Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sal bi sal  xwezî bi par

Ev gotina pêşiyên kurdan ji bo rewşa ku sal û zeman, dem û dewran derbas dibin jî rewşa heyî naguhere û her ku diçe aloztir dibe û ber bi xitimînê ve diçe, hatiye gotin.

Wekî ku ev gotin di kesayetiya serokê AKP’ê Erdogan de,  ji bo polîtîkayên AKP’ê yên înkar û tune hesibandinê yên demên borî û roja îroyîn hatiye gotin, helwest û nêzîkatiya rayedarên dewletê pênase dike.

Erdogan beriya ku desthilatdariyê bidest bixe, xwe û partiya xwe AKP’ê weke aştîxwaz û wekheviya hemû çand, ziman etnîsîte, reng, deng û nasnameyan da nasîn (xuyakirin.)

Erdogan beriya ku bibe desthilatdar, digot ‘gelên Tirkiyeyê ji feraseta dewletê ya neteweperest zirarên mezin dîtine, ev  neteweperestiya ku  dewletê ji xwe re wekî bîrdozî hilbijartiye, bûye sedema şer, pevçûn û aloziyan û li pêşiya pêşveçûna Tirkiyeyê bûye asteng.

Ji bo ku welatê me û gelê me êdî van pirsgirêkan nejî, me neteweperestiya ku heta niha bûye  jêderka cudakariyê daye bin lingên ve xwe.

Bi beralîkirina neteweperestiyê, dê hezkirin û hestên xwişk û biratiya nava gelên Tirkiyeyê xurtir bibe, dê herkes hev hemêz bike.’

Bi nasandina xwe û siyaseta AKP’ê ya bi vî rengî di sala 2005’an de, bi axaftina xwe ya Amedê ya ‘pirsgirêka kurd pirsgirêka vî welatî ya sereke ye û pirsgirêka min e jî. Dewletê derbarê vê pirsgirêkê de kêmasî û şaşî kirine, sererastkirina van şaşiyan û çareserkirina vê pirsgirêkê jî peywira rayedarên dewletê û ya min e jî’, gel û civakê xapand.

Li hemberî rexneyên derdorên neteweperest, nîjadperest û aliyên muxalîf ku digotin çareseriya pirsgirêka kurd dê bibe sedema parçebûna Tirkiyeyê Erdogan, mînakên di destpêka vebûna Meclisa Tirkiyeyê de gotinên Mustafa Kemal ên ‘temsîliyeta mebûsên Kurdistan û Eyaleta Kurdistanê’ dida.

Heta salên 2013-2015’an hevdîtinên heyetên dewletê yên li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê birêz Ocalan re, li Osloyê bi rêveber û rayedarên PKK’ê re û 28’ê Sibata 2015’an mutabaqata ku ji 10 xalan pêk dihat û li qesra Dolmabahçeyê  bi awayekî hevpar ji aliyê heyeta HDP’ê û nûnerên dewletê ve ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re hat deklerekirin, Erdogan bi hostayî  rûyê xwe yê rastîn veşart.

Piştî deklerasyona Dolmabahçeyê, Erdogan rûyê xwe yê rastîn ê şerxwaz nîşan da, maseya muzakereyan qulupand û bi gotinên; “Min maseya muzakereyan jî, çareserî jî dawî kir” dest bi gotinên xwe yên ‘yek welat, yek dewlet, yek al, yek ziman’ kir. Piştî van gotinan pêvajoya aştî û aramiyê bi dawî bû, şer û pevçûnan dest pê kir, qeyrana civakî mezin bû.

Di dema hevdîtinan de Reberê PKK’ê bal kişandibû û deştnîşan kiribû ku heke ev pirsgirêk bi muzakereyan çareser nebe, dê derbeya leşkerî pêk were.

Di encamê de ev tespît û pêşbînî rast derketin û di 15’ê tîrmeha 2016’an de hewldana derbeya leşkerî pêk hat.

Erdogan ev hewldana derbeya leşkerî ji xwe re wekî lutfa xweda hesiband û bi vê hincetê zext û tundiyên li ser civakê, partiyên siyasî, saziyên sivîl  zêdetir kir, bi tayînkirina qeyûman şaredariyên ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin hatin desteserkirin, tecrîd û îzolasyona li zindanan û binpêkirina mafên girtiyan ji demên derbeya leşkerî zêdetir bûn, înfazên girtiyan hatin şewitandin, girtiyên nexweş ên giran nehatin dermankirin û berdan, di encama çalakiyên protestoyî yên li hemberî tecrîda girankirî de heta niha bi dehan girtiyan jiyana xwe jidest dan.

Tenê di meha dawî ya 2021’ê de, di hefteyekê de 7 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin dermankirin û berdan jiyana xwe jidest dan.

Saziyên mafê mirovan di serî de şehadeta Garîbe Gezer, Wedat Erkmen, Xelîl Guneş, Abdulrezak Şuyur û girtiyên din ên ku di encama xemsariya rayedarên dewletê û pêkanînên peywirdarên zindanan de, raste rast kuştina bi destê dewletê dibînin û bi nav dikin.

Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di salvegera dehsaliya komkujiya Roboskiyê de şîna 19 jê zarok, 34 ciwanên kurd ku di encama bombebarana balafirên şer de hatibûn qetilkirin digire.

Êşa dayikan, xwişk û birayên Roboskiyî  hîn tezê ye. Heta roja ku ji kujer û berpirsiyarên vê komkujiyê hesab were pirsîn, sed sal jî derbas bibe, dê ev birîn nekewe, êş û xemgîniya gelê kurd û malbatên 34 canên ciwan bi dawî nebe.

Ligel van pêkanînên ji exlaq û wijdanê mirovî bêpar, gefxwarina bêkarî û birçî hiştinê ya desthilata AKP-MHP’ê li ser gel û civakê, ser û binbûna kûr (Dolar û Euro), nirxwindakirina pereyên tirk û bêîstîkrariya siyasî jî lez didin qeyrana civakî ya li Tirkiyeya ku çarenûsa wê di nava du lêvên Erdogan de ye.

Kurt û kurmancî, rayedarên dewleta Tirkiyeyê îro jî bi berdevkiya AKP-MHP’ê, weke destpêka avabûna komarê, di nêzîkatî, helwest û feraseta înkara hemû birx û rûmetên gelê kurd de israr dike.

Ango Erdogan û Bahçeli jî wekî yên beriya xwe derdikevin seferê û vedigerin wekî K.rê berê.

Bi hêvî û daxwaza ku di sala 2022’yan de jî, gelê kurd û civaka vî welatî nebêjin ‘Sal bi sal xwezî bi par’, ev sal bibe sala aştî, aramî, azadî û wekheviyê, sersala gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û hemû gelan pîroz be.

Nûçeyên Têkildar