku hêzên global di Komploya Parîsê de jî bi roleke girîng rabûn. Ji bo tepisandin û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya kurd, dewletên Ewropayê her tim hewl dane. Lê belê pêvajoyek mîna komkujiya Parîsê bûyereke nû bû ku êrîş/sûîqesteke bi vî rengî li navenda Ewropayê dihate wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.”

Çavkaniya sûdwergirtinê

Hêvî Nûda bi bîr xist ku têkoşîna fransiyan, bi taybetî jî ya jinan, ji bo gelan hemûyan, ji bo jinan bû çavkaniya sûdwergirtinê û ev tişt anî ziman: “Li aliyê din nêzîkatiya zîhniyeta serwer a li Fransa û Ewropayê ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ronînekirina qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê, di heman demê de êrîşek li ser nirxên demokrasî û azadiyê yê têkoşîna jinan û gelê Fransayê ye. Ji ber vê yekê jî wezîfeya hesabpirsîna ji kujerên Sakîne Cansiz û hevrêyên wê, tevî gel û jinên kurd dikeve ser milê gel û jinên Ewropa û Fransayê. Neçar in ku vê yekê ne tenê ji bo gelê kurd here wiha ji bo xwedîderketina li nirxên xwe bikin.”

Sakîne wek pêşengên hemû jinên cîhanê tê qebûlkirin

Di axaftina xwe de Hêvî Nûda ragihand ku desthilatdariya faşîst bi qetilkirina Sakîne Cansiz xwest jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têdikoşin bitirsîne û wiha domand: “Lê belê asta ku têkoşîna jinan gihîştiye, ev polîtîkayê pûç kir. Sakîne Cansiz ku sekn û navê berxwedan, azadî û têkoşeriya jinan e, bi kevneşopiya xwe ya berxwedan û têkoşînê, li Rojava rê li ber şoreşa jinan, gelan a bi pêşengiya jinan vekir. Li çar parçeyên Kurdistanê, li her qada têkoşînê li ser bingeha azadiya jinan rê li ber rabûneke mezin vekir û têkoşîna jinan mezintir kir.

Biryardariya Sakîne Cansiz a li ser berxwedan û azadiyê û qetilkirina wê bi rengekî nemerdane, kir ku têkoşîna jinên kurd bigihêje têkoşînên jinan ên li cîhanê. Sakîne Cansiz ji pêşengiya jinên kurd wêdetir êdî weke yek ji pêşengên jinan ên têkoşîna jinan a li tevahiya cîhanê tê qebûlkirin.”

Hêvî Nûda destnîşan kir ku ji ber vê yekê yên ku xwestin Sakîneyan bêdeng bikin negihîştin armanca xwe.

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir ku Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di Tevgera Azadiya Kurd de cihê hêvî û paşerojê bûn, bi şehadeta xwe li ser xeta Sakîne Cansiz meşiyan.

Li ser bingeha pêşengiya jinan têkoşîn bê mezinkirin

Her wiha Hêvî Nûda destnîşan kir ku hilanîna tola Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo wan hinceta herî mezin a têkoşînê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê her kes zanibe, tevgereke ku bi pêşengiya Sakîneyan dest pê kir û li ser xeta wê ya berxwedanê dimeşe, wê teqez bibe tevgereke tolhildanê û hesabpirsînê.

Faşîzma mêr a AKP-MHP’ê ku niha di demên xwe yên dawî de ye, hat dîtin ku sîstemeke faşîzan û metirsîdar e li dijî kurdan, bi taybetî jinan û gelan. Şert û merc ji her demê bêhtir guncaw in ku bi pêşengiya jinan têkoşîna civakî bê xurtkirin û bi destê jinan dawî li faşîzmê bê anîn. Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nîşaneya şênber a zîhniyeta bi serweriya mêr û faşîzmê ye, dem hatiye ku li ser bingeha pêşengiya jinan a li têkoşîna civakî û rêxistiniyê, têkoşîn bê mezinkirin. Wezîfeyên me yên dîrokî li benda me ne ku bi têkoşîna xwe, li dijî sîstema bi serweriya mêr, sîstema jinan a demokratîk û azadîparêz a alternatîf ava bikin ku hesreta Sakîneyan û jinan hemûyan bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar