Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye’

Mevlûde Acar a ku siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz li zindanê nas kir, diyar kir ku bi jiyan û kesayeta xwe nirx da têkoşîna jinên cîhanê û got ku ew her tim li benda rojên azad bûn

Sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT’a tirk ve hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina her sê jinên kurd re 8 sal derbas bûn, lê hê jî berpirsên komkujiyê nehatine aşkerankirin û cezakirin.

Derbarê têkoşîn, berxwedan û sekna Cansiz de Mevlûde Acar a 5 salan li gel Cansiz li Zindana Amedê di heman qawîşê de ma behsa bîranînên xwe û Cansiz kir. Acar bi bîr xist ku ew di hezîrana sala 1984’an de li Sêwazê bêhincet hatiye girtin, ji wir birine Mêrdînê pişt re jî birine Zindana Amedê.

Acar destnîşan kir ku qalkirina jiyana Sakîne Cansiz ji bo wê gelek zor e û wiha got: “Ji bo meriv qala wê bike ne pirtûk û ne jî sal têrê dikin. Şev û roj têra qalkirina wê nakin. Tişta ez ê qal bikim tenê parçeyek biçûk wê bimîne. Roja min ji Mêrdînê birin Amedê li cihê bêhnvedanê min Sakîne nas kir. Jinên girtî dihatin min hembêz dikirin. Sakîne li ser terenceyê sekinîbû û li me temaşe dikir. Bala min kişand. Bi rûyê xwe ken û awirên xwe yên germ li me temaşe dikir. Herî dawî ew hat min hembêz kir û bi xêr hatina min kir. Di awirên wê de kûrahî û germahî hebû. Di kêliya ewil de bawerî da min.”

‘Li pey lêgerînê bû’

Di axaftina xwe Acar da zanîn ku Sakîne Cansiz di warê siyasî de xwe pir pêş xistibû, di mijara jinan de jî xwedî nêrînek berfireh bû û ev tişt anî ziman: “Tu demê jinan ji hev cuda nedikir. Ew bi reng, xeletî û rastiyên jinan ên xweşik bawer bû. Bi vê sekna xwe jî tesîrek mezin li ser jinan dikir. Ji her kesî bawer dikir û zû bi zû baweriyê dida hevalên xwe. Bi sekn û helwesta xwe dikir ku gardiyan jî jê re hurmetê nîşan bidin. Çiqas kêmasiyek hebû hemûyan temam dikir. Her tim di nava lêgerînê de bû. Ji bo bigihîje encamekê her tim serê xwe diêşand û xwe diwestand. Her tiştê ku serê xwe pê re diwestand rast derdiket. Çavdêriyê wê pir baş bûn û jinek pir jîr bû. Bi dahûrandinên xwe ji me re dibû rêber. Zîhna me tevan vedikir.”

Acar diyar kir ku ji ber îşkenceya lê hatiye kirin bîranînên xwe û Sakîne Cansiz ji bîra kiriye û wiha domand: “Ava germ qet nedidan me. Hevala Sakîne jî jinek pir paqij û dîsîplîn bû. Her roj dixwest serê xwe bişo. Lê mercên wir destûr nedidan. Li qawîşê ocaxek kevn hebû. Min wê tamîr kiribû û avê jê re germ kiribû. Pir kêfa wê hatibû. Kêfxweşiya wê min jî şanaz kiribû. Wek bîranek xweş di bîra min de maye.”

Bi rêkûpêk bû

Acar anî ziman ku Sakîne Cansiz di her karê xwe de jinek pir bi rêkûpêk bû û dixwest jin hemû bi rêkûpêk bin û dixwest her dever paqij be û her kes bi dîsîplîn tevbigere.

Acar destnîşan kir ku gotin têra pênasekirina jidilbûn û başiya Sakîne Cansiz nakin û ew însanek pir xweşik bû û ew bi serê xwe dinyayek û sedsalek bû û got ku bi milyonan jin şopdarê rêya wê ne, Sakîne Cansiz şoreşgerek serdemê bû û nirxên wê afirand her diçe mezin dibe û bi hêzdarî vediguheze nifşen nû.

 Xeyala wê azadî bû

Her wiha Acar destnîşan kir ku divê tevahiya jinan Sakîne Cansiz wek parçeyek xwe bibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim jin hemû bibin Sakîne. Bila nifş bi nifş mezin bibin û rojên azad bînin. Sakîne her tim cîhanek azad ji bo her kesî dixwest û xeyala wê azadî bû. Xeyala wê ew bû ku rojek însan stranên azadiyê bêjin. Wê ev ax azad bibe. Roja ku azad bibe jî wê Sakîne şanaz bibe.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar